Hewlêr (Rûdaw) - Hemû bilêtên maça Amedspor û Trabzonsporê di demeke kurt de hatin firotin.
Lê belê niha bilêtên sexte tên firotin û bilêt ketine bazara reş.
Ji bo hinek alîgiran peyam hatine şandin.
Di van peyaman de bihayê bilêtan bi nirxên gelekî bilind tên pêşkêşkirin.
Tê îdiakirin ku ew dikarin bilêtan bifroşin alîgiran.
Bilêt di demeke kurt de qediyan
Amedspor di hefteya sêyemîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de, îro li stadyuma xwe ya li Amedê mazûvaniya Trabzonsporê dike.
Bilêtên ku ji bo alîgirên Amedsporê hatine veqetandin di demeke kurt de qediyan.
Her wiha hezar bilêtên ku ji bo alîgirên tîma mêvan hatibûn veqetandin jî hemû hatin firotin.
Ji bo firotinê dîsa derketin bazarê
Amedsporê di daxuyaniya xwe ya dawî de agahî dan.
Tîma Bakurê Kurdistanê ragihand ku 800 bilêt ji ber veguhastina kombîneyan ji bo firotinê dîsa derketine bazarê.
Lê belê beriya maça îro li ser bazara reş û sextekariya bilêtan hinek îdia derketin holê.
Tevî ku tîmê eşkere kiriye ku veguhastina bilêtan nayê kirin, hinek alîgiran li ser firotina bilêtan bi gelekî biha peyam wergirtine.
"Nekevin xefika sextekaran"
Rayedar li ser vê mijarê hişyariyê didin.
Ew dibêjin bila alîgirên Amedsporê ji wan kesan bawer nekin ku dibêjin "Em dikarin bilêtan veguhêzin".
Rayedar dixwazin alîgir nekevin xefika sextekaran.
Maça Amedspor û Trabzonsporê îro saet 21:30î li Stadyuma Amedê dest pê dike.




