Di nava gelek neteweyan de, dîrok tenê di arşîv û belgeyan de nayê parastin; ew di roman, çîrok û bîranînan de jî dijî. Ji ber vê yekê pirseke girîng derdikeve holê: Ma roman dikare dîrokê biparêze?
Roman ne pirtûkeke dîrokê ye û ne jî armanca wê ew e ku bûyeran wekî ku qewimîne veguhêze. Lê roman dikare tiştekî ku belge nikare bigihîne, pêk bîne. Ew dikare hest, tirs, hêvî û jiyana rojane ya mirovan di nav bûyereke dîrokî de bide ber çavên xwendevanan. Ji ber vê yekê, gelek caran xwendevan dîrokê ne tenê bi hişê xwe, bi hestên xwe jî nas dike.
Di wêjeya cîhanê de gelek mînak hene. Tolstoy di "Şer û Aştiyê" de şerê Napoleon tenê wekî bûyereke dîrokî venagêre; ew nîşan dide ku şer çawa bandorê li ser çarenivîsa mirovan dike. Victor Hugo di "Mirovên Hejar" (Les Misérables) de bi çarenivîsa Jean Valjean neheqî û guherînên civakî yên Fransayê vedikole. Gabriel García Márquez di "Sed Sal Tenêtiyê" de bîra malbatekê bi dîroka Amerîkaya Latînî ve girêdide. Ji ber vê yekê, ev roman ne tenê berhemên hunerî ne, bûne beşek ji bîra dîrokî ya gelên xwe.
Di wêjeya Kurdî de jî romana dîrokî hêdî hêdî cihê xwe digire. Nivîskarên wekî Mehmed Uzun, Fêrgîn Melîk Aykoç û Mîran Ebraham di gelek berhemên xwe de hewl daye ku qonaxên cuda yên dîroka Kurdan bi hunera romanê veguhêzin.
Fêrgîn Melîk Aykoç di romanên xwe yên "Serwerê Med Aştiyago" û "Neviyên Aştiyago Gaumada" de qonaxên cuda yên dîroka Kurdan bi awayekî hunerî zindî dike. Wî di gelek axaftinên xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku romana dîrokî dikare bibe rêyek ji bo nasandina dîrokê ya ji nifşên nû re. Her wiha, Mîran Ebraham jî di romana xwe ya bi navê "Nîştimanê Sara" de behsa çîroka girêdana bi axê dike. Axa ku Kurd, Cihû, Êzidî û Xiristiyan bi hev re lê dijîn lê olê ew ji hev parçe kirine û bûye sedema zilm, zordarî û êşên giran.
Roman ligel ku trajediya Cihûyên Kurdistanê û pêbendiya wan a bi vê axê re radixîne ber çavan, rola Kurdan a di vê zilmê de jî paşguh nake û xwendevanan vedixwîne ji bo pirsa vê rewşa bi êş.
Mîran Ebraham dîrokê tenê wekî rêzeke bûyeran nabîne; şertên civakî û jiyana mirovan a wê serdemê bi awayekî hunerî zindî dike. Ji ber vê yekê, ev roman tenê rêzkirina bûyeran nakin; ew kesayet, civak û şertên wê demê jî zindî dikin.
Lê divê em tiştekî ji bîr nekin: Bi van hewlan re jî, romana dîrokî ya Kurdî hîn negihîştiye wê astê ku karibe hemû qonaxên dîroka Kurdan bi berhemên xurt bigire nav xwe. Gelek qonaxên girîng hîn jî li benda romannivîsan in. Dema ku dîrok nayê nivîsandin û venaguhere berhemeke hunerî, bi demê re bîr jî qels dibe. Ji ber vê yekê, romana dîrokî ne tenê cureyekî wêjeyî ye, berpirsyariyeke çandî û neteweyî ye jî.
Lê di heman demê de, divê romana dîrokî nebe pirtûkeke dîrokê. Karê nivîskar ne ew e ku belgeyan ducare bike. Karê wî ew e ku di navbera rastiya dîrokê û afirîneriya hunerî de hevsengiyekê ava bike. Heger roman tenê belgeyan ducare bike, dê hunera xwe winda bike. Heger ji rastiya dîrokî jî pir dûr bikeve, dê baweriya xwendevanan qels bibe.
Ji bo gelên ku di gelek qonaxên dijwar re derbas bûne, romana dîrokî tenê cureyekî wêjeyî nîne; ew amûrek e ji bo parastina bîra civakî. Gelek caran tiştên ku di belgeyan de tenê bi çend rêzan tên nivîsandin, di romanê de dibin jiyana mirovan. Koç, şer, ferman, windabûn û berxwedan, dema ku dibin roman, tenê wekî bûyerên dîrokî namînin, ew dibin çarenivîsa mirovan, dibin bîr û hest û di hişê xwendevanan de bi awayekî zindî dijîn.
Belkî ji ber vê yekê ye ku gelek netewe dîroka xwe ne tenê di arşîv û belgeyan de diparêzin; di roman, çîrok û bîranînan de jî didomînin. Ji ber ku dîrok ne tenê ew tişt e ku qewimiye; ew di heman demê de awayê ku mirov wê tîne bîra xwe ye jî.
Di dawiyê de, belkî pirs ne ew e ku “Ma roman dikare dîrokê biparêze?” Mînakên gelek romanan bersiva vê pirsê berê daye. Pirsa rastîn ev e: Em dê çawa dîroka xwe bi romanê veguhêzin ku hem rastiya wê were parastin, hem jî ji bo nifşên nû bibe bîranîneke zindî?
Heger em bixwazin dîroka xwe ji jibîrkirinê biparêzin, tenê arşîv û belge têrê nakin. Dîrok hewcedarî nivîskar, roman û xwendevanan e jî. Ji ber ku gelek caran, roman dikare tiştê ku belge nikare biparêze, biparêze.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.webp&w=3840&q=75)

