Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê Trabzonsporê Fatîh Tekke piştî têkçûna li hemberî Amedsporê îstifa kir.
Trabzonsporê ragihand ku wan bi lihevkirineke dualî biryara veqetînê daye.
Tîma Deryaya Reş Trabzonspor doh li Ameda Bakurê Kurdistanê li hemberî Amedsporê 2-1 têk çûbû.
Fatih Tekke piştî maçê gotibû, "Berpirsiyarê vê yekê ez im" û berpirsiyariya têkçûnê girtibû ser milên xwe.
Tekke piştî hevdîtina bi birêvebirya Trabzonsporê re dev ji karê xwe berda.
Di civîna di navbera Alîkarê Serokê Trabzonsporê Serkan Kiliç û Fatîh Tekke de, rewşa niha û paşeroja tîmê hat nirxandin.
Piştî civînê, her du aliyan bi lihevkirineke dualî biryar da ku rêyên xwe ji hev veqetînin.
"Berpirsiyarê vê yekê ez im"
Fatîh Tekke piştî têkçûna li hemberî Amedsporê di daxuyaniya xwe de berpirsiyarî girtibû ser xwe.
Tekke ev tişt anîbûn zimên, "Êvareke xemgîn e. Me nekarî lîstikê bixin bin kontrola xwe.
Berpirsiyarê vê yekê ez im. Min êvareke wisa çaverê nedikir. Divê em tavilê vê yekê ji bîr bikin û rabibin ser pêyan.
Tîm dê rabe ser pêyan. Pêdivî ye ku Trabzonspor rabe ser pêyan."
Piştî vê maçê, di encama hevdîtinên di navbera Tekke û birêvebiriyê de biryara veqetînê derket.
Daxuyaniya fermî ya Trabzonsporê
Trabzonsporê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku rêyên wan û Fatih Tekke ji hev veqetiyan.
Di daxuyaniya tîmê de wiha hat gotin:
"Di encama civînên ku hatine kirin de, li gorî berjewendiyên Trabzonsporê û armancên wê yên paşerojê, me bi lihevkirineke dualî biryara veqetînê da."
Trabzonsporê diyar kir ku Tekke di dema peywira xwe ya nêzîkî 18 mehan de alîkariyeke girîng daye tîmê.
Her wiha hat destnîşankirin ku li gel pêşxistina lîstikvanan, di warê werzişî û aborî de jî destkeftî hatine bidestxistin.
Berê îstîfaya wî nehatibû qebûlkirin
Fatîh Tekke berî niha jî di tûra play-offê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê de piştî têkçûna li hemberî Ferencvarosê îstîfa kiribû.
Lê birêvebiriya Trabzonsporê ev îstîfaya wî qebûl nekiribû.
Birêvebiriya Trabzonsporê wê demê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew dê li gel Tekke rêya xwe bidomînin.
Piştî têkçûna 2-1 a li hemberî Amedsporê, hevdîtinên hatine kirin bûn sedema bidawîhatina serdema Fatîh Tekke.




