Hewlêr (Rûdaw) - Sê werzişvanên Kurd ên ji bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê di şampiyonaya rakirina giraniyan a bench pressê de li Îranê bûn yekem, duyem û sêyem.
Serokê Desteya Bedewiya Laş a Urmiyeyê Wahîd Rehmanî got, "Di dîroka pêşbirkê de cara yekem e ku di kategoriya ciwanan de 190 kîlogram tên rakirin."
Ji bajêr 4 werzişvan beşdarî şampiyonaya rakirina giraniyan a li Îranê bûbûn.
Wahîd Rehmanî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û ragihand ku her sê werzişvan bûne yekem, duyem û sêyem.
Zêdetirî 400 werzişvanan beşdar bûn
Li gorî gotinên Wahîd Rehmanî, şampiyona li Urmiyeyê hatiye lidarxistin.
Zêdetirî 400 werzişvana ji seranserê Îranê di kategoriyên nûciwan, ciwan, mezin û pêşengên werzişê de beşdarî şampiyonayê bûne.
Beçîz rekorek tomar kir
Mihemed Beçîz yek ji wan 4 werzişvanê Pîranşarî ye.
Wî 190 kîlogram rakirin û di kategoriya nûciwanan de li Îranê bû yekem.
Rehmanî amaje bi wê yekê jî kir ku Beçîz bi rakirina wê giraniyê rekorek tomar kiriye.
Wahîd Rehmanî diyar kir ku heta niha di kategoriya nûciwanan de tiştekî wiha nehatiye dîtin.
Di heman demê de, Mubîn Resûlî jî di kategoriya ciwanan de li Îranê bûye duyem.
"Ji bo ciwanan teşwîqek e"
Yek ji wan werzişvanên Pîranşarî yên beşdarbûyî jî Ferheng Rehmanî bû ku di kategoriya nûciwanan de ket pêşbirkê.
Wahîd Rehmanî her wiha got, "Tevî ku ew berê bûbû yekem jî, vê carê ji ber hinek pirsgirêkên fîzîkî ew û hevrikê xwe bi hev re bûn sêyem."
Wahîd Rehmanî ku di heman demê de rahênerê her 4 werzişvanan e, bal kişand ser vegera tîma wan a bi destê tijî.
Wî diyar kir ku wergirtina sê madalyayên cuda, "Teşwîqek e ji bo ku bala ciwanên bajêr zêdetir bikişîne nav cîhana werzişê."
Şampiyona di navbera 18 û 21ê Tebaxê de li Urmiyeyê hat lidarxistin.
Ev pêşbirk li Îranê wekî yek ji şampiyonayên herî di asta bilind ên rakirina giraniyan tê dîtin.
Bench press rakirineke giraniyê ye ku mirov xwe li ser piştê dirêj dike û giraniyê radike.




