Ger em li pirtûkxaneyên Kurdî binêrin, em dibînin ku her sal romanên nû tên çapkirin. Her wiha navên romannivîsan jî her roj zêdetir dibin.
Di van salên dawî de, romana Kurdî ji aliyê hejmara berheman ve pêşketineke baş kiriye. Her sal romanên nû heta radeyekê tên çapkirin. Lê digel vê hemî pêşketinê, pirs hîn jî li ber me radiweste: Ma em bi rastî romanên xwe dixwînin?
Di nav gelek civatên wêjeyî de em pirê caran behsa kêmbûna romanan dikin. Lê belkî pirsgirêka me ne kêmbûna romanan e, dibe ku kêmbûna xwendevanan be. Roman dema ku nayê xwendin, tenê pirtûkek li ser refekê dimîne. Heya ku xwendevanek bi wê re nekeve nav dan û standinê, roman nikare bigihîje armanca xwe û wek ku roman were nasîn
Di civaka Kurdî de gelek sedem hene ku çanda xwendinê bi giştî û romanê bi taybet kêm maye. Di salên dirêj de şertên siyasî, qedexe û koçberiyê nehiştine ku çandeke xurt ya xwendinê û pirtûkan ava bibe. Ji aliyê din ve, medya jî gelek caran zêdetir balê dikişîne ser nûçeyên rojane, ne li ser berhemên wêjeyî û çandî.
Ji ber vê yekê, dema ku romanek tê çapkirin, gelek caran bêyî gotûbêj û rexne, ew roman di nav pirtûkxaneyan de winda dibe.
Pirsgirêkekî din jî heye ew jî kêmbûna rexneya wêjeyî ye. Wêjeyek ku rexneya wê tune be, nikare bi awayekî xwezayî pêş bikeve.
Li vir dixwazim balê baş bikşînim li ser vê xalê (Rexne ne dijberê nivîskar e), ew hevkarê afirîneriyê ye. Ew qelsî û hêzên berhemekê nîşan dide û rê ji bo pêşketina berhemên din vedike. Ji ber wê di bahweriya min de çanda rexneyê ê pir kêm e, heta astekê mirov dikare bibêje rexne di nava wêjeya Kurdî de tune.
Di vê serdemê de, medyaya civakî jî bandoreke mezin li ser çanda xwendinê kiriye. Her çend ev platform derfetên nû ji bo belavkirina berhemên wêjeyî diafirînin jî di heman demê de bala gelek xwendevanan ji xwendinê dûr dikin û ber bi naverokên kurt ve dikişînin. Roman ku hewcedarê dem, sebr û hûrbînî ye, di nav vê lez û bezê de carinan li paş dimîne. Ji ber vê yekê, berpirsiyariya dezgehên ragihandinê jî mezin e. Ger medya bi awayekî berdewam cih bide rexneyên wêjeyî, hevpeyvînên bi nivîskaran, danasîna pirtûkan û gotûbêjên li ser romanan, ew dikare çanda xwendinê xurttir bike û bibe pirek di navbera romannivîs û xwendevan de. Pêşxistina wêjeya Kurdî bi giştî û romana Kurdî bi taybetî, ne tenê bi pênûsa nivîskaran, bi piştgirî û berpirsiyariya medyayê jî girêdayî ye.
Di heman demê de, romannivîs jî berpirsiyariyeke mezin hildigire ser milê xwe. Roman tenê bi çîrokeke balkêş nayê nirxandin. Ziman, avakirina karakteran, awayê vegotinê, dem û cih, ev hemû beşên bingehîn ên romanê ne. Heger romannivîs bi awayekî berdewam bixwîne û bi wêjeya cîhanê re têkiliyê deyne, dê romana Kurdî jî hêzdartir bibe.
Lê xwendin bi tena serê xwe têr nake. Ezmûna jiyanê jî beşeke bingehîn a romannivîsiyê ye. Romannivîs ne tenê ji pirtûkan fêr dibe; ew ji mirovan, ji ezmûna jiyanê, ji koçê, ji şikestin û serkeftinan, ji evîn û windahiyan jî fêr dibe. Her ezmûneke ku mirov bi kûrahî dijî, dikare paşê bibe rûpelek di romanekê de. Ji ber vê yekê, dema ku ezmûna jiyanê bi xwendin û afirîneriyê re tên cem hev, nivîs hêzdartir dibe. Peyv wê demê tenê agahiyan nadin; ew hest, bîranîn û rastiya jiyanê jî vediguhêzin. Belkî cihê ku romanê ji çîrokê cuda dike jî ev e: Romannivîs ne tenê bûyeran vedibêje, ew ezmûna jiyanê vediguherîne hunera rasteqîn.
Di dema nivîsandina romana xwe ya Bîranînên Kesk de, min ev rastî bi awayekî pir zelal hîs kir. Min fêm kir ku roman tenê nivîsandina bûyeran nîne. Ew lêgerîna ziman e. Gelek caran ji bo hevokekê demeke dirêj ez radiwestiyam û dixebitîm, ji ber ku min dixwest peyv ne tenê çîrokekê vebêjin, ew bîna bîranînê, trajediya hesikirinê, êş û hêviyê û şewata dûriyê jî hilgirin. Di wê demê de min bawer kir ku romannivîsî berî her tiştî berpirsiyariyeke li hember ziman e.
Her romana Kurdî ku tê nivîsandin, gavek e ji bo dewlemendkirina ziman lê her romana ku nayê xwendin, windabûnek e ji bo çanda xwendinê. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku ne tenê romannivîsan, di heman demê de xwendevanan, rexnegiran, mamosteyan û medyayê jî wek beşeke vê berpirsiyariyê bibînin.
Belkî dema ku em romanên xwe bi heman hezkirinê bixwînin û em li ser wan biaxivin, wê gavê romana Kurdî jî dê bi rastî bikeve qonaxa xwe ya nû. Ji ber ku paşeroja romanê ne tenê di destê nivîskar de ye, di destê xwendevan de jî ye.
Belkî pirs ne ew e ku “Çend roman hatine nivîsandin”, pirs ew e ku “Çend roman hatine xwendin, nîqaşkirin û mayîndekirin?”Ji bersiva vê pirsê, paşeroja romana Kurdî jî tê dîtin. Gelo we çend romanên Kurdî xwendine?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)


