Hewlêr (Rûdaw) - Mardin 1969 Sporê di hefteya duyem a Lîga 1emîn a Trendyolê de li mala xwe Antalyaspor kir mêhvan.
Tîma Mêrdînê di maçê de serdest bû û 2-0 zora Antalyasporê bir.
Maç li Stadyuma Bajar a Mêrdînê hat lîstin û Mardin 1969 Sporê bi lez û bez dest bi lîstikê kir.
Xuleka 25an de lîstikvanê Mêrdînê Zdravko Dimitrov golek kir û Mardin 1969 Spor bi vê golê 1-0 ket pêş.
Her du tîman jî gelek pozîsyon dîtin lê di nîvê yekem de golên din nehatin kirin.
Mardin 1969 Sporê bi lez û xurt dest bi nîvê duyem jî kir.
Xuleka 51ê de Olarenwaju Kayode tor hejandin û ferq derxist 2yan.
Mardin 1969 Spor 2-0 ket pêş û bi êrişên dijber bêhna Antalyasporê çikand.
Tîma Mêrdînê gelek pozîsyonên din jî peyda kirin lê ew bi camêrî xerc kirin.
Di xulekên mayî de gol nehatin kirin û maç 2-0 xelas bû.
Mardin 1969 Sporê bi vê serkeftinê puanên xwe kirin 4 û di lîgê de derket rêza şeşem.




