Hewlêr (Rûdaw) - Mardin 1969 Spor di hefteya 3yemîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de li deplasmanê derket pêşberî Bolusporê.
Mardinsporê bi 3 golan zora Bolusporê bir û 3 puan berdan binê berîka xwe.
Mardinsporê gelekî baş dest bi lîstikê kir.
Di xuleka 14an de bi pasa Emre Taşdemîr a ji baskê çepê, Denîzhan Taşkan bi şûtekê gog şand nav toran û tîma xwe xist pêş (0-1).
Mardinsporê piştî golê zexta xwe zêde kir.
Di lêdana goşeyê ya Dimitrov de gog ji parastinê vegeriya û lîstikvanê parastinê Mustafa Şengul ferq derxist 2yan (0-2).
Di dema mayî ya nîvê yekem de ti golên din nehatin kirin û Mardinspor bi 2 golan li pêş çû jûra cilguhertinê.
Mardinsporê bi lîstikeke bikontrol dest bi nîvê duyem kir.
Di xuleka 76an de bi asîsta Teklic a ji baskê rastê, Ahmet Uluk ferq derxist 3yan.
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin kirin û Mardinsporê li deplasmana Boluspor bi 3 puanan vegeriya.
Bi vê encamê re Mardinsporê puanên xwe derxistin 7an.



