Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê hişyariyeke tund da Brîtanyayê ku rê ne xaka wê ji bo êrişên li ser Îranê were bikaranîn.
Supayê her wiha ragihand ku di bersiva êrişeke Amerîkayê ya li ser rêya ziyaretkarên Şîe de, wan baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Kuweytê kiriye armanc û zererên mezin gihandine wê.
Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand:
"Berbanga sibehê ya îro hêzên Amerîkayê êrişî ser rêya ziyaretkarên Îmam Husên kir.
Li beramberî vê yekê jî hêzên Supaya Pasdaran di çarçoveya pêla 26an a operasyona Nesr-2yê de bi êrişeke baregeha leşkerî ya El-Udêrî ya Amerîkayê ya li Kuweytê kir armanc."
Li gorî daxuyaniyê, di vê êrişê de yekeya taybet a şerê elektronîk a Amerîkayê ya li wê baregehê hatiye rûxandin.
Supayê her wiha da zanîn ku wan êrişî ser cihê rûniştina leşkerên wê yekeyê kiriye û di vê êrişê de gelek leşkerên Amerîkayî hatine kuştin û birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Supayê li rexê din birca çavdêriya firînê ya baregehê jî hatiye armancgirtin û zerer dîtiye.
Kuştî û birîndar li Xuzistanê
Artêşa Amerîkayê berbanga sibehê ya îro xaleke leşkerî ya deriyê sînorî ya parêzgeha Xuzistanê kir armanc.
Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê Welîullah Heyatî ragihand ku di êrişa li ser deriyê sînorî ya Şelamçeyê ya parêzgehê de, herî kêm du kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.
Supaya Pasdaran agirbestê red dike
Supaya Pasdaran red dike ku bikeve nav ti agirbest yan dan û standina nû û ragihand:
"Amerîka li qada şer de têk çûye. Ew niha dixwaze bi hîle, dek û dolaban û qalkirina vegerandina ji bo dan û standinan, derfeteke bêhnvedan û nûkirina hêzên xwe ava bike.
Em rê nadin Amerîkayê ku bi agirbesteke xapînok, depoyên xwe yên petrol û cebilxaneyê dagire û piştre dest bi êrişên xwe bike."
Bikaranîna balafirên şer ên ji Brîtanyayê radibin
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Supaya Pasdaran bal kişand ser guhertina taktîka leşkerî ya Amerîkayê û got:
"Artêşa Amerîkayê piştî destpêkirina fermî ya şer, ji keştiyên xwe yên li Okyanûsa Hindî mûşekên kruz avêtin.
Lê ji ber xelasbûna depoyên mûşekan ên wan keştiyan, ew ji doh ve neçar maye balafirên şer ên cureyê B-1 bi kar bîne ku ji baregeha asmanî ya Fairfordê ya Brîtanyayê radibin."
Supaya Pasdaran her wiha hişyariyeke tund da Brîtanyayê û ragihand:
"Her baregeha ku ji bo destdirêjiya ser xaka Îranê were bikaranîn, dê ji bo me bibe armanceke rewa.
Em hişyariyê didin rejîma Keyaniya Brîtanyayê ku xwediyê dîrokeke reş e li herêmê, bila êdî dosyeya xwe bi beşdarbûna di van destdirêjiyên Amerîkayê de girantir neke."
Êrişên Amerîkayê didomin
Êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê 12 şev in li ser hev didomin.
Her wiha li gorî medyaya Amerîkayê, Amerîkayê cara pêşîn di êrişên vê carê de balafirên B-1 bi kar anîne ku ji baregeheke asmanî ya Brîtanyayê ber bi Îranê ve firiyane.
Brîtanyayê di destpêka meha Adara 2026an de, bi rêya Keir Starmer Serokwezîrê berê yê welêt, bi fermî rê da Amerîkayê ku baregehên wê yên asmanî ji bo êrişên "parastina sînordar" ên li dijî Îranê bi kar bîne.
Hikûmeta Brîtanyayê di tîrmeha 2026an de, di bin serkirdayetiya Serokwezîrê nû Andy Burnham de, careke din pêbendbûna xwe bi vê biryarê re nû kir û rê da hêzên Amerîkayê ku bikaranîna wan baregehan bidomînin.
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
