Hewlêr (Rûdaw) - Spanyayê di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, bi encama 1-0 zora Portugalê bir û derbasî çaryeka fînalê bû û Cristiano Ronaldo xatirê xwe xwest.
Kupaya Cîhanê ya 2026an bi mazûvaniya Amerîka, Kanada û Meksîkayê berdewam dike.
Di qonaxa 16an de Portugal bi rahêneriya Roberto Martinez û Spanya bi rahêneriya Luis de la Fuente hatin pêşberî hev.
Pêşbirk li Dallasê li Stadyuma AT&Tê hat lîstin û hakemê Îngilîz Anthony Taylor maç bi rê ve bir.
Gola serkeftinê di xuleka dawî de hat
Spanyayê bi encama 1-0 zora Portugalê bir û bilêta çaryeka fînalê berda xurcika xwe.
Di xuleka 90+1ê de Mikel Merino gola serkeftinê ya Spanyayê şand nava toran.
Spanya dê di çaryeka fînalê de bi Belçîkayê re bilîze.
"Ojdanê min rihet e"
Cristiano Ronaldo piştî maçê destnîşan kir ku di futbolê de serkeftin û têkçûn hene û ojdanê wî rehet e.
Ronaldo li ser pirsa ku gelo wî dawî li kariyera xwe ya tîma neteweyî aniye yan na axivî û diyar kir ku ew biryarên ji nişkê ve nade û got:
"Pêwîstiya min bi demê heye da ku ez bifikirim, bi malbata xwe re biaxivim û têkçûna Portugalê û rewşa xwe ya şexsî binirxînim.
Ez li benda çûyîna rahêner im, ji xwe wî bi xwe ev yek eşkere kiribû."
Cristiano îro dev ji futbolê bernade
Ronaldoyê 41 salî anî zimên ku ew dê dev ji kariyera xwe ya futbolê bernede û spasiya alîgirên xwe yên li Erebistana Siûdî kir û li pey çû û got:
"Ez dizanim ku ew li cem min in. Ew hemû alîgirên min ên mezin in. Bila wisa berdewam bikin çimkî Cristiano îro dev ji kariyera xwe bernade."
Ronaldo eşkere kir ku wî piştî maçê li jûra cilguhertinê ji hevalên xwe yên tîmê re tiştek negotiye.




