Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Arjantînê di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya 2026an de bi vegereke dîrokî zora Misirê bir, Arjantînê 3-2 Misir têk bir û bilêta çaryeka fînalê bi dest xist.
Misirê bi awayekî pir baş dest bi maçê kir û di xuleka 15an de bi gola Yasser Ibrahim 1-0 ket pêş.
Di xuleka 21ê de Arjantînê derfeteke zêrîn ji bo wekheviyê bi dest xist lê kaptanê tîmê Lionel Messi nekarî penaltiyê bike gol û qelevanê Misirê Mustafa Shobier bi serkeftî rê li ber gola Messi girt.
Di nîvê duyem de Misirê zexta xwe zêdetir kir û di xuleka 67an de Mustafa Ziko piştî êrişeke bilez encam kir 2-0.
Di wê kêliyê de gelek temaşevan li benda serkeftina Misirê bûn.
Arjantînê di 10 xulekên dawî de şerê xwe gurtir kir û di xuleka 80yî de Cristian Romero bi asîsteke Messi ferq daxist yekê.
Tenê 3 xulek piştî vê golê, di xuleka 83yan de Messi bi lêdaneke bihêz encam kir 2-2 û wekhevî anî qadê.
Arjantînê zexta xwe ya ji bo gola serkeftinê domand û di xuleka 92yan de Enzo Fernandez gola sêyem avêt û Arjantîn 3-2 bi ser ket.
Bi vê serkeftinê Arjantînê parastina nasnavê xwe domand û Misirê jî tevî lîstikeke baş xatir ji Kupaya Cîhanê xwest.
Arjantîn dê di çaryeka fînalê de li hemberî serkeftiyê maça Swîsre û Kolombiayê bilîze.




