Hewlêr (Rûdaw) - Îngilistanê di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de li Mexico Cityê 3-2 zora Meksîkayê bir û derbasî çaryeka fînalê bû.
Îngilistan piştî 40 salan ji Meksîkayê bi kêfxweşî vegeriya û dê di çaryeka fînalê de li hemberî Norwecê dakeve qadê.
Tîma Îngilistanê maça xwe ya dawî ya li Stadyuma Aztecayê di çaryeka fînala Kupaya Cîhanê ya 1986an de li hemberî Arjentînê lîstibû û di wê maça dîrokî de têk çûbû.
Wê demê Diego Armando Maradona hem bi destê xwe golek kiribû hem jî gelek lîstikvanên Îngilîz derbas kiribûn û tîma Îngilistanê ji Kupayê kiribû.
Harry Kane ket lîsteya golkaran
Lîstikvanê golkar ê Îngilistanê Harry Kane, bi golên xwe yên di Kupaya Cîhanê de navê xwe li lîsteya lîstikvanên herî golkar ên turnuvayê nivîsand.
Kane bi gola xwe ya li hemberî Meksîkayê gola xwe ya 5emîn a di Kupaya Cîhanê ya 2026an de tomar kir.
Wî berê jî torên Xirwatistan (2), Panama û Komara Demokratîk a Kongoyê hejandibûn û vê carê jî tora Meksîkayê hejand.
Hejmara giştî ya golên Kane yên di Kupaya Cîhanê de gihîşt 14an.
Bi vê hejmarê ew bi futbolîstê Alman Gerd Muller re ket heman rêzê û bû yek ji 6 lîstikvanên herî golkar.
Her wiha Kane di vê sezonê de di kariyera xwe ya tîm û tîma neteweyî de gola xwe ya 73yan kir.
Meksîkayê vê carê fînal nedît
Meksîkaya ku cara sêyem mazûvaniya Kupaya Cîhanê dike, nekarî kevneşopiya xwe ya derbasbûna fînalan di sala 2026an de bidomîne.
Meksîka salên 1970 û 1986an mazûvan bû û wan caran derbasî çaryeka fînalê bûbû.
Stadyuma Azteca ji bo Meksîkayê êdî ne keleh e
Tîma Neteweyî ya Meksîkayê ya ku di pêşbirkên Kupaya Cîhanê de Stadyuma Aztecayê ya dîrokî ji xwe re kiribû keleh, têkçûna xwe ya pêşî ya di maçên Kupaya Cîhanê yên li vê stadyumê de bê destê Îngilîzan dît.
Meksîkayê di maçên Kupaya Cîhanê yên berê yên li Stadyuma Aztecayê de 7 serkeftin û 3 wekhevî bi dest xistibûn lê bi vê maçê re cara yekem têk çû.
Meksîka li Stadyuma Aztecayê 90 maçên fermî lîstibû, di 70 maçan de bi ser ketibû û di 17an de jî wekhev mabû û bi tevahî sê caran têk çûbû.
Tîma Neteweyî ya Meksîkayê têkçûna xwe ya dawî ya li Aztecayê 6ê Îlona 2013an bi encama 2-1 li hemberî Hondurasê dîtibû.
Di maça 5emîn de gol xwar
Meksîkaya ku bi Spanyayê re yek ji wan du tîman bû ku di Kupaya Cîhanê de gol nexwaribûn, neşiya li hemberî Îngilistanê qeleya xwe biparêze.
Kesê yekem ê ku torên Meksîkayê hejandin bû Jude Bellingham.




