Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Werzişê ya Hîlalê ya Rojavayê Kurdistanê ku gihîşt Lîga Super a Sûriyeyê, navê xwe wekî "Qamişlo Sport" guherî.
Birêvebiriya tîmê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev guherîn ji bo xurtkirina girêdana bi bajarê Qamişloyê re û temsîlkirina nasnameya xelkê herêmê hatiye kirin.
Tîma Qamişlo Sportê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Bi serbilindiyeke mezin, Tîma Werzişê ya Qamişloyê navê xwe yê nû radigihîne ku ji bajarê Qamişloyê hatiye wergirtin.
Ev nav nasnameya tîmê û girêdana wê ya bi civaka herêmî re nîşan dide.
Berê wekî Tîma Werzişê ya Hîlalê dihat naskirin lê ev gav nasnameyeke nû ava dike û di dîroka tîmê de serdemeke nû vedike.
Gelek spas ji bo alîgirên me, piştgir û her kesê ku beşdarî vê serkeftinê bûye.”
Wateya logoya nû
Tîma Qamişlo Sportê her wiha logoyeke nû jî amade kiriye ku her hêmaya wê wateyeke taybet dide:
· Tîpa Q: Tîpa yekem a navê Qamişloyê ye û dibe bingeha nasnameya tîmê.
· Fenîks: Sembola vejîn, hêz û domdariyê ye ku armanca tîmê ya ji bo bipêşketinê nîşan dide.
· Goga futbolê: Girêdana nasnameya werzişî û armancên li ser zemîna lîstikê diyar dike.
· Roj: Sembola ronahî, hêvî û destpêkên nû ye. Rengê şîn jî dîroka tîmê bi ruhê nûjen diparêze.
· Rengê zêrîn: Wateya serfirazî û serkeftinê li logoyê zêde dike.
Birêvebiriya tîmê destnîşan kir ku ev gav dê hesta aîdiyetê ya li bajar xurttir bike û di dîroka tîmê de rûpeleke nû veke.


.jpg&w=3840&q=75)

