Amed (Rûdaw) - Amedsporê doh êvarê qorika Trabzonsporê xist berê û ew destevala vegerand warê hemsiyan.
Amedspor di hefteya sêyem a Lîga Super de li mala xwe bi Trabzonsporê re lîst û 2-1 zora wê bir.
Trabzonspor xuleka 11an bi gola Mohamed Salah ket pêş û keysa xwe li Amedsporê xweş kir.
Lê lîstikvanên tîma kesk û sor xwêsiya wan di qirika wan de hişt.
Amedsporê êrişên xwe xurt kirin û pêl bi pêl ber bi qeleya Trabzonsporê ve çû.
Di dawiyê nîvê yekem de gog li destê lîstikvanê parastinê yê Trabzonê ket û hakem biryara penaltiyê da.
Qelevanê Trabzonsporê Onana penaltiya Mbaye Diagne ya xuleka 45+2yan vegerand lê Yira Sor nehişt ku gog dûr bikeve yekser şand qeleyê.
Nîvê yekem ê maçê bi wekheviya 1-1 bi dawî bû.
Serkeftina di xuleka 90+1ê de
Amedsporê heta dawiya nîvê duyem jî hewl da bi ser bikeve lê armanca xwe di xuleka 90+1ê de bi saya gola Gift Orban bir serî û 2-1 bi pêş ket.
Her du tîman di xulekên mayî de qeleya xwe parast û maç bi serkeftina Amedsporê qediya.
Amedsporê bi vê serkeftinê re puanên xwe kirin 6 û derket rêza 5emîn.
Amedspor dê 6ê Îlonê (yekşem) demjimêr 17:00an li Stenbolê bi Kasimpaşayê re bilîze.
Alîgir bûn lehî û herikîn stadyûmê
Ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê, bi taybetî rojên maçê, alîgir tên Amedê û berê xwe didin Stadyuma Tahîr Elçî da ku piştgiriyê bidin tîma xwe.
Alîgiran doh bi şev jî wekî hemû caran tîma xwe bi tenê nehişt û biserketina Amedsporê wekî festîvalekê pîroz kir.
Alîgir û hezkirên Amedsporê hestên xwe ji Rûdawê re anîn zimên:
"Min çêlekên xwe kirine hundir û seba maça Amedsporê hatime."
“Hemsî pere nakin, bira werin cîgerê bixwin.”
"Sê kîlo masî bi milyonekê."
"Tîma gel ti carî bi bin nakeve."
"Ez carekê hatime, heyat bû."



