Dema Denîz Undav golekê diavêje, alîgirên futbolê şa dibin. Lê ev kêlî ji bo gelek Kurd û Êzidiyên li seranserê cîhanê xwedî wateyeke cuda ye. Wateyeke wê ya kûrtir heye. Vegotina vê hestê bi gotinan zehmet e. Belkî tenê ew kes bi rastî dikarin fêm bikin ku demekê fêrî veşartina navê xwe bûbûn.
Dîroka êş û azaran
Bav û kalên wî ji civakekê ne ku bi sedsalan rûbirûyî cudakarî, komkujî û zilmê bûne. Dîroka Êzidiyan dîroka êş û azaran e. Lê di heman demê de dîroka berxwedan û vîna nemir a mayînê ye.
Heta îro jî encamên komkujiya ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin jiyana wan diyar dike. Bi hezaran kes hatin kuştin, jin bûn kole û zarok hatin revandin.
Gelek malbat hîn jî li benda mirovên xwe ne. Wekî akademîsyenekî ez dizanim ku komkujî bi bidawîbûna tundiyê xelas nabe.
Ew di xewnên rizgarbûyan de dijî. Ew di çîrokên malbatan de ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin, dijî. Di çavên wan zarokan de dijî ku gava peyva "welat" dibihîsin, bi pirsan li jorê dinêrin.
Ji ber vê yekê, dema ku ji nav dîrokeke wiha ne qurbaniyek lê mînakek derdikeve, ev yek gelekî balkêş e.
“Na, ez Kurd im”
Rojnamegerek ji Denîz Undav dipirse ka ew bi eslê xwe Kurd e an na. Ew bersiv dide, "Na, ez Kurd im."
Ti dudilî nîne. Ti reva ji pirsê nîne. Ti daxuyanî nîne. Tenê hevokek e û sê peyv in. Lê ew sê peyv giraniya nifşan hildigirin. Ji bo bi milyonan Kurdan, gotineke wiha ti carî asayî nebû. Bi dehan salan ev yek xeternak bû.
Mirov dihatin girtin, dihatin cezakirin û heta dihatin kuştin. Çima? Ji ber ku bi zimanê xwe diaxivîn, çanda xwe dijiyan û nedixwestin nasnameya xwe înkar bikin. Gelek kes fêrî bêdengiyê bûn. Hinekan nasnameya xwe wekî barekî dît, çimkî cîhanê ev yek bi salan fêrî wan kiribû.
Û paşê lîstikvanekî tîma neteweyî ya Almanyayê li ber kamerayan û bi milyonan temaşevanan disekine û bi hêsanî vê yekê dibêje. Bêyî tirsê dibêje. Bêyî lêborînê bixwaze dibêje. Ev baweriya bi xwe ya hêsan, ji gelek kampanyayên siyasî zêdetir tiştan diguherîne.
Gavên Kurd li qada futbolê
Derfeta min çêbû ku ez bi xwe bibim şahidê hêza mirovekî wiha. Di maçeke navneteweyî de zêdetirî 50 hezar kesî navê wî digot: “Undav, Undav, Undav.”
Alman, Tirk, Ereb, Kurd û mirovên ji pêkhateyên cuda, bi hev re lîstikvanek pîroz kirin ku bûbû çavkaniya îlhamê ji bo wan hemûyan. Di kêliyên wiha de, mirov pê dihese dema kesek bi tenê ew bi xwe be dikare çi bike.
Ew qal xwarinên dayîka xwe dike, qala lehmecûn, birinc û goşt dike. Bi heman dilpakiya ku qal futbolê dike, qal malbata xwe jî dike.
Dema piştî golekê govendê digerîne, mirov carnan dikare wan gavên Kurdan bibîne. Gavên ku nifşan ji Hewlêr, Amed, Mehabad û Qamişloyê heta bi Berlîn, Parîs, London, Moskow, Washington, New York û Tokyoyê bi hev ve girê didin.
Ew tevger ne tenê milan dilivînin lê dilan jî şa dikin.
Pirrengî ne qelsî ye
Undav ti carî nasnameyên xwe ji hev venaqetîne. Ew Kurd e û Êzidî ye. Her du jî yên wî ne. Her du jî beşek ji çîroka wî ne û ew wan bi rûmet hildigire.
Peyameke girîng di vê yekê de heye. Serbilindiya bi eslê xwe, ne hewce ye ku li ser hesabê yên din be. Nasname ne dijberî pêwendîbûnê ye.
Pirrengî ne qelsî ye. Ev her tim hêza Kurdistanê bûye. Herêmek ku bi sedsalan Sunî, Şîe, Elewî, Êzidî, Kakeyî, Xiristiyan, Cihû û Zerdeştî li cem hev jiyane.
Yên ku vê pirrengiyê diparêzin, hevgirtina civakî xurt dikin. Yên ku van civakan berdidin hev, paşeroja nifşên bê lawaz dikin.
Belkî Undav ji bo doza Kurdan ji gelek rêxistinan zêdetir destkeftî bi dest xistibin ku wan bi dehan salan ew kar nekirine.
Ne bi biryaran, ne bi kampanyayan, tenê bi hebûna xwe. Wî nîşanî milyonan mirov da ku Kurdek û Êzidiyek dikare bibe lîstikvanê tîma neteweyî ya Almanyayê. Wî nîşan da ku kok û serkeftin ne dijberên hev in. Nasname ti carî ne tiştek e ku mirov ji ber wê lêborînê bixwaze.
Gola wî ya rasteqîn
Lap ji ber vê yekê Undav ji lîstikvanekî serkeftî wêdetir e. Ew mînakeke erênî ye ji bo nifşekî ku gelek caran li cihê xwe yê di navbera kok û paşerojê de digere. Li cihê xwe yê di navbera bîr û pêwendîbûnê de digere.
Ew nîşan dide ku Kurdbûn an Êzidîbûn nake ku kesek kêmtir Alman be. Her wiha nûnertiya Almanyayê nake ku kesek kêmtir Kurd an Êzidî be.
Ev baweriya bi xwe ya hêsan, ciwanan ji tirsa cudabûnê rizgar dike. Wisa dike ku pirrengî wekî tiştekî normal were dîtin. Rojekê dê kariyera wî bi dawî bibe. Gol dê werin jibîrkirin. Lê hinek tişt dê bimînin.
Ew hêviya ku wî xistiye dilê ciwanên Kurd û Êzidî dê bimîne. Wêneya zilamekî ku navê xwe ne wekî barekî lê wekî mertalekî hildigire dê bimîne.
Ew dê di bîra wan kesan de bimîne ku rojekê fêrî bêdengiyê bûbûn. Di çavên wan zarokan de bimîne ku îro mezin dibin û ji bo cara pêşî dikarin binêrin û bibêjin: "Yek ji me li wir rawestiyaye, serbilind e û bê tirs e."
Gola wî ya rasteqîn ev e.
Ev gol ji her goleke ku li qada futbolê tê tomarkirin, kûrtir e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



