Hewlêr (Rûdaw) - Norwecê di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, bi du golên stêrka xwe Erling Haaland 2-1 zora Brezîlyayê bir û derbasî çaryeka fînalê bû.
Pêşbirka di navbera Brezîlya û Norwecê de li Stadyuma New Jerseyyê hat lîstin.
Di xuleka 14an a maçê de Brezîlyayê penaltî bi dest xist lê lîstikvanê wê Bruno Guimaraes gog neşand nava toran.
Bi vî awayî nîvê yekem a maçê bê gol bi dawî bû.
Şova Haaland
Norwec di nîvê duyem de xurtir lîst.
Xuleka 79an Erling Haaland bi lêdana serî gog şand nava toran û Norwec 1-0 ket pêş.
Stêrka Norwecî Haaland xuleka 90î careke din derket ser dikê û gola xwe ya duyem kir û encam kir 2-0.
Gola Neymar têra Brezîlyayê nekir
Di xuleka 90+10an de Brezîlyayê penaltiyek bi dest xist.
Neymar çû pişt gogê û ew şand nava toran lê vê golê têra Brezîlyayê nekir û maç bi 2-1ê bi dawî bû.
Norwec bi vê serkeftinê derbasî çaryeka fînalê bû û Brezîlyayê jî ji turnuvayê xatir xwest.
Norwec dê di çaryeka fînalê de li hemberî Îngilistanê dakeve qadê.




