Biryara hunermendeke Kurd a ku dê êdî bi Kurdî stranan nebêje di nav civaka me de bû sedema nîqaşekê. Ev nîqaş ne tenê li ser hunermendekê ye. Ew pêwendiya me ya bi zimanê Kurdî, hunerê û şert û mercên jiyana hunermendên Kurd re tîne rojevê.
Di serî de mafê her kesî heye ku rêya xwe hilbijêre. Ev maf bi taybetî ji bo hunermendan jî heye. Kes nikare hemû sedemên kesekê yên li pişt biryarekê bi temamî bizane. Ji ber vê yekê divê em ji şîroveyên bilez dûr bikevin.
Ez baş ji hal û xemgîniya gelek Kurdên ku ji ber vê biryarê dilzîz û dilteng bûne fêm dikim. Zimanê me yê dewlemend û bedew bi dehan salan hat binpêkirin û paşguhkirin. Mixabin ev rastî heta îro jî di gelek waran de berdewam dike. Divê em ji xwe bipirsin ka em çawa dikarin şert û mercên baştir biafirînin da ku hunermendên Kurd bikaribin bi hunera xwe debara xwe bikin.
Gelek ji wan bi konser, festîval, çalakiyên çandî, hilberîn û projeyên giştî dikarin karê xwe bidomînin. Hemû kes û saziyên ku li ser vexwendin, bername û derfetên hunerî biryarê didin berpirsyariyeke girîng li ser milên xwe digirin.
Banga min ji bo organîzator, birêvebiriyên festîvalan, komeleyên çandî, şirketên hilberîn û tomarê, medya, televîzyon, radyo, şaredarî û saziyên giştî ye.
Piştgiriya hunermendên Kurd bikin. Rêya derketina ser dikê li ber wan vekin. Qedir û qîmetê bidin wan. Derfetê bidin wan ku bi hunera xwe bijîn û bi zimanê xwe rêya xwe bidomînin.
Rexne beşeke civakeke zindî ye lê heqaret û biçûkxistin ne zimanê me xurt dike û ne jî muzîka me.
Divê hunermendên Kurd neçar nemînin ku di navbera zimanê xwe û paşeroja xwe de dudil bin û tenê yekê ji wan hilbijêrin. Lewma dema stranbêjeke Kurd nikaribe jiyana xwe bi Kurdî bidomîne, çanda me jî dengekî winda dike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.webp&w=3840&q=75)
