Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Hewlêrê li ser êrişa li alîgirên tîma xwe daxuyaniyek belav kir û xwest ku êrişkar werin cezakirin.
Tîma futbolê ya Hewlêrê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya ji bo alîgirên xwe ducare dike.
Her wiha dixwaze ku aliyên pêwendîdar û yasa erkê xwe bi temamî bi cih bînin û mafê alîgirên tîmê parastî be.
Birêvebiriya tîma Hewlêrê bi mixabinî û bi tundî helwest û nerazîbûna xwe “li ser wê bûyera nexweş, metirsîdar û tirsonek nîşan dide.”
Ev bûyer piştî bidawîhatina maça tîmê ya li hemberî tîma Şurteyê ya li bajarê Bexdayê rû da.
Tîma futbolê ya Hewlêrê anî ziman:
“Piştî temambûna maçê, di demekê de ku alîgirên tîma me bi aramî û bêyî ti pirsgirêkan stadyum bi cih dihişt, mixabin komek ji alîgirên tîma Şurteyê êrişeke tirsonek û nemirovane kir ser alîgirên tîma me û otobusên veguhastina alîgiran.
Vê êrişê ne tenê sînorê pirsgirêkeke asayî ya di navbera alîgiran de derbas kiriye, bûye sedema êrişkirina ser otobusên alîgirên tîma Hewlêrê û birîndarbûna hejmarek ji alîgirên me.
Ew alîgirên me yên xoşewîst bi mebesta handan û piştgiriya tîma xwe hatibûn Bexdayê.”
"Em vê kiryarê qebûl nakin"
Birêvebiriya Hewlêrê da zanîn ku ew vê kiryarê bi ti awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin û anî ziman:
“Futbol werziş e û pêwîst e hemû pêşbazî û cudahî di çarçoveya yasa û rihê werzişî de bimînin.
Cudahiya reng, tîm û alîgiran nabe sedem ku em jiyana hinek kesan bixin metirsiyê.
Em li tîma Hewlêrê piştgiriya xwe ya temam ji bo alîgirên xoşewîst ên tîma xwe tînin zimên.
Bi taybetî em hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar dikin ku di vê bûyerê de birîndar bûne û em hêvîdar in di demeke herî kurt de baş bibin.
Di heman demê de, em ji aliyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê, Birêvebiriya Tîma Werzişê ya Şurteyê û Federasyona Futbolê ya Îraqê dixwazin ku bi awayekî cidî û berpirsane li ser vê bûyerê lêkolînê bikin.
Em dixwazin ku hemû ew kesên beşdarî êrişkirina ser alîgirên tîma Hewlêrê û zerergihandina otobusên wan bûne, li gorî yasa û rêkarên pêwîst miamele bi wan re bê kirin.
Her wiha em dixwazin ku kamera, belge û vîdeoyên pêwendîdar ên bûyerê werin komkirin û bi awayekî hûr werin kontrolkirin.
Bi vî awayî dê rastî bi temamî ji bo xelkê û aliyên pêwendîdar werin zelalkirin û mafê alîgirên tîma me were parastin.”
Tîma Hewlêrê ji hemû aliyên pêwendîdar xwest ku bi berpirsyarî nêzîkî mijarê bibin û rê nedin ku bûyereke bi vî rengî ducare bibe.




