Hewlêr (Rûdaw) - Adidasê ji Rûdawê re ragihand ku formayê lîstikvanê Kurd Denîz Undav, yek ji pênc formayên tîma Almanyayê ye ku herî zêde tên firotin.
Adidasê her wiha da zanîn ku firotina formayên tîma neteweyî ya Almanyayê ya di Kupaya Cîhanê ya îsal de, li gorî Kupaya Cîhanê ya li Qeterê sê qatan zêdetir bûye.
Firotina formayan sê qatan zêde bûye
Birêvebirê Giştî yê Şaxa Ewropayê ya Şirketa Adidasê Oliver Bruggen, ji Rûdawê re got:
"Me heta niha li seranserê cîhanê ji bo Kupaya Cîhanê ya 2026an nêzîkî 3 milyon formayên nû yên tîma neteweyî ya Almanyayê firotine.
Ev jî sê qatê wê hejmarê ye ku di Kupaya Cîhanê ya li Qeterê de hatibû firotin."
Berpirsê Adidasê li ser formayên wan lîstikvanên Almanyayê ku herî zêde daxwaz li ser wan hebû û yek ji wan jî lîstikvanê Kurd Denîz Undav e, ev agahî dan:
"Formaya Denîz yek ji pênc formayên lîstikvanên Almanyayê ye ku herî zêde tên firotin.
Ji ber daxwazeke zêde û bêhempa ya li ser formayên (Undav, Havertz û Pavlovic), demeke kurt tîpa 'V'yê li depoyên çapkirina navan xelas bû û pirsgirêk ji me re çêkir lê niha pirsgirêk hatiye çareserkirin."
Performansa Denîz Undav
Tîma neteweyî ya Almanyayê di maça qonaxa 32 tîmên dawî ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de ku li bajarê Bostonê yê Amerîkayê hat lîstin de, li hemberî Paraguayê têk çû û berê xwe da mala xwe.
Denîz Undav di vê Kupaya Cîhanê de stêrkeke diyar a tîma Almanyayê bû, wî 3 gol kirin û pasa 2 golan jî da.
Lîstikvanê 29 salî Denîz Undav, lîstikvanê tîma Stuttgartê ya Almanyayê ye û heta sala 2029an bi tîmê re peymana wî heye.
Li gorî medyaya Almanyayê, Undav her sal 5 milyon euroyan werdigire û tenê ji bo îmzekirina peymana nû jî 4 milyon euro wekî xelat wergirtiye.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

