Hewlêr (Rûdaw) - Di tura 16an a Kupaya Cîhanê de ji bo hezkiriyên fotbolê "fînaleleyeke pêşwext" heye.
Di maça qerase ya di navbera Brezîlya û Norwecê de, dê yek ji du lîstikvanên herî baş ên cîhanê Vinicius Junior yan jî Erling Haaland îşev xatir ji tûrnûvayê bixwaze.
Bahoza kelecana Kupaya Cîhanê bi tura 16an didome.
Stadyuma MetLifeyê ya li New Jerseyê îşev demjimêr 23:00yan dê bibe mazûvana yek ji hevdîtinên herî taybet ên dîroka fotbolê.
Li aliyekî tîma ku yek ji namzeda herî mezin a şampiyoniyê ye, Brezîlyayê di bin serkêşiya Vinicius Junior de ye.
Li aliyê din jî Norweca "Vîkîng" heye ku dixwaze bi Erling Haaland re dîrokê binivîse.
Sambaker xetayan naxwazin
Brezîlyaya ku favoriya tûrnûvayê ye, amadekariyên xwe yên dawî li navendên Columbia Parkê yên li New Jerseyê qedandin.
Her çend ji ber serkeftina zehmet a li hemberî Japonyayê rexne lê werin girtin jî Brezîlya bi kalîteya lîstikvanên xwe hîn jî yek ji tîmên herî metirsîdar e.
Rêberê tîmê Vinicius Junior di 4 maçên tûrnûvayê de bi 4 gol û asîstekê îspat kir ku di lûtkeya forma xwe de ye.
Vini armanc dike ku îşev jî barê tîma xwe hilgire ser milê xwe û bilêta çaryeka fînalê bi dest bixe.
Vîkîng li pey nivîsandina dîrokê ne
Li aliyê Norwecê jî tenê armancek heye. Ew jî nûkirina dîrokê û derketina çaryeka fînalê ya cara yekem e.
Norweca ku piştî têkbirina Ivory Coastê (Berava Diranfîl) derket vê tûrê, wekî yek ji tîmên herî sosret û bi dîsîplîn ên tûrnûvayê balê dikişîne.
Kozê herî mezin ê tîmê Erling Haaland e ku bi 5 golên xwe di pêşbaziya golan de di lûtkeyê de ye.
Haaland dixwaze li Stadyuma MetLifeyê parastina Brezîlyayê derbas bike û welatê xwe bigihîne serkeftina herî mezin a dîroka fotbolê.
Rûhê sala 1998an li ser kursiyê ye
Yek ji detayên herî balkêş ên maçê li ser kursiyê yedek ê Norveçê veşartiye.
Rahênerê Norwecê Stale Solbakken di Kupaya Cîhanê ya sala 1998an de, di wê maça herî taybet de ku Norwecê Brezîlya têk biribû, wekî lîstikvan di qadê de bû.
Solbakken piştî salan vê carê wekî rahêner dixwaze heman serkeftinê ducare bike.
Ew niha hesabên wê yekê dike ku Brezîlyayê careke din ji tûrnûvayê derxe.
Dê stêrkek xatir bixwaze
Vinicius an jî Haaland piştî vî maçê dê yek ji wan ji Kuapaya Cîhanê xatir bixwaze.
Tîma ku di maçê de bi ser bikeve dê navê xwe di nav 8 tîmên dawî de binivîse.
Tîma ku têk biçe jî dê bi bêhêvîbûneke mezin vegere welatê xwe.




