Hewlêr (Rûdaw) - Denîz Undavê ku di Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de bi du golên xwe pişta Ivory Coastê şikand, niha bi çîroka jiyana xwe û malbata xwe di rojeva cîhanê de ye.
Medyaya cîhanê balê dikişîne ser Denîz Undavê ku di xuleka 60î de ket maçê û qedera wê guhert.
Her wiha jiyana wî ya ji lîgên jêr heta Kupaya Cîhanê û hevjîna wî Tanja Undava ku bi salan e li kêleka wî ye, tên meraqkirin.
Lîstikvanê stêrk ê tîma VfB Stuttgartê û Tîma Neteweyî ya Almanyayê Denîz Undav, bû yek ji navên ku herî zêde di Kupaya Cîhanê de qala wan tê kirin.
Berevajî gelek futbolîstên ku di binavahiyên tîmên mezin de mezin bûne, Undav bi têkoşîneke dijwar gihîştiye lûtkeyê.
Kurê malbateke Kurd a ji Rihayê ye
Malbata Denîz Undav piştî derbeya leşkerî ya sala 1980yî, ji ber zextên siyasî û sedemên aborî yên li Tirkiyeyê koç kir.
Bapîrê wî û mezinên malbatê ku ji gundê xwe derketin, li bajarê Varelê yê eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê bi cih bûn.
Denîz Undav sala 1996an li Varelê ji dayîk bû û li bajarokê Achimê yê nêzîkî Bremenê mezin bû.
Ew ji malbateke Kurd a Êzidî ye ku koka wan digihe gundê Zewrayê yê Wêranşara Rihayê.
Undav di destpêka kariyera xwe ya futbolê de rastî gelek astengiyan hat.
Ji ber taybetiyên xwe yên fîzîkî di gelek klubên de derfet nedît, di destpêka kariyera xwe de di lîgên jêr de lîst û demekê perwerdeya operatoriya makîneyan dît.
Wê demê dihat nîqaşkirin bê ma ew dê karibe bibe futbolîstekî profesyonel yan na.
Lê Undav dev jê berneda û ji lîgên jêr ên Almanyayê dest pê kir, li Belçîka û Îngilistanê serkeftinên mezin bi dest xistin.
Paşê bi performansa xwe ya li VfB Stuttgartê heta Tîma Neteweyî ya Almanyayê bilind bû.

Jiyana wî balê dikişîne
Piştî du golên ku avêtin qeleya Ivory Coastê, saziyên medyaya Alman, Brîtanya û navneteweyî bi berfirehî cih dan koka wî, zarokatî, jiyana malbatî û çîroka kariyera wî.
Bi taybetî koka wî ya Kurd û gihîştina wî ya ji lîgên jêr a heta stêrkên Kupaya Cîhanê, ji aliyê hezkirên futbolê ve bi eleqeyeke mezin tê şopandin.
Li ser torên civakî gelek bikarhêneran şîroveyên bi rengê "Futbolîstekî ku demekê di lîgên jêr de dixebitî, îro li Kupaya Cîhanê barê Almanyayê li ser milê xwe hildigire" kirin.

Çîroka evînê ya berî navdarbûnê
Di çîroka jiyana Denîz Undav de hevjîna wî Tanja Undav xwedî cihekî taybet e.
Wan di wan salan de hev nas kir ku Denîz hîn ne navdar bû û di lîgên jêr de li pêşeroja xwe digeriya.
Wê demê hîn ne Tîma Neteweyî û ne jî Kupaya Cîhanê di rojevê de bûn.
Di van salên dirêj de Tanja bû yek ji piştgirên herî mezin ên Undav.
Ew meha Çiriya Paşîn a 2021ê li bajarê Achimê yê Almanyayê zewicîn û Tebaxa 2024an keça wan çêbû.
Tanja Undav kî ye?
Li gorî agahiyên di medyaya Almanyayê de, Tanja Undav jî li bajarê Achimê mezin bûye û gelek sal in di jiyana Denîz Undav de ye.
Tanja berevajî hevjînên gelek futbolîstên navdar, jiyaneke dûrî medyayê tercîh dike. Ew zêdetir di maçên girîng ên hevjînê xwe de û di merasimên xelatdayînê de tê dîtin.
Piştgira bêdeng
Di nûçeyên cuda yên medyaya Almanyayê de tê destnîşankirin ku Tanja bi taybetî di demên zehmet ên kariyera Denîz Undav de li kêleka wî bûye û di warê jiyana tendurist û xebata dîsîplînî de her tim piştgiriya wî kiriye.
Îro çîroka Denîz Undav ku bûye yek ji navên herî girîng ên Kupa Cîhanê, ne tenê bi golên xwe, wekî kurê malbateke Kurd a Êzidî ya ji Rihayê ku ji lîgên jêr hatiye û qedera Almanyayê guhertiye balê dikişîne.




