Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclîsa Lordan a Brîtanyayê Lord Maurice Glasman formayê Amedsporê li xwe kiriye û piştgiriyê dide Amedsporê.
Lord Glasmanê ku di siyasetê Brîtanyayê de kesayetek naskirî ye û bi nêzîkbûna xwe bi Wezîrê Karên Derve Ed Miliband re tê zanîn, ragihand ku ew piştgiriyê dide serkeftin û têkoşîna Amedsporê ya di Lîga Super a Tirkiyeyê de.
Lord Glasmanê ku bi formayê Amedsporê peyama piştgiriyê da, di heman demê de li Brîtanyayê wekî yekî ji alîgirên dilsoz ên Tottenham Hotspur jî tê naskirin.
Glasmanê ku pêwendiya wî ya bi futbolê re jî tê zanîn, got ku ew ji dil û can hem piştgiriyê dide Amedsporê û hem jî dide Tottenham Hotspurê.
Dîtina Lord Maurice Glasman a bi formayê Amedsporê û piştgiriya wî ya eşkere ya ji tîmê re, wekî nîşaneke din a zêdebûna nasname û dîtbarîya navneteweyî ya Amedsporê tê nirxandin.
Amedspor di van salên dawî de ne tenê bi serkeftinên xwe yên werzişî her wiha bi bingeha alîgirên xwe ya berfireh jî balê dikişîne.
Amedspor li derveyî Tirkiyeyê, bi taybetî jî di nav civaka Kurd a li Ewropayê û di nav hezkirên futbolê de jî eleqeyeke girîng dibîne.
Tê hêvîkirin ku peyama piştgiriyê ya Lord Maurice Glasman jî bibe alîkar ku nav û dîtbariya Amedsporê li Brîtanya û Ewropayê hîn zêdetir belav bibe.



