18ê Çiriya Paşîn li Shenzhena Çînê ji bo ewlehî û birêvebiriya cîhanê civîneke balkêş hebû. Trumpê manipûlatîf, zordestê xemsar Jinping û sixûrê pispor Putin, wekî biryardarên jiyana milyonan li hev civiyan û “mêraniya” xwe careke din ravê hev da. Pêşbirka mêraniyê ewqas zêde bû, Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaichi ji nerdiwanên balafirê bigire heta salona seremoniyê ji tacîzên vê pêşbirkê xilas nebû.
Bêguman şer, şîdet û siyaset sê rewşên navhev û aloz in lê di birêvebiriya Trump, Jinping û Putin de, şîdet wek zagoneke dîplomatîk hat pejirandin. Ji ber vê asta şîdetê wek bêkarî, koçberî û newekheviya aborî her diçe bilind dibe.
Gava Şerê Sar bi dawî bû, rûyê şîdetê jî veguherî û sivîlîze bû; çand, civak, pêwendiyên şexsî û medya jî ketin bin bandora vê guhertinê. Îro di Dadgeha Cezayên Navneteweyî û DMMEyê de dosyeyên herî giran dosyeyên ji şîdeta li dijî sivîlan, etnîkî, mezhebî, tawanên li dijî jinan û olî pêk tên. Kurdistan, Rûanda, Yûgoslavya, Sîncan, Ukrayna, Gazeya Hamasê, Nîjer û Sûdan çend ji wan welatan e ku piştî salên 90î qetlîamên girseyî lê çêbûne. Miletên van welatan îro li çar aliyên cîhanê belav bûne û ji ber dîtina şîdetê trawmatîze bûne. Di nav van welatan de Kurdistan cuda ye, lewra Kurd ji ber bêstatûbûnê hîn jî nikarin serî li meqamekî navdewletî bidin û zererên xwe yên madî û manewî bînin rojevê.
Lewra bandora şîdetê tenê ji windahiyên madî pêk nayê. Bi qasî madî û fîzîkî berdêlên manewî jî hene û gava ev her du sedem yek dibin, krîzên sosyal civakan bi tawan û şîdetê re rû bi rû dihêlin. Kurdan ji ber şîdeta dewletên herêmê, bi sed hezaran mirovên xwe winda kirin, jiyan û sermiyana wan a ekonomîk lawaz ma û dewlemendiyên wan hatin talankirin.
Bi taybetî talana madî li ser çand, ziman, kesên biaqil û bilîmet û hunerê bandor dike û pir caran ev derdor yan tên fetisandin yan jî dibin malê serdestan. Mînak, du meh berê muzîkolog û lêkolîner Veysî Varli behsa dizîna 4 hezar û 971 stranên Kurdî kir. Helbet qasî stranan, stranbêj û hunermend jî hatin bişaftin. Dîsa li gorî zanyarên sosyal, şîdeta herî mezin û xedar dizîna çand û berhemên miletekî ye. Lewra di nav vê dizînê de ji xwarinê bigire heta cil û bergan, raxistina malan, warên dîrokî, mêjî û mijûliyên rojane bigire heta derûniya mirovan di dehan xalan de pîvanên neteweyekê tên xirabkirin.
Veysî Varli di heman roportajê de behsa pêwendiya muzîka Kurdî û devoka jinê jî dike û bal dikişîne ser kêmbûna rol û hilberîna jinan. Di hefteya 25ê Çiriya Paşîn de ev mijar gelekî girîng e bi ya min, ji ber ku yek ji sedemên kêmbûna hilberîna jinan jî pirbûn û belavbûna şîdetê ye. Îro hunermendên jin li dijî newekheviya hundir û derveyî civakên xwe gelek zehmetiyan dibînin û dikişînin. Li Kurdistanê jî ev tişt heye û mixabin înkar û dorpêçkirina serdestan têrê nake; saziyên me jî huner û hunermendan li gorî xwe bi nav dikin, kalîteya hunerê parçe dikin û şîdeteke nixumandî dimeşînin. Tevî ewqas kedê jî dîsa qîmeta hunermendên jin li cem siyaseta me tune. Mêr bi awayekî piştgiriya hev dikin û ji astengiyan xwe xilas dikin lê ji bo jinan nan û azadî du caran di devê şêr de ye.
Lê dîsa jî jinên Kurd dixebitin û sîmayên nû berhemên xwe derdixin. Gulan Mizgîn, yek ji navên jenerasyona nûjen e û li gorî xwe karê muzîkê dike. Ya rastî heta niha min Gulan Mizgîn zêde guhdarî nekiribû. Belkî kêmasiya min e, belkî jî dema wê nehatibû. Lê Gulanê, çend roj berê covereke bi navê Virginia û klîbek weşandine. Di klîba wê de portreyên jinên Kurd û yên biyanî li gorî karên wan tên nîşandan. Bêguman ev klîbek e û daxwazên zêde jê nayên kirin lê madem kesayetiyên sembolîk hatine bijartin, Sakîne Cansiz û çend jinên Radyoya Êrîvanê jî di klîbê de cih bigirtana hîn baştir dibû. Lewra jinên Radyoya Êrîvanê jinên modern û îlhamdar in; dîsa Sakîne Cansiz şoreşgera neteweya Kurd e û ji bo 25ê Çiriya Paşîn wekî sembol e, lewra ew rasterast bi şîdeta dewleta Tirk hat kuştin.
Wekî din stran xweş e û diyariya ji bo nivîskara Îngilîz Virginia Woolfê jî ne xirab e. Mixabin ji ber şîroveyên femînîstên rojavayî Woolf ji romannûsiya xwe bêhtir wekî aktîvîsta mafên jinan tê dîtin. Lê rêya kê bi xwendin û nivîsê bikeve, Woolfê dixwîne û jê fêde digire.
Gulanê, ji hezkirin û meraqa xwe kiriye stran, bi şîroveyeke maqûl jî nivîsiye û straye.
Min eciband!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



