Duşemê 13ê Tîrmehê, Dadgeha Herêmî ya Bilind a Munîhê jin û mêrekî Îraqî bi tawana komkujiya li dijî Êzidiyan ceza kirin. Ji bo rizgarbûyan ev biryar ji cezayekî wêdetir e. Ev biryar naskirina êşên wan e, hişyariyek e ji bo sûcdarên li seranserê cîhanê û bangek e ji bo Îraqê.
Zêdetirî 8 salan di ser wê roja reş re derbas bûn. Wê rojê li Mûsilê li bazara koleyan zilamekî ew jina ciwan a Êzidî kirîbû ku niha 21 salî ye û di dozê de giliyê wê heye. Beriya ku wê bikire wî laçika wê rakiribû û li porê wê nêrîbû, mîna ku kel û pelek be. Ew wê demê tenê zarokeke 12 salî bû.
Di salona dadgehê ya li Munîhê de, dema ku dadwer encamên darizandinê dixwendin wê çend caran dest bi girî kir.
Wê ji dadgehê re got, “Hemû zarokatiya min bi tundûtûjiyê derbas bû. Em jinên Êzidî kole bûn. Qîmeta kûçikan jî ji ya me zêdetir bû.”
Zilam bi cezayê zîndana heta hetayê hat cezakirin. Hevjîna wî ya berê jî 9 sal û 6 meh ceza xwarin, ji ber ku dadgehê qanûna ciwanan a Almanyayê ji bo beşek ji kiryarên wê bi kar anî.
Her du jî bi komkujî û tawanên din hatin cezakirin. Di nav van tawanan de tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer, qaçaxçîtiya mirovan û endamtiya rêxistineke terorîst a biyanî hene. Lê ev biryar hîn bi temamî nehatiye pesendkirin.
Mirov dikare dozê wekî du tometbar, du ceza û yek biryar kurte bike lê wê demê mirov dê wateya wê ya rasteqîn ji dest bide. Ev biryar gaveke naskirinê ye û peyameke wisa hildigire ku ji Munîhê gelekî wêdetir diçe.
Bi naskirinê re saxbûn dest pê dike
Zêdetirî 20 sal in ez piştgiriyê didim rizgarbûyên şer, şkence û komkujiyê û wan derman dikim. Bihara 2015an li kampên derdora Dihokê min zêdetirî hezar û 400 jin û keçên Êzidî kontrol kirin ku ji destê DAIŞê rizgar bûbûn. Piştre nêzîkî hezar û 100 jin û zarokên ku rewşa wan gelekî xirab bû, bi rêya bernameyeke taybet a mirovî ya herêma Baden-Wurttemberga Almanyayê anîn vî welatî.
Min keçikên 10 salî dîtin ku çend caran hatibûn firotin û rastî destdirêjiyê hatibûn. Min dayîk dîtin ku zarokên wan li ber çavên wan hatibûn kuştin.
Di nav salan de ez fêr bûm ku trawmayeke bi vî rengî tenê bi terapiyê sax nabe. Pêwîstiya rizgarbûyan bi tiştekî heye ku psîkoterapî nikare bide wan. Ew jî daxuyaniyeke giştî û sazîbûyî ye ku dibêje, “Neheqî li we hat kirin. Ev ne xeyala we bû. Cîhanê dît bê çi bi serê we de hat.”
Ev yek e ku biryareke bi vî rengî ya dadgehê dikare pêk bîne.
Dema ku dadgeheke Almanyayê eşkere dike ku koletî û destdirêjiya li keçên Êzidî komkujî ye û bi armanca tunekirina civaka Êzidî ya olî hatiye kirin, ev dîtin ji bo rizgarbûyan ne tenê mijareke hiqûqî ye. Ev yek nasnameya wan, dîroka wan û mafê wan ê jiyanê dinase.
Gelek Êzidî êrişa DAIŞê ya sala 2014an wekî fermana 74an bi nav dikin. Ev peyv êrişên ducare, zilm û tunekirina ku civaka wan dîtine tîne bîra mirovan. Lê îro, ew kesên ku rojekê di xîlafeta xwe ya qaşo de xwe wekî xwediyên jiyan û mirinê didîtin, li ser kursiya tometbaran rûniştine.
Ji bo civakeke ku bi nifşan trawma hilgirtiye, ev yek guherîneke dîrokî ye.
Ev biryar di heman demê de balê dikişîne ser prensîbeke bingehîn a qanûna komkujiyê. Kuştin ne tenê ew kiryar e ku pê komkujî tê kirin. Veguhestina zarokan a bi zorê ji komekê ber bi komeke din jî, eger bi armanca tunekirina koma resen were kirin, dikare bibe komkujî.
Dadgehê her wiha dît ku tometbaran fêm kiriye ku destdirêjiya mêrên ne Êzidî dikare cîgeha keçikan a di nav civaka wan a olî de bixe metirsiyê. Tundiya zayendî ne tenê encameke şer bû.
DAIŞê ev yek bi qesdî wekî amûreke tunekirinê bi kar anî. Wan laşên keçikan, nasnameya wan û girêdanên civakî yên ku civaka wan bi hev ve girêdide kirin armanc.
Dema ku dadgehek vê stratejiyê eşkere dike û hesab ji sûcdaran dipirse, ev yek hêzê dide qanûnên navneteweyî û rûmeta qurbaniyan li wan vedigerîne.
Peyamek ji bo sûcdaran
Biryara Munîhê di heman demê de peyameke eşkere dişîne ji wan kesên ku bawer dikin ku ew ji dadmendiyê parastî ne: Ti cih nîne ku hûn karibin heta hetayê xwe jê veşêrin, û derbasbûna demê tawanên we paqij nake.
Komkujî, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer di qanûnên Almanyayê de nakevin ber bihurîna demê.
Her du tometbar li Bavyerayê dijiyan dema ku Nîsana 2024an hatin girtin. Salek di ser tawanan re derbas bûbû û ew bi hezaran kîlometreyan ji wan cihên ku tawan lê hatibûn kirin dûr bûn.
Prensîba darizandina gerdûnî ya Almanyayê ku destûrê dide tawanên navneteweyî yên li derveyî welêt hatine kirin werin darizandin, ne tenê teoriyeke hiqûqî ye. Ew di pratîkê de tê bicihkirin.
Sala 2021ê, Dadgeha Herêmî ya Bilind a Frankfurtê li cîhanê cara yekem endamekî DAIŞê bi tawanê komkujiyê ceza kir. Dadgeha Munîhê jî heman rêyê didome.
Ji bo ku ez fêm bikim ka mirov çawa dikarin tawanên bi vî rengî bikin, min li gel çekdarên girtî yên DAIŞê hevpeyvîn kirin. Çend caran ez rastî heman îdiayê hatim: "Êzidî ne mirov in."
Ev nemirovîkirin bingeha derûnî ya komkujiyê bû. Ji ber vê yekê jî bêcezahiştin dê gelekî metirsîdar be. Dema ku bi bêdengiyê ji sûcdaran re tê gotin ku tawanên wan bê ceza dimînin, îdeolojiya wan xurttir dibe û jiyana wan kesên ku ew ji wan re dibêjin “kafir” qet nayê hesibandin.
Her biryara dadgehê ya bi vî rengî, wê îdeolojiyê pûç dike. Ev biryar eşkere dike ku ev keçik mirov bûn û mirov in. Ew kesên ku destdirêjî û zilm li wan kirine divê hesabê kiryarên xwe bidin.
Peyamek ji bo Bexdayê
Çi qasî biryara Munîhê cihê kêfxweşiyê be jî, di heman demê de têkçûneke mezin jî eşkere dike. Dadmendî li şûna ku li wan welatan pêk were ku tawan lê hatine kirin, ji aliyê Almanyayê ve tê pêkanîn.
Îraqê heta niha çarçoveyeke hiqûqî ya berfireh ava nekiriye da ku komkujî, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer bi awayekî sîstematîk werin darizandin. Dema ku gumanbarên DAIŞê tên darizandin, pêvajo bi piranî li ser bingeha qanûnên dijterorê dimeşe.
Gelek caran guh nadin rizgarbûyan û ew wekî qurbaniyên wan tawanên taybet ên ku li hemberî wan hatine kirin bi awayekî fermî nayên naskirin.
Ji ber vê yekê, destdirêjî, koletî û hewldana tunekirina Êzidiyan bi piranî di darizandinên Îraqê de cih nagirin.
Nêzîkî 2 hezar û 500 Êzidî hîn jî winda ne. Hemû gorên bikom ên li Şingalê nehatine vekirin. Nêzîkî 200 hezar Êzidî hîn jî koçber in û gelek ji wan di kampan de ne, ji ber ku welatê wan bi têrkerî nehatiye avakirin û hîn jî ne ewle ye.
Sala 2021ê, hikûmeta Îraqê bi pesendkirina Qanûna Rizgarbûyên Êzidî gaveke yekem a girîng avêt. Lê belê, qerebûkirina bêyî cezakirina tawanbaran nîvco dimîne.
Ez bangî hikûmeta federal a li Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê dikim: Wan sûcdaran eşkere bikin ku hîn jî di nav we de dijîn. Bingehên hiqûqî yên pêwîst ava bikin da ku komkujî wekî komkujî, koletî wekî koletî û tundiya zayendî jî wekî beşek ji stratejiyeke biqesd a tunekirinê were darizandin.
Divê civaka navneteweyî Îraqê di vî karî de bi tenê nehêle. Divê ew lêkolîner, pisporên bijîşkiya dadî û piştgiriyeke dîplomatîk a berdewam dabîn bike. Heta niha gelek belge hatine komkirin û gelek şahid hîn jî sax in. Tiştê ku kêm e îradeya siyasî ye ku van belgeyan bike hesabpirsîneke berfireh û cezakirina tawanan.
Tiştê ku dadmendî dikare bike
Dîroka Almanyayê bi xwe nîşan dide ku qanûn nikare raboriyê paşde vegerîne lê di heman demê de nîşan dide ku qanûn dikare bîranînan biparêze û alîkariya civakan bike da ku ew rêya xwe ya vegera li mirovahiyê bibînin.
Darizandinên Nurembergê mirî paşde venegerandin. Lê belê, wan zimanekî hiqûqî da cîhanê ku pê karîbû tawanên xwe yên herî giran bin av bike.
Piştî semînerên min ên li Almanyayê, carinan kesên temenmezin tên cem min û dibêjin, “Em van tiştan ji pêşeroja xwe dizanin.” Di wan kêliyan de, ez fêm dikim bê çima ev welat di nav hemû welatan de amade bû ku guh bide jinên Êzidî.
Ew jina ciwan a ku li Munîhê wekî giliyê dozê şahidî kir, ti carî wê zarokatiya ku ji destê wê hatiye standin paşde bi dest naxe. Ti biryara dadgehê nikare wê paşde vegerîne.
Lê belê, wê tiştekî girîng ezmûn kir: Dewleteke ku bi serweriya qanûnê tê birêvebirin çîroka wê bi cidî girt. Dengê wê giranî da û ew kesên ku ew kirîbûn û wekî kel û pelekê miamele pê re kiribûn, mecbûr man ku hesabê kiryarên xwe bidin.
Biryara dadgehê vegerandina pergalekê ye ku tê de ew wekî mirovekê, bi navekî, bi rûmet û bi mafan tê naskirin.
Ji bo rizgarbûyên komkujiyê, ev biryar destpêka gelek qerebûkirinan e ku dê di paşerojê de bên.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



