Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Mêrxana Heciya ku ji Kobaniyê ye û li Reqayê mezin bûye, di Şampiyoniya Cîhanî ya Hêzê ya Ciwanan (Powerlifting) de serkeftineke dîrokî bi dest xist.
Mêrxana Heciyê di pêşbirka ku li Afrîkaya Başûr hat lidarxistin de, 4 madalya bi dest xistin û li ser asta cîhanê bû yekem.
Mêrxana Hecî bû mêhvana Rûdawê û li ser serpêhatiya xwe ya werzişî û armancên xwe yên paşerojê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Mêrxana Heciyê di vê şampiyoniya navneteweyî de 3 madalyayên zêrîn û madalyayeke zîvîn bi dest xistin.
Wê di dema pêşbirkê de 225 kîlogram giranî rakir û bi vê encamê hemû hevrikên xwe li pey xwe hîştin.
Mêrxanayê li ser serkeftina xwe got, "Ev ji bo min, ji bo gelê Kurd û ji bo hemû Sûriyeyê serbilindiyek e."
Ji 10 saliya xwe ve dixebite
Ev werzişkara ciwan tevî ku niha 16 salî ye, 6 sal in bi vî karî re mijûl dibe.
Mêrxana Hecî ji 10 saliya xwe ve dest bi rakirina giraniyan kiriye.
Mêrxanayê diyar kir ku destpêkê zehmetî hebûn lê bi perwerde û xebata berdewam gihîştiye vê astê.
Ew niha li bajarê Reqayê dijî û xebatên xwe yên werzişî li wir didomîne.
Mêrxana Heciyê di dema pîrozbahiyê de bi cil û bergên xwe û bi hildana şala Kurdî bal kişand ser nasnameya xwe.
Wê di hevpeyvînê de destnîşan kir ku ew bi koka xwe ya ji Kobaniyê û bi çanda xwe serbilind e.
Serkeftina wê li seranserî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye cihê kêfxweşiyeke mezin.
Dixwaze bibe bijîşk
Mêrxana Hecî tevî ku di werzişê de li ser asta cîhanê şampiyon e jî giraniyê dide xwendina xwe jî.
Ew niha xwendekara pola 12an e û amadehiya ezmûnan dike.
Armanca wê ya herî mezin ew e ku di paşerojê de bibe bijîşk.
Mêrxana Heciyê got, "Ez dixwazim di her 2 qadan de jî serkeftî bim, hem werzişkareke baş û hem jî bijîşkeke serkeftî bim."


.webp&w=3840&q=75)
