Hewlêr (Rûdaw) - Hemû bilêtên deplasmanê yên maça Kocaelispor û Amedsporê hatin firotin.
Amedsporê bi 3 puanan dest bi sezona xwe ya yekem a Lîga Super kir.
Tîma Amedê dê di maça hefteya duyemîn de bibe mêhvana Kocaelisporê.
Lîstik dê sibe saet 21:30î li Stadyuma Turka Kocaeliyê were lîstin.
Amedspora ku di dîroka xwe de cara yekem derketiye Lîga Super, wekî bahozê dest pê kir.
Tîma kesk û sor di hefteya yekem de bi 2 golên Dia Saba û goleke Gokhan Gul, 3-0 zora Erzurumsporê bir.
Amedspor ku hefteya yekem bi 3 puanan bi dawî kir, niha jî dixwaze ji deplasmana Kocaeliyê bi serkeftinê vegere.
Amedsporê amadehiya xwe qedand û tîm ji Amedê ber bi Kocaeliyê ve bi rê ket.
Hemû bilêtên deplasmanê hatin firotin
Hat zanîn ku ew bilêtên ji bo alîgirên Amedsporê yên ji bo trîbûna deplasmanê hatibûn veqetandin, di demeke kurt de hatine firotin.
Tîma malxwe Kocaelispor jî di hefteya yekem a lîgê de li deplasmanê li hemberî Başakşehirê 2-0 têk çûbû.
Ev her du tîm di dîroka xwe de cara pêncan tên pêşberî hev.




_(1).webp&w=3840&q=75)