Hewlêr (Rûdaw) - Îtalyayê di maça Lîga Neteweyan 4-1 zora Tirkiyeyê bir. Di Lîga Neteweyan a UEFAyê de hefteya duyem bi lîstina 8 maçan berdewam kir. Di hefteya duyem a Lîga Neteweyan de di lîgên A, B û Cyê de pêşbirk hatin lîstin. Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Tirkiyeyê di maça Koma 2yan a Lîga Ayê de li Stadyuma Yuzuncu Yil Ataturkê ya Bursayê bi Îtalyayê re lîst. Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê di vê maça li mala xwe de li hemberî Îtalyayê 4-1 têk çû. Hefteya duyem a lîgê dê sibe bi lîstina 10 maçên din bi dawî bibe. Encamên maçên îro Encamên pêşbirkên ku îro hatin lîstin bi vî rengî ne: Lîga Ayê Koma 1ê: Tirkiye - Îtalya: 1-4 Belçîka - Fransa: 0-1 Lîga Byê Koma 2yan: Gurcistan - Ukrayna: 0-0 Îrlandaya Bakur - Macaristan: 0-0 Koma 4an: Romanya - Bosna û Hersek: 2-4 Swêd - Polonya: 3-1 Lîga Cyê Koma 2yan: Ermenistan - Montenegro: 2-3 Letonya - Qibris: 0-0
Werziş23-09-2026Hewla qedexeyê ji şirketa weşanker: Dîmenên koreografiya "EM HATIN" a Amedsporê tên jêbirin