Parlamentoya Tirkiyeyê niha li ser reşnivîsa yasayeke taybet a ji bo PKK/KCKyê dixebite ku bi rengê “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” hatiye binavkirin.
Ev reşnivîs di bingeha xwe de dikare wekî "lêborîneke mercdar" a ji bo hinek endamên PKKyê -ne hemûyan- were dîtin; ev yek jî piştî ku Abdullah Ocalan û desthilatdarên dewleta Tirkiyeyê li ser li hev kirin, tê.
Reşnivîsa yasayê bi îmzeya 360 parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin; ev hejmara ku destûra Tirkiyeyê, li gorî madeya 87an, wekî şert ji bo ragihandina her cure lêborîna giştî yan taybet daye.
Tê çaverêkirin ku beriya bêhnvedana salane ya parlamentoyê -ku vê carê ji dema xwe ya asayî dereng ketiye- yasa bê pejirandin.
Dibe ku ji bo vê yekê girîngiya sembolîk a meha tebaxê hatibe liberçavgirtin çimkî PKKyê di 15ê Tebaxa 1984an de dest bi şer kiribû û niha jî hewl tê dayîn ku di heman mehê de bi yasayekê, destpêka bidawîbûna wê bê tomarkirin.
Li gorî reşnivîsê, diyar e ku ev yasa tenê ji bo PKK/KCKyê ye û demkî ye; bi awayekî ku endamên PKKyê yên dixwazin vegerin, dikarin di nava şeş mehan de sûdê jê wergirin.
Armanca yasayê ne tenê komkirina çekan e, ew çarenivîsa bi hezaran endam û alîgirên PKKyê yên ku li Ewropayê, li Kampa Mexmûrê, li Herêma Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê/Sûriyeyê û di girtîgehan de dijîn, diyar dike.
Helbet tê axaftin ku ji bo pêkanîna yasayê, pêwîst e PKK/KCK bi awayekî pratîk xwe nehêle û dûrî wan çek û teqemeniyên di destê xwe de radestî dewletê bike.
Dibe ku li vir cudahiyek di navbera nêrîna PKK û Tirkiyeyê ya têgihîştina têgeha "fesixkirinê" de hebe.
Dibe ku ji bo PKKyê, xwefesixkirin bêhtir guhertina formekê be, wekî rêxistin û şiyanên xwe veguhêze rengê partiyeke siyasî-yasayî ya li nav Tirkiyeyê.
PKKyê piştî banga Ocalan a 27ê Sibata sala par di navbera 5 heta 7ê Gulana heman salê de di kongreya 12an de xwe fesix kiribû.
Zêdetirî du mehan bi şûn de jî di pêngaveke sembolîk de ji bo piştgiriya banga Ocalan, hejmarek ji çekên xwe şewitandin û di Çiriya Pêşîn a heman salê de hêzên xwe vekişandin Herêma Kurdistanê ku tê texmînkirin ne hejmareke mezin bûbe.
Helbet dibe ku mebesta reşnivîsê ya ji "xwefesixkirina pratîk" û nêrîna Tirkiyeyê, fesixkirina zincîra fermandariyê û biryarên partiyê, qutkirina têkiliyên organîk ên navbera dezgeh û endaman, vekişîna erdnîgariya wan endaman ên ku yasa wan nagire nav xwe, her wiha jêbirina şiyana şerkirin, ragihandin û darayiyê be ku di van her sêyan de hem çek û hem jî erdnîgarî û cihê mayînê rola sereke dileyîzin.
Di wê çarçoveyê de, pêşî behsa vegerandina endamên PKKyê yên li Ewropayê tê kirin. Remzî Kartal yek ji serkirdeyên wê rêxistinê jî daxuyandibû ku eger Ocalan bixwaze ew dê vegerin.
Xuya ye ku vegera endamên PKKyê yên li Ewropayê ne vegereke asayî ye; vegera rêxistinên Ewropayê yên PKKyê li ser bingeha kesane, tê wateya çavkaniyeke girîng a darayî, mirovî û ragihandinê ya wê rêxistinê ji Ewropayê veguhêzin her partiya pêşbînîkirî ya yasayî ya li nav Tirkiyeyê.
Hevdem, vegera niştecihên Kampa Mexmûrê û nêzî 1500 heta 2000 endamên çekdar ên rêxistinê -ku piraniya wan li çiyayên Herêma Kurdistanê û beşek jî li Rojavayê Kurdistanê/Sûriyeyê ne- şiyana mirovî ya rêxistinê wekî hêzeke şerker heta asteke mezin dadixe.
Eger ev yek bi radestkirina çek û teqemeniyan re hevdem be, wê demê ew koma ku tê pêşbînîkirin yasa wan negire nav xwe, heta radeyeke mezin şiyana destpêkirina şer ji dest didin, heta eger ji lihevkirinê jî poşman bibin; her çiqasî Duran Kalkan, yekî din ji serkirdeyên PKKyê, amaje bi wê yekê kiribe ku ew careke din li şer nafikirin.
Ocalan aliyekî sereke yê vê lihevkirinê ye lê dibe ku yasa bi awayekî otomatîk û fermî wî jî negire nav xwe.
Li gorî reşnivîsê -ku hîn nehatiye safîkirin- ji bilî Ocalan, yasa hejmarek kadro û berpirsên payebilind ên rêxistinê jî nagire nav xwe ku beriya 1ê Hezîrana 2005an cezayên giran li ser wan hatine sepandin.
Li gorî texmîneke destpêkî, hejmara wan jî di navbera 250 heta 500 kesan de ye. Yasa zêdetir dişibe "lêborîneke bêdeng a mercdar" çimkî bi rêya nehiştina tawannameya hin reftarên berê kar dike, bo nimûne: endambûna di nava PKKyê de ku berê sûc bû lê bi nemana PKKyê re ew sûc û cezayê wê namîne lê ji bo kesên ku cezayên wan hatiye birîn, rewş cudatir e, bi awayekî ku dibe piştî 2 heta 3 salan derfet ji bo hinekan ji wan çêbibe ku beşdarî siyasetê bibin.
Di senaryoyekê de ku yasa derkeve, wekî xwe bê bicihanîn û alî jî pê ve girêdayî bin, bi egereke mezin Tirkiye daxwaza vekişîna endamên PKKyê ji çiyayên Garê, Xinêrê û qet nebe beşek ji Qendîlê dike.
Li hemberî vê yekê, dibe ku pirsgirêke wê ya wisa darîçav nebe ku ew beşa PKKyê ya ku yasa wan li xwe nagire, li gel PJAKê li ser sînorê navbera Çiyayê Asosê heta Pêncwênê bimînin ku bi rêya peyade zêdetirî 400 kîlometre ji sînorên Tirkiyeyê dûr in.
Ev dûrahiya erdnîgarî jî karê her koma çekdar ji bo destpêkirina şerê li dijî Tirkiyeyê zehmet dike.
Hem ji bo PKKyê û hem ji bo dewleta Tirkiyeyê, pêgeha Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke taybet e.
Dibe ku PKK di vê qonaxê de wekî derfetekê li Ocalan binêre da ku bi rêya wî deriyekî ji bo xebata sivîl û siyasî li hundirê Tirkiyeyê veke.
Dibe ku hikûmeta Tirkiyeyê jî ji bo raya giştî ya navxweyî, xwe ji wê yekê dûr bigire ku rasterast roleke eşkere bide Ocalan lê serwext e ku bêyî Ocalan jî ev pêvajo bi ser nakeve, ji bo biserxistina wê jî pêwîst dike Ocalan xwediyê desthilat û giranbariya rêxistinî-siyasî be.
Bi egerên zêde, yasa cureyek rêzbendî û dabeşkirinê di navbera endamên PKKyê de çêdike; ewên ku yasa wan digire nav xwe û ewên ku nagire.
Ev yek jî di dawiyê de du "PKK"yan hildiberîne: yek ji wan ew e ku vedigere û dev ji şer berdide, ya din jî ew e ku tê pêşbînîkirin li benda qonaxeke din bimîne.
Dibe ku Tirkiye wisa bifikire ku bi pêkanîna yasayê, heta eger ev koma duyem jî ji lihevkirinê poşman bibin, êdî şiyana wan namîne ku bi hêsanî dest bi şer bikin.
Gelek partiyên siyasî yên Tirkiyeyê wekî hewldanekê ji bo "bidawîkirina terorê" li vê mijarê dinêrin, di hember de PKK jî bi çavekî lê dinêre xebata çekdarî veguherî beşdariyeke siyasî-yasayî.
Nêrîna aliyan çawa be jî eger ev pêvajoya çekdanîn û vegerê bi ser bikeve, dê bibe werçerxaneke cureyî di bizava siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn.
Pêvajoya niha encama qonaxekê ye ku di sala 1999an de bi girtina Ocalan û veguhastina erdnîgariya şer a derveyî sînorên Tirkiyeyê dest pê kir.
Lê balansa leşkerî çi be jî di dawiyê de, ne PKKyê karî bi rêya şer bigihe armancên xwe yên destpêkê û ne jî Tirkiyeyê karî bi temamî wê bişikîne û ji holê rake.
Piştî lihevkirina Dolmabahçeyê ya di navbera salên 2013-2015an de, lihevkirina vêga qonaxa herî micid a dan û standina rasterast û nerasterast e derbarê bêçekkirina PKKyê û bidawîkirina şerekî ku 40 salî domiya; her çi qasî hîn jî her du alî ji du dîmenên cuda ve li tevahiya pêvajoyê binêrin jî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.webp&w=3840&q=75)


