Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolspor îşev di Lîga 1emîn de derdikeve maça xwe ya pêşî ya li mala xwe.
Tîma sor û spî demjimêr 21:30î li Stadyuma Êlihê mêhvandariya Bolusporê dike.
Batman Petrolsporê di bin rahêneriya Selçuk Şahîn de amadehiyên xwe qedandine.
Armanca tîmê ew e ku li pêşberî alîgirên xwe bigihe serkeftina yekem a sezonê.
Di tîma Êlihê de ji xeynî Metehanê ku cezayê wî yê kartê heye, ti kêmasiya girîng nîne.
Erdem Mertogluyê ji herêma Samsunê dê hakemtiya lîstikê bike.
Murathan Çomoglu û Erdogan Çak jî dê bibin alîkarên Mertoglu.
Maç zindî tê weşandin
Beriya pêşbirkê amadehiyên li Stadyuma Êlihê bi dawî bûn.
Maça Batman Petrolspor û Bolusporê dê li ser ekranên TRT Spor û beIN Sportsê bi awayekî zindî were weşandin.
Tîma sor û spî armanc dike ku bi piştgiriya futbolhezên Êlihî bi 3 puanan ji qadê veqete.
Batman Petrolspor di hefteya yekem de li deplasmanê bi Pendiksporê 2-2 wekî hev mabû.




