Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora tîma nû ya Lîga Super a Trendyolê ku amadehiyên sezona nû didomîne, di maça dostaniyê de tîma futbolê ya Dihokê ya ku di Lîga Premier a Îraqê de dilîze 2-0 têk bir.
Amedspor amadehiyên sezona nû li Burdurê didomîne.
Amedspor û Dihoka ku demeke li heman bajarî kampê dike li Stadyuma Ataturkê ya Ispartayê hatin pêşberî hev.
Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi di maça li hemberî Dihokê de bi Alban Lafont, Umut Meraş, David Bates, Mehmet Yeşîl, Berk Kizildemîr, Ryan Raveloson, Furkan Soyalp, Erma Klasniqi, Dia Saba û Daniel Moreno Mbaye Diagne derket qadê.
Amedsporê di xuleka 19an a maçê de bi gola Cem Ustundag 1-0 bi pêş ket.
Tîma Amedê zexta xwe domand û di xuleka 27an de bi gola Mbaye Diagne ferq derxist 2yan.
Amedsporê nîveka yekem 2-0 li pêş bi dawî kir.
Tîma Amedê di nîvê duyem de jî ev skora xwe parast û maç 2-0 bi dawî bû.

.webp&w=3840&q=75)


