Xwînerê Hêja;
Va em hatin nivîsa heftem û dawîn a Rêzenivîsên Nifşê Duyem ê Wêjeya Kurdên Diyasporayê.
Min vê hefteyê romana duyem a Fatma Aydemîrê, Dschinns yanê bi Kurdî Cin xwend.
Ev roman 2022yan de der çû û ji 368 rûpelan pêk tê. Di 2024an de wergera wê ya İngilîzî jî çap bû.
Min roman bi zimanê resen, ji Almanî xwend.
Fatma Aydemîr 1986an li Karlsruheyê wekî zaroka malbatake karker hatiye dinyayê. Romana wê ya yekem Ellbogen 2017an der çû û paşê fîlma heman çîrokê jî hate girtin. Ew niha wek redaktora <taz< dixebite û li Berlînê dijî.
Roman ji nêrîna şeş endamên malbata Yilmaz hatiye nivisîn. Endamê heftem ê malbatê, bêyî ku çîroka xwe bi nêrîna xwe vebibêje tevli vegotinê dibe. Ev yek dihêle ku xwîner careke din bibîne ku her bûyera diqewime çawa li ser her mirovî bi awayekî din bandorê dike.
Koça Yekem; Ji Kurdistanê ber bi Stenbolê ve
Cin, çîroka malbatake koçber a Kurd vedibêje. Koça pêşîn, ji gundê çiya yê nêzikî Qafqasyayê, yanê ji bakurê Bakurê Kurdistanê ber bi Stenbolê ve ye. Artêşê dest daniye ser hikûmeta komara tirkan, tirseke dijwar ketiye nav hemû civakê, lê bi taybetî Kurd di bin zilm û zordariyeke giran de ne.
Em nizanin gelo bavê malbatê, Huseyîn dema leşkeriyê li Colemêrgê çi kiriye lê belê, piştî vegera malê wî biryar daye ku êdî Kurdî nepeyive û nehêle jina wî, Emîne jî Kurdî bi zarokên wan re bipeyive. Piştî vê bûyerê, Huseyîn digel dê û bavê xwe, jin û keça xwe koçî Stenbolê dike.
Ev koça yekem, pêwendiya malbatê ya zimanî û çandî tevde hildiweşîne. Dê û bavên Huseyîn, ji ber ku nikarin tirkî bipeyivin, her ku diçe hindiktir dipeyivin. Ew ji alavên hilberînê yên xwe tên qutkirin û ev yek pozîsyona wan a xurt a berê hildiweşînê û wan neçar dihêle ku li malê li benda roja xwe ya dawîn bisekinin. Di wê navberê de Huseyîn wekî karker diçe Almanyayê, li wir hinekî disekine û paşê jin û zarokên xwe jî dibe cem xwe lê belê keça yazdeh salî, Sevdayê li Stenbolê digel kalik û pîrika wê dihêle.
Koça Duyem; bajarekî karkeran li rojavayê Almanyayê;
Huseyîn an jî di civaka bavsalar de bavê bizdandî
Huseyîn, sembola navxweyîkirina tundiya dewletê ye. Dewletê zimanê Kurdî û Kurdbûn tevde qedexe kirine û malxweyê mala Yilmazan, Huseyîn jî cerdevaniya vê qedexeyê di nava mala xwe de dike. Di pergala bavsalar de ji bav tê hêvîkirin ku malbata xwe li hemberî derve biparêze. Lê Huseyîn, hewl dide ku vîna xwe tevde berdestî desthilate bike da ku bi vî awayî xîreta xwe ye şikestî û tirsa xwe veşêre. Nexwe, heke ew wekî Kurdekî li hemberî van qedexeyan bisekine wê bê kuştin, lewre ew hewl dide qedexe û tundiyê wekî zagonên neguherbar bipejirîne û berdevam bike. Her weha dema dê û bavê Huseyîn, dixwazin dergûşa wî û Emînê ya yekem bidin mala birayê wî, Huseyîn nikare bibêje na. Huseyîn, li hemberî desthilatdariyê ker û lal e. Lewma jî bingeha malbata Huseyîn Yilmaz li ser înkara heqîqetê, tirsê û bêdengiyê ava dibe.
Roman bi çîroka Huseyîn dest pê dike. Wî di dawiya emrê xwe de xaniyek li Stenbolê kiriye, hundirê xênî xweş xwemilandiye û li hêvîya wê rojê ye ku jina wî, Emîne ji Almanyayê bê û ew dest bi jiyana xwe ya nû bikin. Ew bi salan li Almanyayê wekî karker, di fabrîqeyan de xebitiye. Wî gelek rojên zehmet dîtine, lê niha êdî ew dikare li Stenbolê, li wî welatê tavîn li kêfa xwe binêre. Belê, hêviya wî ev e lê roja ku tê li xaniyê xwe yî nû binêre, li wir dikeve û ji ber krîza dil dimire. Mirazê Huseyîn di ber wî de dimîne.
Umît an jî nakokiya di navbera rastiya şexsî û pêwîstiya peydakirina qebûla malbat û civakê de
Umît biçûktirîn zarokê malbata Yilmazan e. Ew lawikekî henûn, hestyar e û piştî dibistanê fitbolê dilîzê û dilê wî dikeve Jonas. Umît ji kûr ve dizane ku ew naşibe lawikên din lê ew nizane gelo sedema vê yekê çi ye. Haya wî ji hevzayendîtiye tune. Lê xuya ye ku haya mamosteyê wî yî oldar î Alman ji van tiştan baş heye, lewre ew Umît dişîne cem terapîstekî oldar da ku ew qaşo bê “pakkirin.” Lê li wê derê, odeya terapîst jî ne cihekî aram î notral e ku Umît bi rihetî derbarê xwe de bifikire û biaxife da ku xwe baştir fehm û qebûl bike.
Dema xebera mirina bavê wî tê, Umît di dilê xwe de şa dibe ku ew ê neçe randevuya terapiyê û berê xwe dide Stenbolê.
Umît hest dike ku heke malbata wî bizanibe ku ew hevzayend e, dê wî qebûl nekin. Lê heman demê de ew hê zarok e, xwe nas nake, nizane gelo hevzayenditî çi ye.
Zaroka biçûktirîn a malbatê gelek caran hêvî û xeyalên malbatê temsîl dike. Lewma jî Umît bi awayekî şermok hêvî dike ku evîn û hezkirin dê hemû birîn û nakokiyan sax bike. Lê ew nikare li heqîqeta xwe xwedî derkeve. Ew dizane ku bêyî heqîqetê nikare azad be, lê di heman demê de ditirse ku heke rastiya xwe eşkere bike, dê hezkirin û pêwendiya malbatî winda bike.
Sevda, yan jî qurbana sîstema bavsalar: Keça mezin a hêrsbûyî û serhildêr
Sevda, lehenga herî balkêş a romanê ye. Ew keça mezin a malbatê ye. Yanê ew bi hêrs e, westî ye lê ji her tiştê din bêtir serbixwe ye!
Sevda yekane zaroka malbata Yilmazan e ku her du koçberî jî azmûn kirine. Ji gund digel malbata xwe hatiye Stenbolê. Kirasê berê guherandiye, yanê zimanê Kurdî û jiyana gundewarî hiştiye û hînî zimanê tirkî û jiyana li qeraxê bajêr bûye. Lê paşê dê û bavê wê mala xwe bar kiriye û çûne Almanyayê, lê ew wisa li wê derê hiştine.
Sevda sembola wan jinan e ku ji zarokatiyê pê ve wekî bargiranî, wekî sembola namûsa mêrekî, wekî jina kesekî tên dîtin û heya dê û bavê wan jî wan bes ji bo armancên xwe bi kar tînin. Zarokatiya Sevdayê ji wê hatiye dizîn. Malbatê ew neçar hiştiye ku Sevda zû mezin bibe û dayiktiya kalik û pîrika xwe bike. Sevdaya yanzdeh salî, ji pîrika xwe dipirse gelo malbata wê çima ew bi xwe re nebiriye, pîrik dibêje ji ber ku divê tu li me xwedî derkevî. Yanê berpirsiyariya kal û pîran li ser milê keçeke yanzdeh salî maye. Sevda dipirse, ma hûn bimirin wê çawa be? Pirîk dibêje beriya ku em bimirin, em ê te bidin mêr.
Sevda zarok e, lê wekî zaroka mezin a keç cîgir û rikebera dêya xwe ye.
Sevda panzdeh salî dibe, bavê wê tê wê bi xwe re dibe Almanyayê, veca dêya wê Sevdayê wek rikebera xwe dibîne.
Lewra Sevda sêwî ye. Dêya wê nikare bi wê re dayiktiyê bike. Lê her weha dêya wê ti carî nahêle ku Sevda bi bavê xwe re jî rasterast pêwendiyê dayne. Emîne, yanê dayik keça xwe wekî rikebera xwe dibîne û pêwendiya keç û bav jî ew kontrol dike.
Sevda hê ji zarokatiyê de zû dibîne ku kesekî wê tune, ti kes dê neyê û wê rizgar neke. Lewma jî ew xwe rizgar dike. Ew hemû wan azadiyên ji wê hatine dizîn, yek bi yek bi dest dixe. Almanya tecrubeya koçberiyê ya wê ya yekem nîne. Ew îcar jî zimanê Almanî fêr dibe. Dev ji mêrê xwe yî lawaz berdide. Restoraneke Italyanî ji xwediyê wê dewr hildide. Du zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dike. Sêwîtî û civaka bavsalar Sevdayê dikin jineke bi hêrs, lê ew vê hêrsê wekî motîvasyona xwerizgarkirinê bi kar tîne. Ew rola qurbanîbûnê qebûl nake, belkî ji ber vê yekê jî nikare dêya xwe, Emîneyê bibexşîne. Nexwe, wê berpirsiyariya çarenûsa xwe hilgirtiye ser milê xwe û zehmetiyên ev berpirsiyarî tîne jî qebûl kirine, çima dêya Sevdayê, Emîne jî vî yekê neke?
Perî, yan jî zarokeke nexuya ku li Kurdbûna winda digere
Perî zaroka navîn a malbatê ye. Sevdayê naşînin mektebê lê Periyê dişînin. Sevda ji destpêkê pê ve wekî cîgirê dayika malê tê qebûlkirin, lê Perî zaroka malê ye. Perî yekane zaroka malê ye ku diçe zanîngehê. Ew pirtûkên Judith Butlerê dixwîne. Serê xwe bi rolên zayenda civakî mijûl dike. Pirtûkên Simon de Beauvoir dixwîne û rolê jinan ên di civaka bavsalar de nîqaş dike. Ew yekane zaroka malbatê ye ku hewl dide bizanibe gelo malbata wê çima Kurdbûna xwe red dike, vedişêre. Gelo li Kurdistanê çi dibe û çima cîwanên Kurdan li hemberî dewletê çekan hildidin? Perî wekî zaroka navîn nikare bala dê û bavên xwe bide ser xwe lê belê ev yek bi kêrî wê te ku jiyaneke serbest bijî.
Hakan, an jî lawikê naxwaze bibe wekî bavê xwe
Hakan lawikê mezin ê malbatê ye. Lewre pêwendiya wî û Huseyîn, bavê malbatê dîsa di çîrokê de roleke navendî digire. Di pergala heyî de bav berpirsyarê parastina şerefê ye. Hakan wê di bendewariyê de ye ku bavê wî dê lawê xwe li hemberî polêsan biparêze. Lê Huseyîn ji dewletê, ji polêsan zehf ditirse. Ew nikare xîreta şikestî ya lawê xwe biparêze. Berevajî vê, Huseyîn dixwaze ku Hakan jî wekî wî bibe karkerekî bêdeng û serê xwe li hemberî ti tiştî raneke. Hakan wekî zarokê koçberan li bajarekî biçûk î Almanyayê her cure nijadperestî, cudatî û tundiya sîstematîk azmûn dike. Ji ber wê sedemê jî nasnameya sereke ya Hakan koçberbûn e. Ew naxwaze wekî bavê xwe bikeve febrîqeyekê û di bin destê Almanekî nijadperest de bixebite. Ew naxwaze wekî bavê xwe bibe “karkerê bêdeng î meqbûl” berevajî vê ew hewl dide ku bibe patronê xwe, lêborînê ji polêsan nexwaze, xwe li hemberî dewletê piçûk hest neke. Lê belê, ev yek Hakan gelekî dişibîne bavê wî.
Dewleta Tirk zimanê Kurdî qedexe dike. Huseyîn di nava mala xwe de dibe cerdevanê vê qedexeyê. Yanê nasnameya wî her ji aliyê derve ve tê diyarkirin.
Her weha, Hakan jî wekî bavê xwe, xwediyê vê zanîn û behnfirehiyê nîne ku nasnameyeke resen a xwe ava bike. Berevajî vê yekê, Alman ji hemû koçberan re dibêjin Tirk lewma Hakan jî xwe wekî Tirk penase dike. Alman koçberan wekî mirovên neyasayî, nexwendî, nebaş pênase dikin lewma Hakan van taybetiyan bi awayekî pesend dike. Dema Perî ji wî re behsa Kurdbûna wan dike, Hakan dibêje “Ma ne bes e em li vir ‘Kanake’ ne, em ê li Tirkiyeyê jî bibin ‘kanake!’”
Berra; “Kanake” pevyeke piçûkxistinê ye ku Almanên nijadperest ji bona penaberan bi armanca piçûkxistinê bi kar tînin. Di eslê xwe de ev peyv bi zimanê Polînez de tê wateya “mirov, kes” lê di nava zimanê Almanî de wekî heqaretê cih girtiyê, bi vî awayî gelekî dişibe peyva Kurdî ya “kuro” ku di zimanê tirkî de ji bona biçûkxistina Kurdan wekî “kiro” cih girtiye.
Emîne, yan jî dayika sêwî ya ku heyfa birînên xwe ji keça xwe dertîne
Roman bi çîroka Emîne, yanê dayika malbatê diqede. Emîne keçeke sêwî ye, lewre heya panzdeh saliya xwe digel xizanan mezin dibe û wê didine Huseyîn. Ew tê û digel dê û bavê Huseyîn, li gund dijî. Dema zaroka wê ya yekem tê dinyayê dê û bavê Huseyîn, wê zarokê ji hembêza Emînê digirin û didin birayê mezin î Huseyîn û jina wî çimkî zarokên vê malbatê çê nabin û Emîne beyî ku bêhna dergûşa xwe jî nas bike jê dûr dikeve. Ew malbat jî zarokê hildide û koçî Awusturyayê dike. Yanê Emine bê maf û bê xwedî ye. Kontrola wê heya li ser bedena wê xwe jî tune. Ew wekî alavekê tê bikaranîn. Zarokekê tîne dinyayê lê zaroka wê ne ya wê ye.
Di beşa dawîn de, dema ji ber mirina Huseyîn, hemû malbat li Stenbolê kom dibe, Sevda bi Emîneyê re rû bi rû dibe. Wê demê, Emîne yekem car behs dike ku malbata Huseyîn çawa zaroka wê ya yekem ji wê stendiye. Emîne bi cara yekem dilê xwe bi rikeber û dijmina xwe, yanê keça xwe ya mezin re vedike. Dibe ku hêvîya wê ew e ku Sevda wê efû bike, rehma wê ji Emîneyê bê. Lê Sevda, red dike ku Emineyê wekî qurbaniyeke bê berpirsyar qebûl bike. Sevda pirsên acizkar ji dêya xwe dipirse, da ku bibîne bi rastî jî gelo hîç derfetek tune bû ku Emîne qundaxa xwe neda, bi rastî jî gelo Emîne di tevahiya jiyana xwe pê de her tim bi tenê qurbanî bû yan, vê yekê alîkariya wê kir ku guneyê xwe bi xwe bîne, ti tiştî neke ku rewşê biguherîne û hêrs û xemgîniya xwe bavêje ser keça xwe ya mezin, Sevdayê. Emîne, yanê dayika malê ji aliyê derûnî ve kamil nebûye. Dema hê zarok bû malbata wê ew daye mêr û yekser pêgiran bûye. Emîne, hêrsa hêvîyên xwe yên şikestî ji keça xwe derdixe. Di vê derê de motîveke gelek berbelav a di navbera dê û keça mezin de derdikeve meydanê. Dayik, di keça xwe de keçbûna xwe dibîne. Ev yek hêvîyên wê yên şikestî, mirazê wê yî nîvcomayî tîne bîra dayê, lewma ew naxwaze ku keça wê ji wê biqete, bibe keseke serbixwe û wan azadî û kêfxweşiyên dayikê tehm nekirine, keç tehm bike. Lewma jî Emîne dixwaze piştî salan, hemû derd û kulên xwe ji Sevdayê re vebêje, Sevda jî wekî dayikeke fehmdar qurbanîbûna xwe û Emîneyê qebûl bike ku bi vî awayî Emîne û Sevda di sûc û gunehên xwe de bibin yek. Lê Sevda, serê her gavê cardin dipirse; gelo bi rastî jî ti tişt ji destê te nedihat?
Dema min ev beş xwend, bibe nebe pirtûka navdar a Viktror E. Frankl “…trotzdem Ja zum Leben Sagen” hate bîra min. Frankl di vê pirtûkê de behsa hêsîrên Cihû yên di Kampên Mirinê de dike û dipirse; gelo mirov di rewşa hêsîriyê de dîsa jî dikare li vîna xwe ya mirovî xwedî derkeve? Frankl di dawiya pirtûkê de bersiva vê pirsê wekî “belê” dide, mirov çi dibe bila be, di rewşa hêsîriyê de jî dikare xwe tevde teslîm neke, vîna xwe ya mirovî biparêze.
Belê, Emîne sêwî ye; ew nehatiye hezkirin û parastin. Beriya ku ew bibe keçeke xama, bûye jina maleke giran û dayik. Tevahiya jiyana wê ji aliyê mêrê wê û malbata wî ve hatiye diyarkirin. Lê dîsa jî wê dikaribû hewl bida ev yek qebûl nekira. Emîne di vê mijarê de sembola rewşa dayikbûn û jinbûnê ya di civakên bavsalar de ye. Ew qurbaniya vê civakê ye lê di heman demê de hewl dide ku hêza xwe ji bo berdevamiya civaka bavsalar bi kar bîne. Lewma ew nikare ji Sevdayê hez bike. Heke ew ji Sevdayê hez bike, wê demê ew ê neçar bimîne ku qebûl bike; belê, wê jî dikarîbû serî li hemberî pergala heyî rakira lê ev yek nekir.
Belê, roman ji nêrîna şeş endamên malbatê, Huseyîn, Umît, Sevda, Perî, Hakan, Emîneyê tê vegotin lê endamekî malbatê yî winda jî heye; Ciwan!
Ciwan, an jî neynika rastiyê: Zarokê winda ku dîwarên asîmîlasyon û tirsê dihejîne
Di romanê de Ciwan çîroka xwe bi nêrîna xwe nabêje. Ji ber ku di pergala malbata Yilmazan de dengê heqîqetê tune. Heqîqet, yanê zarokê winda û Kurdbûn bi awayekî parçeparçeyî, tevli çirokên din tê vegotin lê ew lê heqîqeta Ciwan, weke rastiyeke çewisandî dimîne û nikare li ser navê xwe biaxive û bibe xwedîdev.
Ciwan dergûşa yekem a Emîneyê ye. Emîne keçikekê tîne dinyayê, wê didine mala apê wê û malbata apê wê bi fermî wekî zaroka xwe qeyd dike. Ev her du malbat pêwendiyê bi hevdu re nakin da ku ev yek ti carî dernekeve holê. Ciwan cara pêşî, li Frankfurtê derdikeve pêşiya Periyê. Ciwan nikare tevahiya heqîqetê ji Periyê re bibêje. Ew behsa çîroka xwe nake lê bi awayekî îronîk, bi dengekî şikestî Kurdbûnê tîne bîra Periyê.
Em paşê dixwînin ku Ciwan diçe, li febrîqeyê bavê xwe Huseyîn dibîne, ji wî re dibêje “Ez wekî Bulent Ersoyê, lê berevajî rewşa wê me.” Yanê ew dixwaze bi zimanê rojanê rave bike ku ew di laşê jinekê de hatiye dinyayê lê xwe wekî mêr hest dike. Huseyîn dixwaze çar sed markî bike bêrika Ciwan û wî ji ser serê xwe bavêje. Nexwe sira wan a malbatê piştî salan, derdikeve tê û heya dibêje ku ez transseksuel im.
Di beşa dawîn de dema Sevda bi dêya xwe re rû bi rû dibe, em dixwînin ku Huseyîn beriya krîza dil, xebera mirina Ciwan hildide. Ciwan li Berlînê, di qezyayeke trafîkê de dimire. Ciwan di çîrokê de sembola heqîqetê ye. Ew bi hatina xwe, sira malbatî ya derheqa zaroka winda û koka veşartî, nasnameya Kurdbûnê derdixe meydanê. Nexwe, Cîwan wek dergûş digel malbata xwe ya nû koçî Awusturyayê kiriye lê ew Kurdîyeke zelal dipeyive û dema xwe pênase dike dibêje; ez ji Kurdistanê me.
Lewre heqîqet, an jî Ciwan ji bo demeke kurt derdikeve meydanê lê nikare dirêj bijî.
Çikû pergala malbata Yilmazan nikare di bin barê heqîqetê de li ser pêyan bisekine.
Fatma Aydemîrê di çîroka malbatake karker de dîroka koçberiya ya Kurdan, guherîna nasnameyê û asîmîlasyonê, rewşa jinan a di civaka bavsalar de, rewşa hevzayend û transan a di vê civakê de vegotiye. Lehengên romanê ji aliyekî ve têra xwe resen û piralî hatine nivîsîn, lê ji aliyê din ve her lehengek bi rastî jî sembola motîveke eşkere ye.
Vegotina piralî bi awayekî serketî bal kişandiye ser wê yekê ku ti rastiya objektîv tune. Her mirov li heman bûyerê dinêre lê rastiyeke din ji vê bûyerê derdixe. Lewma jî dayika Therapiya Malbatê Virginia Satir dibêje ku ti zarok di heman malbatê de mezin nabe. Yanê her zarok, dê û bavê xwe cuda tecrube dike. Jixwe dê û bav jî her diguherin. Şert û mercên malbat tê de ye diguherin. Lewma jî gelek caran dema zarokên heman malbatê bi hevdu re behsa zarokatiya xwe dikin, gengeşe derdikeve. Fatma Aydemîrê karibûye bi awayekî pir serketî rave bike ku çawa her heft karakter, tevî ku ji heman kokê tên jî, di nava cîhan û rastiyên cuda de dijîn û heman trawmayê bi awayên cuda azmûn dikin
Dibe ku yekane rexneya neyînî ya derbarê vê romanê de ev be; Fatma Aydemîrê xwestiye ku hemû derdên xwe di yek pirtûkê de vebêje. Mijarên pirtûkê ew qasî zêde ne ku mirov piştî demekê behntengî dibe, naxwaze êdî guhê xwe bide trajediyeke din.
Dema nivîskar hewl dide hemû trajediyên giran (derbeya leşkerî, koçberî, nijadperestî, pirsgirêkên LGBTI+, trawmayên malbatî) bixe nav yek romanê, ev yek barekî hestiyar ê pir giran dide ser milê xwîner û carinan bandora hinek mijaran kêm dike. Yanê mijarên pirtûkê ew qasî zêde ne ku xwîner piştî demekê nikare yan jî naxwaze barê hestyarî yê rewşeke nû hilgire.
Lê dîsa jî heke xwîner bi çavekî lêkolînerî bixwîne, ev roman awêneyeke sereke ya nifşê yekem î karkerên mêvan e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



.jpg&w=3840&q=75)