Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Birêvebir a Lîga Mala Kurdan a Leedsê Rêbiwar Şarezûrî got, "Em dixwazin li ser şêwaza Lîga Şampiyonan turnuwayeke li dar bixin.”
Mala Kurdan a Leedsê îsal turnuwayeke futbolê ji bo tîmên Kurdan ên li bajarên Brîtanyayê li dar xist.
Endamê Desteya Birêvebir a Lîga Mala Kurdan a Leedsê Rêbiwar Şarezûrî ji Rûdawê re axivî û got:
"Em bi niyet in salane vê turnuwayê li dar bixin û plan dikin ku em wê mezintir bikin û heta li gelek welatên din ên Ewropayê jî turnuwayên bi vî rengî pêk bînin."
"Turnuwaya Biratiyê"
Desteya Birêvebir a Lîga Mala Kurdan a Leedsê, di berdewamiya çalakiyên xwe de turnuwayeke futbolê bi navê "Turnuwaya Biratiyê" ji bo tîmên Kurdan ên bajarên Brîtanyayê li dar xist.
Ji bo vê mebestê 6ê Tîrmeha 2026an civîneke werzişî hat lidarxistin ku nûnerên 16 tîmên bajarên Brîtanyayê beşdarî wê bûn.
Di civînê de her tiştên li ser turnuwayê hatin gotûbêjkirin û pişka maçan hat kişandin.
6 hefteyan berdewam kir
Rêbiwar Şarezûrî li ser turnuwayê agahî dan û got:
"Lîg bi beşdariya 16 tîmên Kurdan 6 hefteyan berdewam kir. Hemû maç bi amadebûna gelek alîgir û hezkirên futbolê hatin lîstin."
Şarezûrî her wiha anî zimên ku maç ji aliyê serperiştyar û hakemên dildar ve dihatin birêvebirin û wan bi rêya Rûdawê spasiya wan kir.
Newcastle bû şampiyon
Di turnuwayê de hemû maç bi serkeftî û bi ruhê biratiyê derbas bûn.
Her du tîmên Kurdan ên bajarên Newcastle û Liverpoolê gihîştin fînalê.
Di maça fînalê de Newcastle bi golekê (1-0) bi ser ket û bû şampiyonê lîgê.
Di dawiyê de xelat ji aliyê desteya birêvebir û Mala Kurdan ve hatin belavkirin.
"Amanceke girîng e"
Rêbiwar Şarezûrî li ser armanc û mebesta lidarxistina van çalakiyan jî axivî û wiha pê de çû:
"Armanca vekirina van çalakî û lîgan, ji bo lîstikvan û rahêneran gaveke bingehîn û girîng e.
Da ku ew karibin bi awayekî zanistî li ser pêşxistina şiyanên xwe yên laşî û ramanî bixebitin.
Ev yek dikare bibe navendek da ku şiyanên ciwanan werin komkirin û jêhatiyên wan bi pêş bikevin."
Beriya destpêkirina her maçekê ji aliyê Newroz Babanî ve gotarekî taybet li ser lîga biratiyê, yekrêziya navbera Kurdan û belavkirina ruhê werzişî dihat pêşkêşkirin.
"Em sponsoran dixwazin"
Endamê Desteya Birêvebir Rêbwar Şarezûrî eşkere kir ku ew dixwazin turnuwayeke li ser asta Ewropayê jî li dar bixin.
Şarezûrî daxwaza piştgiriyê kir û got:
"Em dixwazin li ser şêwaza Lîga Şampiyonan turnuwayeke li dar bixin da ku tîmên yekem û duyem ên her welatekî tê de beşdar bibin.
Lê bi rastî ji bo ku em karibin vê ramanê bikin pratîk, em daxwazê ji şirket û sermayedarên Kurd ên li Kurdistan û Ewropayê dikin ku bibin sponsorên me."



