Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Bakurê Kurdistanê Amedspor bi Kasimpaşayê 2-2 ma û ji deplasmanê bi puanekê vegeriya.
Amedspor di hefteya 4emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de li Stadyuma Recep Tayyîp Erdogan derket pêşberî Kasimpaşayê.
Alîgirên Amedsporê yên li Stenbolê eleqeyeke mezin nîşanî maçê da. Lê tîma kesk û sor di nîvê yekem de ti gol nedîtin.
Kasimpaşayê nîvê yekem li pêş girt
Amedsporê di nîvê yekem de nekarî pozîsyonên xwe bike gol.
Xuleka 6an Diagne bi pasa dirêj a Dia Saba rû bi rûyî qelevan ma lê Diagne top avêt derveyî qeleyê.
Kasimpaşa xuleka 20î bi gola Gokhan Yalçin ket pêş.
Tîma kesk û sor di xulekên dawî yên nîvê yekem de êrişên xwe zêde kirin lê nekarî golê bibîne.
Diagne careke din fersendeke baş ji dest da.
Bi vî awayî Kasimpaşasporê nîvê yekem 1-0 li pêş qedand.
Gift Orban bi 2 golan bersiv da
Amedspor 1-0 li paş dest bi nîvê duyem kir.
Kasimpaşayê di xulekên destpêkê yên nîvê duyem de gola duyem jî dît.
Adrian Benedyczak xuleka 52yan tîma xwe 2-0 xist pêş.
Amedsporê xuleka 55an derfeteke girîng ji dest da.
Lê lîstikvanê Amedsporê Gift Orban xuleka 58an ji dûr ve derbeke xurt li topê xist û torên Kasimpaşayê hejandin, ferq daxist yekê û skor bû 2-1.
Xuleka 82yan Gift Orban careke din derket ser dikê.
Orbanê ku ji baskê çepê pasa Muhamed wergirtibû, qeleya dijber careke din hejand.
Bi vê golê re skor bû 2-2 û Orban tîma xwe ji têkçûnê rizgar kir.
Di maçê de ti golên din nehatin tomarkirin û lîstik bi wekheviyê qediya.
Bi vê encama 2-2yan re Amedsporê di hefteya 4emîn a Lîga Super de puanên xwe derxistin 7an.



