Di navbera van her du nêrînan de cudahiyeke mezin heye: “Damezirandina dewleta Kurdistanê di van rojan de û di vê rewşa aloz de ne pêkan e yan jî pir zehmet e” û “Em dewleta Kurdî naxwazin, ne pêwîst e, yan jî ev daxwazeke neteweperestane ye.”
Dem bi dem, mirovê Kurd dibe şahidê van cure gotinan, çi ji aliyê siyasetmedaran ve yan jî ji aliyê çavdêr û şîrovekaran ve be. Di van rojên borî de, siyasetmedarekî ji Bakurê Kurdistanê got, “Hemû hêza me ya dinyayê jî hebe, em dewleta Kurdan ava nakin.”
Di dilê her Kurdî de xeyaleke bi êş heye, ew jî xeyala avakirin û damezirandina dewleta serbixwe ye. Berî me, derdora me vê xeyalê pir baş nas dike û pir bi zelalî şîrove kiriye û dike. Mirovê Kurd eger parastî bûya, ne tenê di warê ewlehiyê de; eger ziman, rûmet û Kurdbûna wî bi berdewamî rastî êriş û hewldanên tunekirinê nehatiba, dê evq as ked û qurbanî ji bo avakirina dewleta serbixwe nedaba.
Di salên heştêyî de, dema ez ciwanek bûm li Çemçemalê, min di dikana terziyê kekê xwe (Xalîd Rehîm) de guhê xwe da çekdarekî dewletê ku digot: “Rojek dê were ku Kurd bibe xwediyê dewleta xwe.” Dema wî çekdarî xatir xwest û çû, min ji kekê xwe pirsî, "Erê, ma ev ne cehş e?" Kekê min keniya û got, "Rast e, ez ji pirsa te fam dikim lê êdî ev xeyala hemû Kurdan e, çi cehş bin çi jî baş bin."
"Xeyala hemû Kurdan bi cehş û baş ve," bersiveke pir bibandor e. Hejmara endam û alîgirên ti partî yan tevgereke Kurdan û Kurdistanî, nagihe hejmara Kurd û Kurdistaniyan. Ti serkirde yan partî nikare bibe alternatîvek ji bo dengê heftê-heştê milyon mirovî. Heke tu bawer dikî û nêrîna te ew e ku Kurd niha nikarin bibin xwedî dewlet, baş e, ti nerihetiya me pê nîne. Heta ku hêza te hebe jî û tu dewleta Kurdan naxwazî, ev jî baş e, ev nêrîn û biryara te ye lê belê yên qurbanî dane jî dipirsin, “Naxwe çima bi soza avakirina dewleta Kurdistanê we em mijûl kirin û ew soza we bû sedem ku em ji tiştê ji destê me dihat tu kêmasiyê nekin?” Bersiva we ji bo qurbaniyan çi ye? Bi taybetî ew jin û mêrên ku temenê ciwantiya xwe pêşkêş kirin da ku çiyayên Kurdistanê serbilind bimînin.
Hin kes hene ku nabe ti kes gazinan ji wan bike. Kesên ku efsaneyek kirin rastî lê axaftina siyasetmedarekî xeyalên wan û xeyalên dehan milyon mirovan davêje nav çaleke vala.
Axaftina wî siyasetmedarî ya derbarê dewleta Kurdistanê de tiştekî ji salên 90î yê li Berlînê anî bîra min. Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-Bakur, rêxistineke wan hebû bi navê Komkar. Ev rêxistin gelek salan li Almanyayê pir çalak bû. Komkarê li Berlînê derbarê dîroka Kurdistanê, ol û rewşa siyasî li Kurdistanê konferansek amade kiribû. Di nîvroya konferansê de, komek ciwanên xwîngerm ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî konferansê kir. Ciwanan êrişî her kesê ku li ber destê wan diket kir. Yek ji wan kesên ku li wir bûn, Mamoste Cemal Nebez bû. Yek ji wan ciwanan ku helbet bi xwe bê guneh e û ji aliyê siyasetbazekî ve tijî enerjiya êrişê bûye, ber bi Mamoste Nebez ve hat û êrişî wî kir. Mamoste Cemal jê pirsî: “Keko, çima tu wisa dikî? Çi bûye? Çi qewimiye?”
Ciwan wiha bersiv da: “Tu û kesên wekî te asteng in li pêşiya Kurdan ku dewleta serbixwe ‘qurmîş’ bikin.” Mamoste Nebezê ku bi zimanê Tirkî pir baş dizanî û wî bi xwe ji min re -bi bişirîneke şirîn- got ku wî ji ciwanê hêrsbûyî re gotiye: “Keko can, nebêje ‘qurmîş’, çimkî ‘qurmîş’ ne peyveke Kurdî ye. Bibêje; Kurd dewleta xwe ava bike, dewleta xwe saz bike, dewleta xwe çêbike, dewleta xwe hebe.”
Mamoste Nebez got: “Ciwan şok bû, hinekî rawestiya, li min nihêrî û paşê çû.”
Cemal Nebez û çêkirina astengan li pêşiya avakirina dewleta Kurdan! Du mijarên tam dijî hevdû.
Gelo niha ew ciwanê salên nodî li ku ye? Fikra wî ya siyasî çawa ye û çi qasî guheriye? Gelo niha ew ciwan derbarê hebûn yan nebûna dewleta Kurdan dê çi bibêje, bi taybetî dema ku ew guh bide axaftinên wan siyasetmedarên ku dewleta Kurdistanê naxwazin?
Axaftina li ser çarenivîsa Kurdan, axaftina li ser naskirin, dadmendî û parastina rûmeta mirovan e. Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her mirovê li ser vê gerestêrkê ku nasê vê çarenivîsa tehl e, derbasdar e. Ev ne çarenivîsek e ku mirovekî siyasî maf bide xwe û li ser biryarên wê yên girîng bipeyive. Rewşa ti siyasetmedarî -ew kî dibe bila bibe- nikare mafê dadmendiyê û nasnameyê bike qurbaniyaê xwesteka xwe.
Her pirsgirêk û çarenivîseke wekî ya Kurdan, berî ku pirsgirêka Kurd bi xwe be, pirsgirêka mirovên hişyar û biwijdan e.
Tu azad î ku tu dewletê ji bo Kurdan naxwazî lê divê ji bo parastina mirovê Kurd çareseriyeke te hebe, ji bo ku ew û ziman û çanda wî rastî êrişan neyên.
Pirsa sereke ne ev e: Tu dewletê dixwazî yan na? Pirsa ji bo aliyê beramber ev e: Tu dikarî hebî yan na? Gelo dê bihêlin tu bi nasnameya xwe ya Kurdistanî bijî û bimînî yan na?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



.webp&w=3840&q=75)