Bochum (Rûdaw) - Şampiyonê Cîhanê yê Kêşa Giran ê WBCyê Agît Kabayel, li bajarê Bochumê yê Almanyayê bi alayên Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Şaredariya Bajarê Bochumê, boksorê Kurd Agît Kabayel bi merasîmeke taybet qebûl kir.
Gelek Kurd bi alayên Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn. Wan bi coşeke mezin şampiyoniya Kabayel pîroz kir.
Agît Kabayel ji meha Hezîrana borî ve Şampiyonê Cîhanê yê Kêşa Giran ê WBCyê ye.
Kabayel bi vê serkeftinê re,piştî Max Schmelingê ku sala 1932yan bûbû şampiyon, bû şampiyonê yekem ê Almanyayê.
"Hêza Kurdan, dîsîplîna Almanan"
Boksorê Kurd Kabayel li ser vê serkeftinê û piştgiriya Kurdan hestên xwe anîn zimên û got:
"Ev piştgirî ji bo min her tişt e. Ev jiyana min e. Ev yek min teşwîq dike ku ez di rîngê de her tiştê xwe bidim. Ji ber ku em Kurd bi gelek zordariyan re rûbirû ne. Ez dixwazim ji bo her kesî bibim ronahî. Loma jî ev ji bo min her tişt e."
Kabayel destnîşan kir ku ev piştgirî wî li ser pêyan dihêle û wiha pê de çû:
"Loma ez dibêjim, hêza Kurdan, dîsîplîna Almanan. Bochum welatê min e. Li vê derê her tişt dan min. Ev hesteke wisa ye ku nayê vegotin, dema mirov li vê derê bi Kurdên xwe re û bi kesên ku ji roja ewil ve piştgirî dane mirov, vê serkeftinê pîroz bike."
Navê xwe li Pirtûka Zêrîn nivîsî
Agît Kabayel li Bochumê mezin bûye.
Bajarê wî ne tenê wekî şampiyonê cîhanê, her wiha wekî boksorekî ku nasnameya xwe ya Kurd diparêze wî pêşwazî dike.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Bochumê Jorg Lukat jî pesnê Kabayel da û got:
"Li vê derê eşkere dibe ku Bochum bajarek e ku ji gelek nasnameyan hatiye avakirin. Agît venaşêre ku nasnameya wî Kurd e. Her wiha venaşêre ku ew Alman e jî û bi taybetî jî venaşêre ku ew xelkê Bochumê ye.
Ji ber vê yekê divê ez bi dilpakî bibêjim, ev yek awayekî gelekî baş e ku ev bajar bi rêya wî tê temsîlkirin. Ez ji ber vê yekê serbilind û spasdar im."
Agît Kabayel di heman rojê de li avahiya şaredariyê navê xwe li Pirtûka Zêrîn a bajêr nivîsî û bû Kurdê pêşî yê ku di dîroka Bochumê de vê yekê dike.
"Ez 13 demjimêran di rê de bûm"
Hizkerên wî ji seranserê Almanyayê û derveyî wê çûn Bochumê.
Sîbar Resûlê jî yek ji wan bû ku ji dûr ve çûye wê derê.
Sîbar Resûlê kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî zimên:
"Ez bi taybetî ji Viyanayê hatime. Ez 13 demjimêran di rê de bûm, tenê ji bo xatirê Agît Kabayelê Kurdê me yê serbilind. Min dixwest ez bi vê kêfxweşiyê piştgiriya wî bikim û li vê derê amade bim.
Ez bi şampiyonekî wekî Agît Kabayel ê ku li Ewropayê bi nav û deng e her serbilind dibim û kêfxweş dibim. Ez hêvîdar im hemû Kurdên me bi pêş bikevin. Bijî Kurd û Kurdistan, bijî Agît Kabayel."
Çîroka Agît Kabayel îro li Pirtûka Zêrîn nemir bû lê çîroka wî dê di rîngê de bidome. Çimkî ew dixwaze nasnava xwe ya şampiyoniya cîhanê ne tenê pîroz bike, her wiha biparêze jî.



