Di demekê de ku Parlamentoya Kurdistanê ev du sal in di germahiya qeyranan de rawestiyaye, Rûdawê ji bo guftûgoyeke avaker di navbera berpirsekî payebilind ê hikûmetê û serkirdeyekî diyar ê mixalefetê de zemînek amade kir.
Divê ev gav di hikûmranî û siyaseta Kurdistanê de bibe toreke çespandî; dema ku du aliyên cuda bi rêzdariyeke mezin bi hev re rûdinin, bersiva pirsên hestyar didin û li ber çavê xelkê bi awayekî vekirî li ser çareseriyan nîqaşê dikin, ev şêwazeke rast a demokrasiyê ye.
Dîbeyta demjimêr 12:00an a roja pêncşemê (8ê Çiriya Pêşîn a 2026an) a li Televîzyona Rûdawê ku di navbera Cîgirê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serpereştyarê Projeya Ronakiyê Ezîz Ehmed û Rêkxistkerê Giştî yê Tevgera Helwêstê Elî Heme Salih de ji aliyê pêşkêşkarê jêhatî Senger Ebdulrehman ve pêk hat, ji bo Herêma Kurdistanê wekî dîbeyta salê bû.
Berteka bîneran bi awayekî balkêş û xurt bû. Tenê di weşana zindî ya Facebookê de bi giştî zêdetirî 351 hezar kesî temaşeyî guftûgoyê kir, vîdeoyên kurt ên li ser medyaya civakî jî ji milyonan bîneran derbas bûn. Bê guman bînerên televîzyonê ji vê jî gelekî zêdetir bûn.
Ev hejmarên berbiçav û beşdariya berfireh a xelkê Herêma Kurdistanê ya di hilbijartinan de delîleke bê guman e ku xelkê Kurdistanê bi hûrgilî çavdêriya rewşa siyasî ya welatê xwe dike. Pirsên welatiyan hene û dixwazin li ser biryaran zêdetir agahiyan wergirin.
Lê gelo çima dîbeyt bûye diyardeyeke kêmpeyda? Çima çanda guftûgoya vekirî ber bi lawazbûnê ve çûye?
Nihêniya serkeftina vê guftûgoyê û beşdariya bi kelecan a her du mêvanan di çend xalan de xwe nîşan dide. Ya yekem, afirandina zemîneke pîşeyî û dûrî her cure mizayedeyeke siyasî bû. Mijar bi hûrgilî û li ser bingeha pêwendiya wan a bi karê mêvanan ve hatibûn diyarkirin.
Armanca sereke agahdarkirina xelkê, agahdarkirina hikûmetê ji daxwazên xelkê û rohnîkirina mijaran ji bo xelkê Kurdistanê bû, ne neçarkirina mêvanan a ji bo lihevkirinê. Pirsgirêkên elektrîkê bi temamî hatin behskirin û ti rengê partîtî li ser guftûgoyê serdest nebû. Ev gavek e ber bi sazîbûnê û dûrketina ji desthilatdarî û guftûgoya teng a partîtiyê.
Girîng e em fêm bikin ku armanca sereke ya dîbeytan serkeftina kesekî yan sepandina nêrîneke diyarkirî nîne, belkî divê bibin platformek ji bo gihîştina rastiyan û pêşkêşkirina çareseriyên herî baş.
Tecrubeya gelan dersên girîng dide me, rêya rast a li navxwe û derve guftûgokirina li gel aliyê beramber e. Pêwîst e guftûgo bibe parçeyekî jêneveqetiyayî yê jiyana siyasî ya rojane ya li Kurdistanê. Tirsa ji rexneyê û ji rûbirûbûnê, tirs û şaşiyan zêdetir dike.
Bê guman dîbeyta televîzyonê nikare cihê parlamentoyê bigire yan pirsgirêkên bingehîn ên di navbera saziyan de çareser bike lê herî kêm dikare nêrînan ji bo xelkê zelal bike, xalên cuda destnîşan bike û derfetê bide welatiyan ku ew bixwe li ser bingeha delîlan biryarê bidin.
Wekî pisporekî di warê pêwendiyên giştî de, baweriya min a tam ew e ku pêwendîdanîn tenê parastina nêrînekê nîne, belkî hunera guhdarîkirina li rexneyê ye, wêrekiya bersivdana pirsên zehmet e û bihîstina nêrînên cuda ye.
Êdî dema wê hatiye ku berpirsên hikûmetê amade bin biryarên xwe ji bo xelkê ronî bikin û li gel mixalefetê guftûgoyê li ser wan bikin. Li hemberî vê, divê serkirdeyên mixalefetê jî çareseriyên rastîn pêşkêş bikin û amade bin ji bo sererastkirina nêrînên xwe heke şaş bin. Divê her du alî jî bi rihekî pîşeyî û dûrî mizayedeya siyasî û populîst, bi armanca avakirina saziyên bihêz, guftûgoyê bikin.
Rast e, dîbeytek hemû pirsgirêkên kombûyî yên Kurdistanê çareser nake lê dikare bibe mînakeke geş ku hêjayî wê yekê ye bibe tore û ducare bibe.
Ji bo bersivdana pirsa sereke, serkeftiyê yekem û dawî yê van dîbeytan bêyî ti gumanê, dîsa xelkê Herêma Kurdistanê û siyaseta bihêzkirina saziyên niştimanî ne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



