Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe mazûvaniya Trabzonsporê kir û 2-1 zora wê bir.
Amedspor û Trabzonspor di hefteya sêyemîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de cara ewil di dîroka xwe de hatin pêşberî hev.
Amedsporê li mala xwe li Stadyuma Amedê mêhvandariya Trabzonsporê kir û 2-1 bi ser ket.
Stadyum ji aliyê alîgirên tîma Amedê ve bi temamî hatibû dagirtin.
Maçê bi fîkandina hakem Atilla Karaoglan dest pê kir.
Trabzonsporê destpêkê gol kir
Trabzonsporê di xuleka 11an de bi gola Muhammed Salah 1-0 ket pêş.
Trabzonspor her çend zû gol kir jî lê lîstikvanên Amedsporê ji maçê qut neketin û êrişên xwe zêde kirin.
Hakem xuleka 45an biryara penaltiyê da.
Lîstikvanê Amedsporê Diagne xuleka 45+2yan penaltî bi kar anî lê qelevan gog vegerand, Yira Sor goga vegeriyayî kir gol.
Nîvê yekem ê maçê bi encamê 1-1 bi dawî bû.
Amedspor bi gola Orban bi ser ket
Amedsporê di nîvê duyem de jî lîstikeke baş nîşan da û di xuleka 90+1ê de bi gola Orban 2-1 ket pêş.
Di xulekên mayî de ti tîmekê nekarî golekê bavêje û maç bi serkeftina Amedsporê qediya.
Amedsporê beriya vê maçê bi 3 puanan di rêza 12an de cih digirt û Trabzonsporê jî bi 4 puanan di rêza 8an de bû.
Bi vê serkeftina dîrokî re Amedsporê puanên xwe kirin 6 û derket rêza 5emîn.




