Kurdên Sovyeta Berê, Qefqasya jî tê de herdem xemxur û dilşewatê gelê Kurd bûne. Di serdemên herî dijwar ên komunîstan de jî, herdem bi hesreta welatê bav û kalên xwe jiyane; derketine qad û meydanan, qîriyane, gazî kirine, gazin kirine, neheq û desthilatdarên welat û miletê xwe rûreş û şermezar kirine. Kengê serê Kurdekî Diyarbekirê, Mûşê, Colemêrgê; Hewlêrê, Silêmaniyê, Helebceyê; Mehabadê, Urmiyeyê, Makuyê; Qamişloyê, Efrînê û Serê Kaniyê; Edene, Mêrsîn û Stenbolê êşiyaye, li mala xwe xemgîn bûne, destên xwe vekirine û duayên xêrê ji Xwedayê xwe, ji wan re xwestine. Li seranserê welatên Sovyeta Berê (ku çend welatên Qefqasyayê jî; Ermenîstan, Azerbeycan û Gurcistan ji wan welatan bûn), xwişk û birayên xwe ji bîr nekirine û bûye hevpar û xemxurên derd û kulên wan. Di wan salan de li Moskowê, Yêrevanê, Tiflîsê, Almatayê, Bîşkekê û gelek bajarên din derdikevin kûçe û kolanan û bi dengekî bilind piştgiriya xwe ji bo miletê xwe eşkere dikin.
Çendek berê, dema ku min bi dost û hevalê xwe yê hêja Zaza Keleşov re li ser Kurdên Sovyeta Berê, bi taybetî jî li ser Kurdên Tiflîsê û mîtîng û çalakiyên wan ên derbarê êş û janên Kurdan de sohbet dikir, yekser behsa çalakiyeke mezin kir ku li meydaneke mezin a Tiflîsê çêbûbû. Mîtîng Nîsana 1991ê çêbibû, rewşa Sovyetê xerab bû, ber bi hilweşandinê ve diçû. Jixwe çend meh paşê ango di meha dawî ya heman salê de jî Sovyet hilweşiya. Mîtîng li ser Komkujiya Helebceyê û şermezarkirina Sedam Huseyîn bûye. Li gorî agahdariyên Kekê Zaza, tevî civateke mezin a Kurdên Gurcistanê, gelek meqûl, giregir û rewşenbîrên hêja yên Kurdan beşdar bûne ku ez piraniya wan nas dikim, hinek ji wan rehma Xwedê kirine, hinek ji wan dijîn ku hê jî têkiliya min bi wan re pir baş e û salê çend caran em hev dibînin. Zaza bi xwe jî beşdarekî wê meş û mîtîngê bûye, temenê wî 18-19 sal bûye. Wî bi xwe jî li ser navê xortan mîkrofon daye destê xwe û axiviye. Bi rastî jî divê me behsa vê roja dîrokî bikira, lê heke belgeyeke wê rojê bi destê me biketa. Divê Zaza li ser wê rojê tiştekî bi dest bixista; çi rojname bûya, çi kovar bûya, çi axaftineke dengî yan nivîskî bûya. Mala wî ava, bi dest xist jî…
Kekê Zaza Keleşov, ket arşîva saziyeke dewletê û rûpelê zerbûyî yê rojnameya wê rojê ji bo min bi dest xist ku bibe mijara vê gotar û nivîsarê. Rojname 14ê Nîsana 1991ê hatiye weşandin. Navê rojnameyê Свободная Грузия (Svobodnaya Gruziya) ye ku Kurdiya wê Gurcistana Azad e. Wekî min li jorê jî got, mîtîng li ser Komkujiya Helebceyê û rûreşî û şermezarkirina Sedam Huseyîn e. “Курды обвиняют Хусейна” (Kurd Huseyîn tawanbar dikin) sernavê nivîsa rojnameyê ye. Mîtîng ji aliyê Inga Bobrovayê ve hatiye şopandin û xeber ango nûçe bi navê wê hatiye weşandin. Di rojnameyê de tenê fotoyekî vê xeberê heye ku ji aliyê G. Kikvadze ve hatiye girtin û navê wî hema bi vî şêweyî di bin nivîsê de hatiye nivîsandin.
Min li ser vî navî lêkolîneke kurt kir û min dît ku mirovekî mezin, berhemdar û pir naskirî ye. Ji bo xatirê wî fotoyê li ser Kurdan ku 35 sal berê, di mîtînga Kurdên Tiflîsê de girtiye, ez ê hinekî behsa wî bikim û bi vî awayî deynê wî yê li ser me bişikirînim: G. Kikvadze ango Gîvî Kîkvadze, di dema Sovyetê de wênegirekî pir navdar ê Gurcistanê ye. Ew fotoraporterekî Ajansa Fermî ya Dewletê bûye. Salên dirêj ji bo Sakinformê (Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Gurcistanê) û TASSê wekî wênegir kar kiriye. Ew şahidê dîroka Serxwebûna Gurcistanê (1989-1991) ye. Mîtînga mezin a Kurdan ku em niha di vê nivîsê de behsa wê dikin, mîtîngên serxwebûnê yên li ber parlamentoyê, civînên di bin serkariya Zviad Gamsakhurdia yê ku hingê Serokê Tevgera Azadîxwaziya Gurcistanê bû û paşê bû Serokkomar û kêliyên dîrokî yên ragihandina Serxwebûna Gurcistanê yek bi yek tomar kirin, wênegiriya wan kêliyan kir û ew kirin malê arşîva dewletê. Îro piraniya wêneyên wî yên dîrokî di Arşîva Neteweyî ya Gurcistanê (National Archives of Georgia) de tên parastin û di pêşangehên girîng ên wênegiriyê de tên nîşandan. Givi Kikvadze (1933-1996) Xelata Alexander Roinashvili wergirtiye lê 28 sal piştî mirina xwe! Ji bo kar û xizmeta mezin ku di warê kronîka civakî û polîtîk a Gurcistanê de kiriye, sala 2022yê Xelata herî bilind a wênegiriya Gurcistanê ku navê vê xelatê “Xelata Alexander Roinashvili” ye, ji aliyê Kolga Tbilisi Photo û Arşîva Neteweyî ve piştî mirina wî (xiyabî) pêşkêşî bîranîn û navê wî hat kirin. Wêneyê mîtînga Kurdan a li Tiflîsê ku di rojnameya Gurcistana Azad (Свободная Грузия) de hatiye weşandin jî keda destê wî û belgeyeke dîrokî ye ji bo me Kurdan. Loma bi boneya vê nivîsê ez wî jî bi bîr tînim…
Niha jî bêyî ku destê xwe bidim nivîsê, kerem bikin em bi Kurdiya xwe bala xwe bidin nivîs û xebera ku Inga Bobrovayê nivîsiye û Givi Kikvadze jî wekî foto girtiye û kiriye malê dîrokê:
***
Kurd Huseyîn tawanbar dikin
Yekşema borî bi pêşengiya Komeleya Civaka Kurdan (Ronahî) tevî Civaka Giştî ya Rustaveliya Tiflîsê, li ber Mala Sînemayê mîtîngeke pênc-şeş hezar kesî hat sazkirin. Mîtîng ji bo piştgiriya serxwebûna Gurcistanê û şermezarkirina qirkirina Kurdan a li Îraqê bû.
Roja zer a li ser alaya kesk-sor-zer. Ala û nîşanên bi vê sembolê, poster, pankartên bi diruşmên “Ji Huseyîn re mirin!”, “Gorbaçov, tu çima bêdeng î?”, “Azadî ji bo Kurdan!” di nav gel de diçirisîn…
Mîtîngê bi axaftina Serokê Civata Rûspiyan û Endamê Birêveberiya Komeleya Kurdan “Ronahiyê” Ezîzê Îsko dest pê kir. Wî di axaftina xwe de, bûyera herî girîng a komarê (pejirandina Peymana Serxwebûna Gurcistanê) pîroz kir. Mirovên li qadê bi yek dengî qîriyan: “Se-kar-tve-lo!” ango “Bijî Gurcistan!”
Piştre axaftinan li ser pirsgirêkên Kurdan berdewam kir. Nêzîkî pênc milyon mirovên ku gelê Kurd ê Îraqê pêk tînin di bin metirsiya mirinê de ne. Bikaranîna çekên kîmyewî û bakteriyolojîk, gulebarankirinên komî û mirina hezaran penaberan, bûne sedema hêrs û nerazîbûna hemû gelê Kurd ê ku ji aliyê qeder û dîrokê ve li welatên cuda hatiye belavkirin, lê îro di hewla azadî û serxwebûnê de neferên vî miletî bûne yek.
Serokê Komeleya Ronahiyê Yûra Nebîyev di axaftina xwe de got: “Rêveberiya Yekîtiya Sovyetê berpirsiyariyeke mezin di mirina komî ya gelê Kurd ê Îraqê de hildigire. Em Hikûmeta Yekîtiya Sovyetê tawanbar dikin ku ew bi awayekî çalak beşdarî avakirina rejîma Saddam Huseyîn bûye û bi vî awayî wekî hevkarekê, qirkirina neteweyekê, siyaseta bêxemî û bêbandoriyê dimeşîne..."
Serokê Civaka Giştî ya Rustaveliya Komara Gurcistanê Gîorgî Gaçeçîladze jî got: “Em bihaya jiyan, azadî û cesaretê pir baş dizanin.”
Di mîtîngê de Mîxaîl Naneîşvilî (Ji bloka Azadiyê), Jenya Nuzurbaeva (Endama Yekîtiya Jinên Gurcistanê), Gulnara Maxmudova (Endama Birêveberiya Ronahiyê), Zaur Kabulîya (Ji Eniya Demokratîk a Gurcistanê), Bimurza Aprasîdze (Endamê Parlamena Gurcistanê) axivîn.
Di mîtîngê de Kurdên ji Îraq, Sûriye, Swêdê, nûnerên partiyên cihêreng û rêxistinên civakî yên Gurcistanê jî beşdar bûn. Beşdarên mîtîngê, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û M. Gorbaçov re nameyeke taybet şand. Di nameyê de hate xwestin ku rê li ber tunekirina welatiyên Kurdistanê bê girtin û alîkarî ji wan re bê kirin.
Wê mîtîngeke wiha 19ê nîsanê li Moskowayê jî pêk were…
***
Balkêş e ku di dawiya nûçe-xeberê de, ji bo penaberên Kurd hesabekî alîkariyê hatiye vekirin. Ew beş jî bêyî ku destê xwe bidimê, min bi vî awayî li Kurdî wergerand:
“Ji bo alîkariya penaberên Kurd: Hesabê DSB ê navçeya Dîdubiya bajarê Tiflîsê- Fona alîkariya penaberên Kurd. Civaka Xaça Sor a Gurcistanê.”
Beriya ku nivîsa xwe bidawî bikim dixwazim bibêjim ku ew Zaza Keleşovê ku 35 sal berê ku hingê 18-19 salî bû û wekî xortekî Kurd ê Êzidî (vê jî bibêjim ku piraniya Kurdên Gurcistanê hingê jî û niha jî Kurdên Êzîdî ne) beşdarî wê mîtîngê bûbû, ev çend sal in ku êdî Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) ye. Kekê Zaza bi van gotinan behsa wê roja mîtîngê ji min re kir: “Wê rojê Meydana Rustavelî devdevî tije bû. Di kûçe û kolanan de jî cih tunebû. Tevî ku rê hatibûn girtin jî, Kurdên me ref bi ref dihatin meydanê. Hema bibêje ji her malê hatibûn ku piştgiriya miletê xwe yê Kurdên Başûr bikin. Bawer bike wê rojê li meydanê 15-20 hezar Kurd hatibûn. Helbet ji dostên me yên Gurcî jî gelek kes hatibûn piştgiriya me.”
Serokê Kurdên Gurcistanê yê dema mîtîngê ango Serokê Ronahiyê yê 35 sal beriya niha Yûra Nebiyev (1953-2021), paşê bû yek ji pêşeng û rîspiyên Kurdên Gurcistanê û tevahiya Sovyeta Berê. Mixabin sala 2021ê ji ber nexweşiya pandemiyê, li Moskowê jiyana xwe ji dest da. Ew nas û dostekî min ê hêja bû û rêber û birêveberekî aktîv ê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê bû.
Tevî hemû serek, rêber û rewşenbîrên Sovyeta Berê, hezar rehme li gora Yûra Nebiyev jî be ku 35 sal berê Serokê Ronahiyê bû. Her wiha bila ji bo kekê min ê hêja Zaza Keleşov jî cansaxî û silametî be ku niha li Tiflîsa paytextê Gurcistanê, Serokatiya Ronahiyê dike…




