Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya sêyem a Lîga Super de li mala xwe mazûvaniya Trabzonsporê dike û ev dê cara yekem be ku her du tîm di dîroka xwe de bên pêşberî hev.
Maç demjimêr 21:30î dest pê dike û Amedspor dê bi armanca standina sê puanan derkeve qadê.
Amedsporê hefteya yekem li mala xwe Erzurumspor têk bir û 3 puan standin.
Tîma Amedê hefteya duyem ji mala xwe dûr bû û li hemberî Kocaelisporê 2-0 têk çû.
Amedsporê çavên xwe sor kirine û li bendê ye ku îşev 3 puanan ji Trabzonsporê bistîne û puanên xwe derxe 6an.
Her du tîm cara yekem e tên pêşberî hev
Nûnerê bajarê Amedê û nûnerê Trabzonê dê di dîroka xwe de cara yekem werin pêşberî hev.
Lê statîstîkên êrişê yên Amedsporê ji tîmên din bêhtir balê dikişînin.
Amedspora di bin birêvebiriya rahêner Besnik Hasi de dê hewl bide ku bi saya êrişên xwe yên xurt li hemberî Trabzonsporê bi ser bikeve.
Ji aliyê din ve, Trabzonspor di hefteya yekem de bi Kasimpaşayê re 1-1 wekhev ma û di hefteya duyem de jî li mala xwe Başakşehir 2-1 têk bir û niha 4 puanên wê hene.
Diagne ji qeleya Trabzonsporê hez dike
Stêrka Amedsporê Mbaye Diagne heta îro bi formayên tîmên cuda di 5 maçên Lîga Super de 4 gol avêtine Trabzonsporê.
Lîstikvanên maçê
Heta niha 11 lîstikvanên ku dê dest bi maçê bikin nehatine ragihandin lê li gorî pêşbîniyên piraniya şîrovekarên futbolê dê her du tîm bi van lîstikvanan dest bi lîstikê bikin:
Amedspor: Lafont, Dellova, Bates, Umut Meraş, Krasniqi, Yira Sor, Gokhan Gul, Raveloson, Ballet, Dia Saba û Orban.
Trabzonspor: Onana, Pina, Nwaiwu, Savic, Cabral, Bouchouari, Melih Kabasakal, Mohamed Salah, Muçi, Aral Şimşir, Onuachu.
Li hêla din, divê were gotin ku hemû bilêtên maçê hatine firotin û Amedspor dê bi piştgiriya xurt a alîgir û hezkirên xwe derkeve qada lîstikê.




