Hewlêr (Rûdaw) - Tîma nû ya lîstikvanê Kurd Çekdar Orhan eşkere dibe.
Çekdar Orhanê ku 3 sezonan di tîma futbolê ya Amedsporê de lîst, niha bi tîma Rihaya Bakurê Kurdistanê Şanliurfasporê re di nav dan û standinan de ye.
Li gorî agahiyan, lîstikvanê Çekdar Orhan bi Şanliurfaspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yan de ye re dest bi hevdîtinan kiriye.
Hat zanîn ku her du aliyan bi awayekî giştî li ser peymanê li hev kiriye.
Li gorî nûçeya Amîda Haberê, eger dan û standin bi awayekî erênî bi dawî bibin, tê çaverêkirin ku transfer di rojên pêş de bi awayekî fermî were ragihandin.
Lîstikvanê Colemêrgî li Almanyayê dest kariyera xwe ya futbolê kir ku li wir ji dayîk bûye.
Çekdar Orhan li Tirkiyeyê jî di binesaziya Antalyaspor û Galatasarayê de cih girtibû.
Çekdar Orhan ji sezona 2022-2023yan û vir ve di kadroya Amedsporê de dilîst.
Amedspor piştî ku derket Lîga Super kadroya xwe nû kir û Çekdar Orhan li nav tîmê nema.
Çekdar Orhan di dema veqetînê de li ser torên civakî li ser birêvebiriya Amedsporê rexne belav kiribûn.




