Mizgîn Hesen*
Ma çi pê ve ye ku navê "Zanîngeha Rojava" bê guhertin û bibe "Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê" yan jî bibe "Zanîngeha Kurdistanê"? Vebijêrk pir in û zimanê Kurdî dewlemend e. Bi dehan nav hene ku ji navê "Rojava" xweştir in û rengvedana gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê dikin.
Daxuyaniya Alîkarê Parêzgarê Hesekê El-Hîlalî ya li ser veguherîna navê "Zanîngeha Rojava" di rojevê de cihekî mezin girt. Wî got ku divê navekî wiha be ku rengvedana parêzgeha Hesekê bike û zimanê zanîngehê bi zimanên Erebî û Îngilîzî sînordar be. Ew daxuyaniyeke ne di cih de ye û ne jî pêwîstî bi daxuyaniyeke wiha heye. Zanîngeha Rojava ji roja ku hatiye damezirandin ve zanîngeheke pirzimanî ye. Semîner bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî tên dayîn. Gelek gazin dihatin kirin ku çima zanîngeh ne zanîngeheke xwerû Kurdî ye. Ji ber ku hem hinek semîner bi zimanê Erebî dihatin û tên dayîn û hem jî xwendekarên Ereb bi zimanê xwe li zanîngehê dixwînin.
Zanîngeha Rojava zanîngeheke Kurdî ye lê ji ber ku zimanê Kurdî bi salan hatibû qedexekirin û rê li pêşiya Kurdî venebûbû ku bibe zimanê xwendinê, zimanê Erebî wekî zimanê alîkar hat û tê bikaranîn heta ku dorhêla Kurdîkirinê berfireh bibe û pirtir derfet werin peydakirin. Di heman demê de, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê ji hêla Rêveberiya Xweser ve dihat birêvebirin ku zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên wê yên fermî bûn. Lewma, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî di hundirê Fakulteya Ziman û Wêjeyê de hat vekirin. Ji bo xwendekarên ku bernameya Rêveberiya Xweser a bi Erebî xwendine bikarin di zanîngehê de bixwînin, ji bo wan polên bi zimanê Erebî hatin veqetandin û heta îsal jî îmtihanên xwe li gorî sîstema rûniştî pêşkêş kirin. Her çi qas hinek birêvebir dixwazin van mijaran bi paş bixin û bibêjin ku niha ne wext e jî lê her divê were pirsîn ka gelo dê "Zanîngeha Rojava" zanîngeheke Kurdî bimîne yan na?
Pêwîst e êdî bibe zanîngeheke xwerû bi zimanê Kurdî. Ji ber ku piştî Biryarnemeya 13an a Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an, realîteya birêvebirin, rewş û perwerdeya ku berê li herêmê dihat birêvebirin veguherî. Êdî li herêmên Kurdan pirs veguherîn û nema tê pirsîn bê ka dê rewşa xwendekarên ku bi Erebî xwendine bibe çi. Niha dê pirs veguhere û bibe ka gelo zarokên Kurdan dê bi kîjan zimanî bixwînin? Piştî ku Kurdan DAIŞ li Sûriyeyê şikand û bûn şirîkê hilweşîna Rejîma Beasê, gelo dê dîsa Kurd bîrkarî, zanyarî, dîrok û hwd. bi Erebî bixwînin? Ew dê herin zanîngehekê ku hem navê wê rengvedana rastî û têkoşîna wan nake û hem jî zimanê wan tê de neyê bikaranîn? Gelo, piştî ku bi kêmanî xwendekarê Kurd 14 salên xwe bide xwendinê, dê dîsa bibe karmend û bi zimanê Erebî xizmetê bike? Yan jî mamosteyê Kurd dê dîsa bîrkariyê bi zimanê Erebî bide zarokên Kurd? Li vir divê em bipirsin ka gelo ev nimûne li kû çêbûye? Ev nimûne li Sûriyeyê di serdema Beasê de çêdibû. Heke Hikûmeta Demkî di veguherîna Sûriyeyê de ji dil be, divê ji fermîkirina zimanê Kurdî li Sûriyeyê dest pê bike. Her wiha divê hewl nede dest bavêje wan nav û sembolan ku nûnertî û rengvedana gelê Kurd dikin.
Gelên Sûriyeyê û bi taybetî gelê Kurd êşeke mezin jiya, di asteke herî bilind de têkoşiya. Ew jî ne ji bo ku dîsa li heman xalê vegere û heman şaşî werin ducarekirin. Heke em ji sînorên Sûriyeyê derkevin û berê xwe bidin hinek nimûneyên dewletên Erebî û cîhanê, em dê bibînin ku desthilata wan welatan bi rêya fermîkirina zimanê neteweyên li hundirê sînorên xwe di destûra dewleta de xwe ji pirsgirêkên navxweyî xilas kir û xwe gihand asta demokrasiyê. Çend nimûne ji dewletên ku Ereb bi rê ve dibin: Li Cezayîrê zimanê Emazîxî sala 2002yan wekî zimanekî neteweyî hat naskirin lê sala 2016an bû yek ji zimanên fermî yên Cezayîrê piştî ku ew ziman sala 1995an derbasî bernameyên perwerdeyê bûbû. Tevî ku ew qas sal ketin navberê, desthilata Cezayîrê zimanê Emazîxî kir zimanekî fermî. Dîsa, li Mexribê jî sala 2011ê zimanê Emazîxî bû yek ji zimanên fermî. Li welatê cîran Îraqê jî sala 2005an zimanê Kurdî wekî zimanê fermî wekî zimanê Erebî hat naskirin û perwerde bi zimanê Kurdî ye. Mirov dikare berê xwe bide hinek nimûneyên din mîna zimanê Maorî li Zelanda Nû û zimanê Kîçwa li Perûyê ku bûn zimanên fermî yên wan welatan.
Piştî çend nimûneyên navborî, ma gelo pêwîst e dîsa sîstema perwerdeyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê; Cizîr û Kobaniyê cih girtiye were guhertin û gelê Kurd careke din ji bo perwerdeya bi zimanê xwe têbikoşe û ew qas destkeftiyan rawestîne heta ku hikûmet zimanê wî bi fermî nas bike? Ev tiştekî ne beraqil e. Ya beraqil ew e ku berpirsên Hikûmeta Demkî li hinek rê û rêbazan bigerin ka çawa sîstema heyî dewlemend bikin, çawa piştgiriyê bidin zimanê Kurdî, çawa Kurdîkirinê bi pêş bixin û budceyekê jê re veqetînin. Em hemû jî dizanin ku siyasetmedar, zimanzan û wêjezanên Ereb her dem di nav hewldanan de ne ka çawa Erebîkirinê bi pêş bixin. Salane bi dehan konferansan li dar dixin da ku Erebî li beramberî hegemonyaya Îngilîzî û Fransî biparêzin. Her kes dizane ku yek ji bandorên ku hişt bijîşkî li Sûriyeyê bi pêş bikeve û bijîşkên Sûriyeyî bi jêhatîbûna xwe werin naskirin, Erebîkirina bijîşkiyê bû. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê mafekî xwezayî ye, ew dikare kalîteya jiyanê biguhere û qedera civakê destnîşan dike.
Gelek caran dihat gotin ku zimanê Kurdî nikare bibe zimanê zanistê û zimanê Kurdî têrê nake. Lê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û di dehsalên bihurî de ev hîpotez tev vala derketin. Ji ber ku zimanê Kurdî di hinek warên desthilatê de û di sîstema perwerdeyê de hat bikaranîn û têrê kir. Lewma gava pêwîst ne sînorkirina zimanê Kurdî ya bi çend saetan di dibistanan de ye. Divê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobaniyê projeyên Kurdîkirinê pêşkêşî Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Demkî bikin û wezaret wan projeyan ji hêla madî ve bi hêz bike û piştgiriyê bide wan ji ber ku pêvajoya Kurdîkirinê sebir, pisporî û budceyê dixwaze.
Li ser guhertina navê zanîngehê jî pêwîst e aliyên ku piştgiriya daxuyaniya El-Hîlalî dikin bibînin ku guhertina navê zanîngehê ne li ser daxwaza kesekî yan hinek kesan e. Lê eger hewcedariyeke wiha hebe, ev yek biryara birêvebir, akademîsyen û xwendekarên zanîngehê ye. Nabe ku berpirsên Hikûmeta Demkî navê "Zanîngeha Rojava" bikin rêza Zanîngeha Beasê ya li Himsê û ya Tişrînê ya li Laziqiyeyê. Navê van zanîngehan ên berê rengvedana Partiya Beasê dikirin û kesên ku cihê biryarê ne navê wan parêzgehan li wan zanîngehan kirin lê "Zanîngeha Rojava" rengvedana têkoşîna gelê Kurd a li beramberî bişaftina çandî dike û bi ti awayî navê "Rojava" zererê nagihîne kesî û cihî.
*Mamosteya Kurdî ya Zanîngeha Rojava
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



