Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Arjantînê cihê xwe di nîvfînala Kupaya Cîhanê ya 2026an de mîsoger kir.
Îro destê sibehê Arjantînê bi encama 3-1 zora tîma neteweyî ya Swîsreyê bir.
Maç di dema asayî de bi wekheviya 1-1 bi dawî bû lê lîstikvanên Arjantînê di dema zêdekirî de tecrubeya xwe li ser Swîsreyiyan ferz kir.
Piştî ku Lionel Messi lêdaneke kuncikê bi baldarî bi kar anî, Alexis Mac Allister bi lêdaneke serî ya bi hêz gola pêşketinê ya Arjantînê avêt.
Di nîvê duyem de, Swîsreyî vegeriyan nav atmosfera maçê.
Di xuleka 67an de Ndoye piştî pevguhertina gogê ya bi hevalên xwe re, derbasî nav qada cezayê bû û bi lêdaneke bi hêz gola wekheviyê tomar kir.
Vê golê alîgirên Arjantînê demekê bêdeng kir.
Arjantînê di dema zêdekirî de mîsoger kir
Dema ku her kes li benda lêdanên penaltiyê bû, Julian Alvarez di xuleka 114an a dema zêdekirî de bi gola duyem a Arjantînê avêt.
Di xuleka 120an de Lautaro Martinez di êrişeke birêkûpêk de gola sêyem a Arjantînê zêde kir û bilêta qonaxa nîvfînalê birî.
Bi vê encamê, Arjantîn dê di qonaxa nîvfînala Kupaya Cîhanê de rûbirûyî tîma neteweyî ya Îngilistanê bibe.
Îngilistan berê bi serkeftina li hemberî Norwecê gihîştibû vê qonaxê.




