کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Koşka Spî / Wêne: AFP

Koşka Spî / Wêne: AFP

Nêrîn

Wehma aramiyê: Dewleta nermalavê û dewleta betonî

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Rêbaz Elî
Rêbaz Elî

22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?
Nêrîn19-11-2026

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?

Omer Ehmed
Omer Ehmed
Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve
Nêrîn19-11-2026

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve

Cano Şakir
Cano Şakir
Koleksiyona Jaba hat lê…
Nêrîn17-11-2026

Koleksiyona Jaba hat lê…

Behîce Ferîde Demîr
Behîce Ferîde Demîr

Demokrasiyên pirqerebalix û bêtewş ji derve lawaz xuya dikin û pergalên bêdeng jî xurt û zexm tên dîtin lê hêza rastîn a dewletê ne di bêdengiyê de ye, di şiyana wê ya xwe-sererastkirinê de ye.

Dema tu ji dûr ve li siyaseta Amerîkayê dinêrî, dîmenekî tevlihev û pirqerebalix dibînî: Serokek li gel Kongreyê di nava rikeberiyê de ye, dadgehek biryarên Koşka Spî radiwestîne, medya bêyî tirs rexneyan li desthilatê digire û kolan jî bûye du enî.

Li aliyê din gelek pergalên hişk û girtî ji derve ve hevrêz, bêdeng û aram xuya dikin. Ew carinan tiliya xwe nîşanî vê aloziya demokrasiyê didin da ku derewa herî kevn a siyasetê ji xelkê re bifiroşin; qaşo bêdengî tê wateya aramiyê û rikeberî jî tê wateya hilweşînê.

Lê bêdengî her tim nîşaneya hêzê nîne. Gelek caran tenê rûyê pergalekê ye ku hemû deriyên xwederbirîn û henasedanê li xelkê girtine.

Ji vê nêrînê mirov dikare pergalên siyasî bike du beş; dewleta nermalavê (software) û dewleta betonî (concrete). Beton ji derve ve xurt û zexm xuya dike heta wê kêliya ku di bin zextê de carekê bi temamî dişikê.

Di dewleta betonî de her derzek bi qatek boyax û bi firçeyekê tê nixumandin da ku kes nebîne, bêyî ku kes biwêre dest bavêje sedema wê şikestinê.

Lê dewleta nermalavê pergaleke wisa ye ku her tim bi awayekî xwezayî xwe sererast dike. Dikare kêmasiyên xwe rast bike, yasayên xwe sererast bike û heta serkirdeyên xwe jî biguhere, bêyî ku avahiya dewletê bi ser xelkê de hilweşe.

Bê guman ti dewletên zindî bêyî bingeheke xurt li ser pêyan ranawestin. Pêdiviya her civakekê bi cûreyekî betonê heye ku ew jî destûr, serweriya qanûnê û parastina mafên bingehîn e da ku bi pêleke siyasî ya demkî nehêje.

Cudahiya mezin tenê di pirsekê de ye, gelo ew bingeha xurt ji bo parastina welatiyan a ji zordariya desthilatê ye, yan ji bo parastina desthilatê ye da ku destê xelkê negihêjê?

Ev heman ew pirs bû ku Karl Popper siyaset pê dipîva, ne girîng e bê ma divê kî desthilatdariyê bike, ya girîng ew e em saziyan çawa ava bikin ku serkirdeyên xerab nekaribin zerereke bêveger bidin û em karibin wan bêyî xwînrijandinê biguherin?

Ti pergal nikare garantî bike ku dê her tim yên herî baş bigihîjin lûtkeyê lê pergaleke zindî garantî dike ku deriyekî derketinê her hebe.

Dersa dîrokê ya Amerîkayê

Dîroka Amerîkayê tevî hemû pirsgirêk û kêmasiyên xwe, ji bo vê hevkêşeyê qadeke zindî ya ceribandinê ye.

Sala 1974an Richard Nixon ji ber skandala Watergateyê neçar ma dest ji kar berde çimkî rojnamegeran mijar şopand, dadgehê biryar da û Kongreyê jî bi beşek ji serkirdeyên bilind ên partiya wî re lêpirsîn jê kir. Serok çû lê dewlet nehilweşiya.

Rast e Amerîkaya îro ne ew Amerîkaya beriya nîv sedsalî ye. Cemsergireyeke tund civak dabeş kiriye. Donald Trump ji bo bi milyonan Amerîkiyan sembola vegerandina hêz û rûmetê ye û ji bo bi milyonan kesên din jî çavkaniya dilgiraniyeke kûr e li ser demokrasî û mafên mirovan.

Rexnegir jî ne neheq in dema dibêjin gelek caran nakokiya di navbera Koşka Spî û Kongreyê de li şûna nûkirina nermalavê, bêhtir dişibe pekbûna pergalê ku biryarên girîng radiwestîne û saziyan li gorî xetên partiyan dabeş dike lê di nav vê hemû xitimîn û qerebalixiyê de rastiyek her zindî dimîne; desthilat ti carî nabe tekane dadwerê kiryarên xwe. Serokê Amerîkayê çi qasî bihêz be jî ne xwediyê hemû pergalê ye.

Dadgeh dikare sînor jê re deyne, giraniya eyaletan heye û medya hîn jî dikare perdeyê ji ser tiştên ku desthilat dixwaze veşêre rake. Ev alozî ne nîşaneya hilweşînê ye, belkî dengê pergaleke xwe-sererastkirinê ye ku givaşa navxweyî vala dike da ku neteqe.

Sererastkirina şaşiyan tenê bi saziyan ve nehatiye girêdan. Aliyê herî girîng ê dewleta nermalavê ew e ku di dawiyê de xelk jî dikare berê wê rast bike.

Hilbijartinên nîvdemî yên 3yê Çiriya Paşîn a 2026an mînaka herî nû ya vê şiyanê bûn. Di demekê de ku Donald Trump hîn di Koşka Spî de ye, dengdêran bi dengên xwe hevkêşe guherand û Demokratan piraniya her du civatên Kongreyê bi dest xist da ku ji Kanûna Paşîn a 2027an ve di çavdêrî û sînorkirina desthilata cîbicîkar de roleke cuda bilîzin.

Ev yek ne dawiyê li hemû kêşeyên Amerîkayê tîne û ne jî garantiya hikûmraniyeke bêkêmasî ye lê îspat dike ku hêrsa xelkê navnîşaneke wê heye û dikare bêyî hilweşandina destûrê û bêyî qeyraneke wêranker hevsengiya desthilatê biguhere.

Berevajî vê di dewletên betonî de kêşe ne nebûna navê saziyan e. Li wir jî parlamento heye, dadgeh heye, desteya çavdêriyê û sindoqa dengan jî hene. Lê dema di pratîkê de ev hemû bi navendeke yekane ya biryarê ve tên girêdan û dilsoziya bi desthilatdar re dikeve cihê qanûn û lêpirsînê, sazî tenê dibin dekoreke yasayî û şiyana xwe-sererastkirinê di nav pergalê de dimire.

Li wir mana serkirde yan grûpa desthilatdar dibe hevwateya mana dewletê û her daxwazeke reformê jî wekî gefek li ser aramiya welêt tê dîtin.

Di dewleta betonî de qeyran nayê çareserkirin, tenê tê paşxistin heta ku xelk diweste. Sindoqa dengan li şûna ku bibe deriyek ji bo guherînê, dibe neynikek ku heman dîmenê kevn nîşan dide.

Tişta herî xeternak di van pergalan de ne hêrsa xelkê ye, belkî ew bêdengiya sar e ku gava çêdibe êdî kes bawer nake ku dengê wî dikare kevirekî ji cihê xwe bilivîne. Di hêrsê de hîn cûreyekî hêviyê heye lê bêhêviya bêdeng baweriya di navbera welatî û dewletê de ji kokê ve ziwa dike.

Hêza rastîn a her pergaleke siyasî bi wê nayê pîvandin ku kolanên wê çi qas bêdeng in, yan çi qas dikare desthilatdaran ji lêpirsînê biparêze. Belkî bi wê tê pîvandin ku çi qas şiyana xwe-sererastkirinê heye û heta çi qasî desthilata guherînê dide destê xelkê.

Çimkî di dewleta nermalavê de pergal ji bo wê ye ku xelk bikaribe desthilatê biguhere lê di dewleta betonî de desthilatdar pergalê bi kar tînin da ku xelk nekaribe wan biguhere.

Ev e nehêniya berdewamiya Amerîkayê: welatek ku her çar salan carekê û heta di nîvê rê de jî xwe datîne ber ceribandina guherînê da ku ti carî nebe beton.

Nûçeyên Têkildar

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?
Nêrîn19-11-2026

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?

Omer Ehmed
Omer Ehmed
Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve
Nêrîn19-11-2026

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve

Cano Şakir
Cano Şakir
Koleksiyona Jaba hat lê…
Nêrîn17-11-2026

Koleksiyona Jaba hat lê…

Behîce Ferîde Demîr
Behîce Ferîde Demîr
Pirsên