Hewlêr (Rûdaw) - Di qonaxa 32yan a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, Misir û Awistralya hatin pêşberî hev.
Maça ku dema asayî û dema zêdekirî ya 120 xulekan 1-1 bi dawî bû, Misir di penaltiyan de bi ser ket û navê xwe li qonaxa 16an nivîsand.
Maç li Stadyuma AT&Tya li bajarê Dallasê yê Amerîkayê hat lîstin.
Di xuleka 13an a maçê de Ashour top şand nava toran û tîma xwe xist pêş.
Misirê nîveka ewil a maçê bi encama 1-0 li pêş temam kir.
Di xuleka 55an de lîstikvanê Misirê Hany bi xeletî top şand nava torên tîma xwe û encam bû 1-1.
Dema asayî ya maçê bi vê wekheviyê bi dawî bû û ji bo diyarkirina serkeftiyê dema zêdekirî dest pê kir.
Di her du nîvekan ên dema zêdekirî de jî encam neguherî û tîm çûn penaltiyan.
Misirê di penaltiyan de 4-2 zora reqîbê xwe bir û derbasî qonaxa 16an bû.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
