Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîkayê yên li Îranê berdewam dikin û li gorî berpirsan û medyaya fermî ya Îranê di nava 24 demjimêrên borî de li nêzîkî 20 bajaran çend xal hatine armanckirin.
Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê yê Îranê diyar kir ku di êrişan de herî kêm 4 kes mirine.
Îranê şeveke dijwar derbas kir û Amerîka şeva 13an li pey hev êrişî deverên cuda yên Îranê kir.
Vê sibehê medyaya fermî ya Îranê belav kir ku sîstema parastina asmanî ya Tehranê xebitiye û "bi serkeftî" bersiva hinek mûşekan daye.
Şêniyên Tehranê jî li ser torên civakî xebitîna sîstema parastina asmanî li rojhilat û bakurrojhilatê bajêr piştrast kir.
Li deverên Hekîmiye û Perdîsê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin lê heta niha ti agahî li ser vê yekê ji aliyê berpirsan ve nehatine eşkerekirin.
Her wiha medyaya Îranê destnîşan kir ku li navçeya Sozayê ya ser bi girava Qişmê ya Hurmizganê ve dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin û Amerîkayê bi 2 mûşekan êrişî navçeyê kiriye.
Di yekem kêliyên destpêkirina qonaxa 13an a êrişên Amerîkayê de, Alîkarê Parêzgarê Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê Seîd Pûrelî jî piştrast kir ku deverek li sînorê Xuremavaya navenda parêzgehê hatiye armanckirin.
Heta niha ti agahî li ser mezinahiya zererên wê êrişê nehatine belavkirin û Seîd Pûrelî got, “Lêkolînên me hîn jî berdewam dikin.”
Êrişên li ser baregehên leşkerî
Her wiha li parêzgarê Burûcerdê yê parêzgeha Loristanê dengê 2 teqînên bihêz hatiye bihîstin û medyaya xwecihî amaje pê dike ku baregeheke leşkerî ya Supaya Pasdaran a Îranê hatiye armanckirin.
Careke din êrişî navçeyekê li nêzîkî navenda atomî ya Erakê hat kirin.
Alîkarê Parêzgarê Merkezî Hesen Qemerî ragihand ku xalek li derveyî bajarê Xundabê hatiye armanckirin.
Hûrgiliyên zêdetir ên êrişê nehatine belavkirin lê dezgeha ava giran a Erakê ku yek ji stratejîktirîn navendên etomî yên Îranê ye, li wê deverê ye.
Her wiha pişkên êrişan gihîştin navçeya Fîrûzabadê ya parêzgeha Farsê jî.
Xelkê navçeyê li ser torên civakî belav kiriye ku dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Careke din êrişî bendera Caskê ya li rojhilatê parêzgeha Hurmizganê hat kirin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê diyar kir ku dengê çend teqînên bihêz li benderê hatiye bihîstin.
Heta niha berpirsên Caskê bi fermî êriş piştrast an jî red nekirine.
Her wiha li Bender Ebasa navenda parêzgehê jî dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Birêvebiriya Kontrolkirina Qeyranan a Hurmizganê ragihand ku êrişî navenda parêzgehê hatiye kirin û karebaya çend deveran qut bûye.
Li gorî birêvebiriyê, di êrişê de stûnên karebayê şikestine û aliyên pêwendîdar mijûlî çareserkirina pirsgirêkê ne.
Birîndar û kuştî hene
Medyaya Îranê ji zimanê Alîkarê Parêzgarê Hurmizganê Ehmed Nefîsî ew yek jî eşkere kiriye ku di encama êrişên Amerîkayê yên li Bender Ebasê de herî kêm 2 kes birîndar bûne.
Çend navçeyek li bajarê Naînê yê parêzgeha Îsfehanê jî hatine bombebarankirin.
Li gorî medyaya xwecihî êrişî baregeha asmanî ya Enarekê hatiye kirin.
Li parêzgeha Yezdê jî li navçeyên Teft û Şêrkoyê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Medyaya Îranê diyar kir ku teqîn di encama êrişeke mûşekî û dronî ya Amerîkayê de bûye.
Li Endîmêşka Xuzistanê jî dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê teqîn piştrast kirine lê heta niha ti agahî li ser sedema wan nehatine belavkirin.
Êrişên li Ehwazê: 4 kes mirin
Her wiha li çend navçeyên bajarên Ehwaz û Umêdiyeyê yên Xuzistanê jî dengê teqînan hatiye bihîstin û medyaya xwecihî diyar dike ku çend baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran û artêşê hatine armanckirin.
Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê Weliyula Heyatî bêyî ku amaje bi cihê bombebaranê bike, êrişa Amerîkayê ya li Ehwazê piştrast kir û got ku çend navçe bi mûşekan hatine armanckirin.
Weliyula Heyatî ragihand ku di êrişekê de li bajarê Ehwazê, herî kêm 4 kes mirine û 5 jî birîndar bûne.
Medyaya fermî ya Îranê behsa teqîneke bihêz li navenda Xuremşarê ya parêzgehê jî dike lê heta niha zerer ne diyar in.
Êrişên li bircên pêwendiyan
Careke din li navçeyên Kunarek û Çabeharê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin û medyaya fermî ya Îranê destnîşan kir ku êrişî bircên pêwendiyan (radar) hatiye kirin.
Vê sibehê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan şeva 13an a li pey hev êrişî Îranê kiriye û wan pêleke din a êrişên xwe bi serkeftî temam kiriye.
Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê jî bi hinceta gihandina zererê ya bi berjewendiyên Amerîkayê berdewam bûn û bi dron û mûşekan êrişî welatên derdorê kir.



.webp&w=3840&q=75)