Xwînerê hêja;
Min vê hefteyê berê xwe da berhemeke navdar a nivîskara serkeftî Ursula K. Le Guinê, “The Lathe of Heaven” yan jî dibe ku mirov wekî “Ew Çerxa Biheştê” wergerîne bi Kurdî.
The Lathe of Heaven (1971) behsa rewşa civaka Emrîkî dike ku ew di bin bandora Şerê Vîetnamê, Şerê Sar, Bobelatên Xwezayî de ye. Çîrok li bajarê Portlandê derbas dibe lê rewşa Portlandê bi awayekî dîsutopîk hatiye avakirin. Nifûsa bajêr pir zêde bûye, xizanî, newekheviya aborî û civakî, nijadperestiyê cîvakeke bêhizûr û nexweş pêk aniye.
Zimanê pirtûkê helbestane, sade û herikbar e. Sînorê di navbera jiyana rojane ya wê dewrê û jiyana mirovên Portlanda dîsutopîk de şêlû ye. Ursula K. Le Guin ji bo avakirina cîhaneke dîsutopîk pêwîst nabîne ku behsa bûyerên mezin, afirendeyên balkêş bike, ew bala xwîner dikişîne ser aliyên dîsûtopîk, ecêb, sosret ên jiyana heyî.
Dîktatorekî dilpak; Dr. Haber
Psikiyatrîst Dr. Haber dixwaze alîkariya mirovan bike, rewşa wan baştir bike, lê dema ew George Orr nas dike û ew dest bi terapiyê dikin, em berê xwe didine pirseke qedîm: Gelo dîktatorekî dilpak dikare mirovayiyê rizgar bike?
Rastiya ku vê pirsê tîne serê xwîner ev e; Orr di xewnên xwe de dikare rabirdû û dahatûyê biguherîne. Yanê dema Dr. Haber wî hîpnoz dike, dişîne xewê, Orr di xewna xwe de dikare Şerê Cîhanê yê Yekem ji dîrokê jê bibe. Lê, dema ew Şerê Yekem ê Cîhanê jê dibe, Şerê Duyem ê Cîhanê û encamên van her du şeran jî ji dîrokê radibin.
Lê gelo jiholêrakirin û çareserkirin tên heman wateyê? Georg Orr di xewnên xwe de pirgirêkan ji holê radike, lê çareserkirin pêvajoyeke tevlihevtir û zehmetir e. Şer ji holê radibe, lê sedemên şeran pêk tînin hê jî berdevam dikin. Her careke Georg Orr di xewnên xwe de nijadperestî, şer an jî birçîbûnê ji holê radike û tevahiya mirovayiyê êdî di “heqîqeta nû” de dijî, pirsgirêkeke din berdevam dike.
Her ku dem derbas dibe, George Orr jî bi vê yekê dihese. Ew êdî dizane ku dibe ku xewnên wî bibin sedema problemên dîtir. Her weha ew jî hêz û kontrola Dr. Haber ditirse.
Dr. Haber bi kelecan û behngeşiya mirovê modernîst, dixwaze cihanê û civakê bi awayekî “baş” biguherîne.
Lê kî biryarê dide gelo “ya baş” çi ye?
Yanê gelo îdealeke hevpar a tevahiya mirovan heye ku dîktatorekî dilpak, çi bi saya xewnan çi jî bi zilm û zordariyê ji bona qenciya hemû mirovan pêk bîne?
Dr. Haber dixwaze pirsgirêkên mirovayiyê çareser bike, lê her ku diçe George Orr bêtir bawer dike ku Dr. Haber hişê Orr ji bona daxwaz û îdealên xwe bi kar tîne. Yanê ew xeta di navbera qencî û îstismarê de şêlû dibe.
Georg Orr li ser navê xwîner, dipirse: Tu dixwazî şer, nexweşî, newekhevî, birçîtiyê ji holê rabikî, lê gelo kî dê biryarê bide ku dinyayeke baştir çawa ye?
Dr. Haber dibêje: Ez!
Cîhaneke wekî biheştê lê çawa?
Belê, hema bibêje her îdeolojî, bawerî, tevgera siyasî dixwaze birçîbûn, bobelatên xwezayî, ji holê bên rakirin lê paşê? An jî gelo ev hemû hêzên behsa guherînê dikin, di eslê xwe de behsa heman yekê dikin an na?
Vekêşana polîtîk a pirtûkê li ser vê nîqaşê ava bûye.
Georg Orr jî wekî Dr. Haber dizane ku rewşa civakê xerab e. Lê tirsa dilê wî ew e ku gelo em civakê li gorî kêfa dilê xwe biguherînin, encama vê yekê dikare kîjan pirsgirêkan çê bike?
Ji aliyekî ve Georg Orr van pirsên bingehîn ji xwe dike û ditirse. Ji aliyê din ve jî ew neçarê Dr. Haber e. Orr hin dermanên neyasayî ji bona kontrolkirina xewnên xwe bi kar anîne û yasa wî neçar dike ku terapiyê bibîne. Yanê Orr bixwaze nexwaze ew dê biçe terapiyê.
Pozîsyona Georg Orr rewşa civaka vê sedsalê tîne bîra xwîner. Ji aliyekî ve her kes dizane ku ti partî yan jî serok nikare pirsgirêkên heyî çareser bike, lê ji aliyê din ve jî neçarî û nediyarî berê wan dide siyasetên otorîter.
Georg Orr ji jiyana xwe ya heyî ne qayîl e. Ew jî wekî gelemperiya civakê xwe tenê hest dike, ji dahatûyê ditirse, nizane gelo dê çawa rewşa xwe biguherîne. Ew nikare bi awayekî aktîv berpirsyariya kiryarên xwe hilde li ser milan, lê dema Dr. Haber li dewsa wî biryaran dide, vêca Orr aciz dibe.
Di vê navberê de Dr. Haberman bi saya amûreke bi navê Augmentor dikeve nav xewnên George Orr û cihanê diguherîne.
Dema desthilat, yanê dîktatorê dilpak Dr. Haber dîrokê diguherîne, di heman demê de heqîqet diguhere lê haya mirovan ji vê yekê nabe.
Dibe ku di wê navberê de rabirdûya miletekî guherîbe.
Dibe ku şerekî mezin hîç neqewime be.
Dibe ku neteweyek hîç çê nebûbe. Lê her kes wekî tu yê bibêjî “jixwe her tişt ji berê ve wiha bû” jiyana xwe ya rojane dijî.
Xêynî Dr. Haber û Georg Orr haya ti kesî bi van guherînan nabe. Yanê dîktatorê dilpak, bi tenê mafê diyarkirina çarenivîsê ji destê mirovan nagire, her weha mafê bîranîn û berhevkirinê jî ji destê wan digire. Êdî mirov nikarin bûyerên beriya guherînê bînin bîra xwe, rewşa heyî û ya berê bidin li ber hev.
Her tişt diguhere, lê evîn dimîne?
Di vê navberê de lehengeke sêyem, Heather Lelache di her versiyoneke nû ya cîhana Georg Orr de careke din derdikeve holê. Em wê cara yekem wekî parêzvana Georg Orr nas dikin. Ew wekî jineke bihêrs, zane û jixwebawer tê pênasekirin. Paşê di navbera wê û Orr de pêwendiyeke romantîk dest pê dike. Lê her cara ku Georg Orr tiştekî nû di cîhanê de diguherîne, her weha hemû tiştên mayî jî diguherin. Yanê Heather Lelache her carê bi awayekî din dikeve jiyana Geroge Orr lê ew ti carî nikarin pêwendiyeke kûr û domdar ava bikin. Her weha George Orr her carê rewşa Heather Lelache temaşe dike, dikeve jiyana wê û dibîne ku di her versiyonê de kêmasiyeke din, nexweşiyeke din, pirsgirêkên dîtir hene.
George Orr di rûpela dawî ya pirtûkê de careke din Heather Lelache dibîne. Ew di vê versiyonê de bi kesekî din re zewiciye. Orr nasiya xwe dide wê. Heather dipirse “Te mesela xewndîtinê çawa kir?
Orr; “Oh... min bi berdevam xewn dîtin.”
Heather; “Min jî gotibû tu dê cihanê biguherinî. Qaşo ya te ji bona me kir jî ev e-ev halê perîşan?” (rûpel 183)
Di bersiva Orr de têgihîneke xemgîn heye; bi her guherîneke piçûk, hevsengiya mirovayetiyê careke din tevli hev dibe û her carê tiştekî din wekî pirsgirêk derdikeve holê.
Hefteya borî, di berhema Yoko Ogawayê de mirovan hêdî hêdî bîra xwe ji dest dida û tune dibûn lê îcar di berhema Ursula K. Le Guinê de mirov bêyî ku ferq bikin û zanibin dimirin, diguherin, ji nû ve dest pê dikin. Di wê navberê de pirseke her tim derbasdar tê bîra xwîner; Heke em rabirdûya xwe nizanibin û haya me bi rewşa me ya heyî nebe, ka em dê çawa jiyaneke baştir ava bikin?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



