Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Kurd ê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Denîz Undav, bi performansa xwe ya di pêşbirkên navneteweyî de balê dikişîne ser xwe.
Li aliyê din, ev lîstikvanê Kurd ji ber nasnameya xwe li Tirkiyeyê rastî êrişên nîjadperest tê.
Di maça xwe ya duyem a Kupaya Cîhanê de Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê li hemberî Tîma Neteweyî ya Paraguayê 1-0 têk çûbû û ji kupayê xatir xwest.
Di heman demê de Tîma Neteweyî ya Almanyayê jî li hemberî Tîma Neteweyî ya Ivory Coastê bi 2 golên Denîz Undav bi ser ketibû û tûr avêtibû.
Undavê Kurd her wiha di maça yekem de jî golek avêtibû û diha di Kuapaya Cîhanê de 3 golên wî hene.
Piştî van maçan, performansa Denîz Undav bala cîhanê kişand ser xwe.
Li aliyên din nîqaşên li ser Denîz Undav careke din li Tirkiyeyê bûn rojev.
Xizmê Denîz Undav, rojnameger Eyup Burç, li ser çîroka wî û van êrişan ji Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî.
Koka malbatê û koçberiya ber bi Almanyayê ve
Rojnameger Eyup Burç diyar kir ku ew û Denîz Undav xizmên hev in û koka wan digihêje hev.
Eyup Burç li ser koka malbata Denîz Undav ev agahî dan:
"Denîz neviyê xalê min e. Em ji gundê Zewrayê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê ne.
Problemeke mezin li gundê Zewrayê heye, gelekKurdên me yên Misilman ketinê û jê dernakevin.
Lê ji ber zext dewleta Tirkiyeyê yên di salên 80yî de, Kurdên Êzidî neçar man gundên xwe terk bikin.
Denîz jî lawekî ji wan kesan e ku salên 80yî de gund û warên xwe terk kirine çûne Almanyayê."
Di nava karkertiyê de mezin bû
Denîz Undav sala 1996an li Almanyayê ji dayîk bûye.
Eyup Burç destnîşan kir ku Denîz ji nav malbateke karker derketiye û anî zimên ku ew bi xwe jî berê di kargehan de wekî karker xebitiye û bi kedeke mezin gihîştiye vê astê.
"Ez ne Tirk im, ez Kurd im"
Li Tirkiyeyê gelek kes dipirsin bê çima Denîz Undav Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê hilnebijartiye.
Eyup Burç eşkere kir ku sedema sereke ya nîqaşan û êrişan ew e ku Denîz nasnameya xwe venaşêre.
Burç got, "Dema ji Denîz hat pirsîn bê ka ew Tirk e, wî got, 'Na, ez ne Tirk im, ez Kurd im.' Ji ber ku wî nasnameya xwe ya Kurdî anî zimên, hinek kesan ew wekî terorîst îlan kir."
Lîstikvanên Kurd navên xwe diguherînin
Eyup Burç bi bîr anî ku zîhniyeta li Tirkiyeyê Kurdan wekî Kurd qebûl nake û ji wan dixwaze ku bibêjin "em Tirk in".
Burç ji bo vê yekê mînakeke din jî da û wiha anî zimên:
"Lîstikvanekî din ê Kurd ê bi navê Ozan heye. Ew jî nedan lîstikandin, çimkî Ozan jî got 'ez Kurd im'. Ji ber ku got 'ez Kurd im' rê li ber wî jî girtin."
Eyup Burç her wiha got, "Heta ku di Lîga Super a Tirkiyeyê de jî gelek Kurdên me hene ku neçar mane navên xwe yên Kurdî biguherînin û navê Tirkî li xwe bikin.
Kurd bi navê xwe û bi nasnameya xwe nayên qebûlkirin. Ez bawer im ku bûyera Denîz di vê mijarê de li Tirkiyeyê destpêka guftûgoyekê ye."
"Bûyera Denîz ji bo Tirkiyeyê mînakeke baş e"
Li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ku "Gelo ev rûdana Denîz Undav dikare li Tirkiyeyê bibe sedema xwerexnekirinê, bi taybetî di demekê de ku qala pêvajoya aştiyê û tê kirin?", Eyup Burç ev bersiv da:
"Ez dibînim ku ev bûyer nimûneyeke gelekî balkêş e û baş e. Denîz ne tenê em Kurd dilxweş kirin. Pêwîst e ev mijar li nav Tirkiyeyê werin gotûbêjkirin."
Burç bal kişand ser zîhniyeta saziyên Tirkiyeyê û got:
"Divê em nîqaş bikin ka em dê çawa vê zîhniyeta nîjadperest ji lîga Tirkiyeyê, ji dezgeh û dewletê rakin û di nav gel û medyaya de paqij bikin.
Ev hemû ew pirsgirêk in ku li pêşiya entegrasyona Kurd û Tirkan asteng in. Bûyera Denîz dikare bibe wesîleyek ku dan û standin li ser van mijaran werin kirin."



