Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Ewlehiyê ya Parlamentoya Îranê Ehmed Behşayeş Erdestanî got, îhtîmal heye Îran û Amerîka li Qeterê yan jî Tirkiyeyê rasterast dan û standinan bikin.
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, Ehmed Behşayeş Erdestanî li ser îhtîmala dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de axivî.
"Divê em dawî li vê rewşê bînin"
Ehmed Behşayeş Erdestanî diyar kir ku di şert û mercên niha de rêya yekane dan û standin in û divê hemû şer bi dan û standinan xelas bibin.
Ehmed Behşayeş Erdestanî got, "Divê em dawî li rewşa 'ne şer ne jî dan û standin'ê bînin."
Wî anî zimên ku dibe ku Îran û Amerîka li Qeterê yan jî Tirkiyeyê rasterast dan û standinan bikin.
Vekişîna ji Peymana NPTyê
Dem bi dem di raya giştî ya Îranê de mijara vekişîna ji Peymana Pêşîlêgirtina Belavbûna Çekên Nukleer (NPT) tê nîqaşkirin.
Erdestanî li ser vê mijarê jî daxuyanî da û wiha got:
"Ev mesele di qada navneteweyî de wî hestî çêdike ku Îran ber bi hilberîna çekên nukleerê ve diçe."



