Hewlêr (Rûdaw) - Di fînala Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de Arjantîn û Spanya dê girê xwe bi hev bixwerînin.
Arjantînê di maça nîvfînalê ya Kupaya Cîhanê de, Îngilistan 2-1 têk bir û derbasî fînalê bû.
Arjantîn di destpêka maçê de 1-0 li paş ma lê bi golên Fernandez û Lautaro Martinez vegeriya û serkeftin bû pişka wê.
Asîstên her du golan jî ji aliyê Loinel Messi ve hatin kirin.
Arjantîn bi vê encamê di fînalê de bû rikeberê Spanyayê.
Arjantîn ji fînalan têr nebû
Arjantîna ku di fînala Kupaya Cîhanê ya 2022yan de zora Fransayê biribû û bûbû şampiyon, sala 2026an jî gihîşt fînalê.
Arjantîn sala 2014an jî bi Almanyayê derketibû maça fînalê.
Arjantîn bi vî rengî di 4 turnuvayên Kupaya Cîhanê yên dawî de sisê caran gihîşt fînalê.
Tîma Arjantînê bi vê performansa xwe ya serkeftî careke din nîşan da ku di futbola cîhanê de yek ji tîmên herî xurt e.
Li hêla din, Fransa û Spanya di Kupaya Cîhanê ya 2026an de û ji bo fînalê hatibûn pêşberî hev û Spanya 2-0 bi ser ketibû û navê xwe li fînalê nivîsandibû.
Arjantîn û Spanya dê 19ê Tîrmehê (yekşem) ji bo hilgaftina Kupaya Cîhanê werin pêşberî hev.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
