Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rêxistina Hengawê, Îranê di meha Çiriya pêşîn de herî kêm 85 girtî îdam kirine ku 6 ji wan bi tohmetên siyasî dihatin girtin.
Bi van îdaman re hejmara giştî ya kesên ku ji destpêka îsal ve li wî welatî hatine îdamkirin gihîşte herî kêm 689 kesan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ya ku navenda wê li Oslloyê ye, raporek belav kir.
Hengawê diyar kir ku bibidarvekirin li girtîgehên cuda yên li seranserê Îranê hatine kirin.
Ev hejmar li gorî meha îlonê ji sedî 25 zêdebûnekê nîşan dide.
Di îlonê de herî kêm 68 girtî hatibûn îdamkirin ku 4 ji wan jin û 4 jî girtiyên siyasî bûn.
Rayedarên Îranê nûçeyên piraniya van îdaman naweşînin.
Ji ber vê yekê, piştrastkirin û şopandina raporên ku ji aliyê xizmên kesên hatine îdamkirin an jî rojnamegerên serbixwe ve tên ragihandin, ji rêxistinên mafên mirovan re dimîne.
Hengawê da zanîn ku nasnameya 83 kesên hatine îdamkirin hatiye piştrastkirin û lêkolînên ji bo tesbîtkirina nasnameya 2 kesên din jî didomin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Norwêcê ye jî ragihand ku di nav wan 690 kesên hatine îdamkirin de 2 kes di bin 18 saliyê re bûne.
Îdam wekî amûra zextê tê bikaranîn
Hêzên Îranê ji mêj ve îdam û daliqandinên li ber çavên xelkê wekî amûrekê bi kar tînin da ku rê li ber xwenîşandanan bigirin û dengê mixalefetê bibirin.
Ev yek dilgiraniya rêxistinên mafên mirovan a li ser bikaranîna cezayê bibidarvekirinê zêdetir dike.
Li gorî Hengawê, ji wan 85 îdamên ku di çiriya pêşîn de hatine tomarkirin tenê 10 doz ji aliyê medyaya fermî ya dewleta Îranê yan malperên ser bi desteya dadweriyê ve hatine ragihandin.
Hengawê ragihand, "Cezayê mirinê yê 9 girtiyan bi veşartî hat bicihanîn, bêyî ku malbatên wan werin agahdarkirin an mafê hevdîtina dawî ji wan re bê dayîn."
Hengawê her wiha da zanîn ku 2 girtî jî li ber çavên xelkê hatine daliqandin.
Tohmetên siyasî û kuştina bi qestî
Hengawê eşkere kir ku di meha çiriya pêşîn de 6 girtiyên siyasî û kesên ku di çarçoveya xwenîşandanên meha kanûna paşîn û şerê bi Amerîkayê re hatibûn girtin, hatine îdamkirin.
Ev kes bi tohmetên wekî "muharebe" (dijminahiya li hemberî Xwedê), sîxurî û serhildana çekdarî hatibûn tawanbarkirin.
Li gorî rapora Hengawê, tohmeta herî zêde ya di nav kesên çiriya pêşîn de hatine îdamkirin "kuştina bi qestî" bûye ku hejmara wan 49 doz in.
Piştî wê jî tohmetên têkildarî madeyên hişbir tên ku 29 kes bi vê hincetê hatine îdamkirin.
Girtîgeha Adil-Abadê ya Şîrazê
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) roja şemiyê ragihand ku li Girtîgeha Navendî ya Şîrazê (ku wekî Adil-Abad jî tê zanîn) 27ê Çiriya Pêşîn û 1ê Çiriya Paşîn 5 girtî hatine îdamkirin.
Dema belavkirina rapora IHRyê, ev 5 îdam ji aliyê medyaya dewletê yan rayedarên fermî yên Îranê ve nehatibûn ragihandin.
IHRyê her wiha hişyarî da ku metirsiya îdamkirinê li ser 12 girtiyên din ên li Girtîgeha Adil-Abadê heye.
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê bidarvekirinê yê wan erê kiriye û dosyayên wan ji beşa bicihanîna biryaran a girtîgehê re hatine şandin.
Rapora HRANAyê: Zêdebûna ji sedî 29an
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, 10ê Çiriya Pêşîn bi helkefta "Roja Cîhanî ya Dijî Cezayê Mirinê" raporek weşand.
HRANAyê diyar kir ku ji 10ê Çiriya Pêşîn a 2025an heta 8ê Çiriya Pêşîn a 2026an li seranserê Îranê herî kêm 2 hezar û 3 kes hatine îdamkirin.
Ev amar nîşan didin ku nêzîkî "her 4,35 demjimêran de kesek" hatiye îdamkirin.
Ev hejmar li gorî heman maweya par nêzîkî ji sedî 29 zêdebûnekê nîşan dide.



