Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Bochumê yê Almanyayê ji bo Kurdên diyasporayê turnuvaya futbolê tê lidarxistin.
Ew turnuvaya dê 14ê Hezîrana 2026an dest pê bike.
Ew çalakî wekî şampiyoniya tîmên Kurdan e û îsal 32 tîm beşdarî vê şampiyoniyê dibin.
“Ev çaremîn sal e”
Yek ji rahêneran Ferhad Şemê ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî.
Ferhad Şemê da zanîn ku ev çalakî her sal tê lidarxistin û wî diyar kir ku ev çaremîn sal e ew vê turnuvaya li dar dixin.
Beşdarên turnuvayê ji seranserê Almanyayê diçin.
Her wiha ji welatên din ên Ewropayê yên wekî Holenda, Belçîka û Awisturyayê jî tîm tevlî dibin.
Tîm ji Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê pêk tên.
Bi taybetî jî Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê herî zêde ne.
Armanc nêzîkkirina Kurdan e
Ferhad Şemê diyar kir ku armanca wan a sereke ne tenê serkeftina di maçan de ye.
Wî anî zimên ku ew dixwazin Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li hev kom bikin û nêzîkî hev bikin.
Di wê çalakiyê de ji bilî futbolê muzîk û govendên Kurdî jî hene.
Par nêzîkî 3 hezar heta 3 hezar û 500 kes beşdarî turnuvayê bûbûn.
Tê pêşbînîkirin ku îsal nêzîkî 5 hezar kes tevlî wê çalakiya mezin bibin.



